Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

’Yekîtiya gelên herêmê wê têkçûna dagîrkeriyê misoger bike’

11/07/2022
in ROJEV
A A
’Yekîtiya gelên herêmê wê têkçûna dagîrkeriyê misoger bike’
Share on FacebookShare on Twitter
Mihemed Xanim/Qamişlo
Mistefa Ebdo: Vîn û berxwedaniya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê ji dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê mezintir e.
Bi armanca şikandina vîna gelên herêmê, bi sedê salan e ku dagikeriya tirkî polîtîka qirkirinê li ser van gelan dimeşîne û gelek sûcên dijî mirovayiyê kirine. Di rojên dawî de, dagîrkeriya tirkî û çeteyên wê, êriş û gefên xwe li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Li ser kiryarên dewleta tirkî ya faşîst û gefên wê li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, nivîskar û endamê  Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Mistefa Ebdo ji me re axivî.
Mistafa Ebdo bal kişand ser têkçûyina siyaseta dewleta tirk ya tevahî qadan de û wiha got: “Di demên dawî de, dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên wê êriş û gefên xwe li dijî herêmên Rêveberiya Xweser zêde kirine. Hin sedemên van êrişan girêdayî rewşa Sûriyê, hin girêdayî rewşa cîhanê û Tirkiyê ne. Dewleta tirkî ya faşîst di hundirê xwe de, di nava kirîzan de ye. Di mehên borî de, siyasetên wê li tevayî qadan têk çû, lewra ew dixwaze bi êrişên ser bakûr û rojhilatê Sûriyê hin armancan bidest bixe. Lê hisabên wê şaşin û eger êrişeke nû pêk bê wê vê carê deriyê dojehê ji bo dagîrkeran vebe û wê Tirkiyê birûxe. “
’Armanca dagîrkeriyê tunekirina destkeftiyane’
Mistefa Ebdo diyar kir ku dewleta tirkî têkçûyina xwe ya hindirin bi êrişên li ser kurdan re vedşêre û axaftina xwe wiha domand: “Tevayiya hikumetên Tirkiyê erîşên ser gelê kurd ji xwe re kirine çand û bi riya wan êrişan pirsgirêkên xwe yên hundirîn vedişêrin. Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, gelê Kurd sîstemeke demokratîk ava kir. Kurdan pêşengiya projeya Neteweya Demokratîk kir û bi awayekî serkeftê herêm bi rê ve birin. Projeya Neteweya Demokratîk bû bingeha rêxistinbûn û azadiya gelên herêmê. Dema dagîrkeriya tirkî dît ku ev projeya demokratîk pêşdikeve û wê çareseriyê bi xwe re bîne seranserî herêmê, li ser xwe xeter dît. Lewra dixwaze ji aloziya Sûriyê sûd bigre û amancên xwe yên dagîrkiriyê pêk bîne. Dewleta tirkî ya faşîst li ku derê hebûna azadiya Kurdan hebe, êrişî wê derê dike.”
’Rûsya û Amrîka di sûcên ku dagîrkeriya tirkî dike hevkarin’
Ebdo da xuyakirin ku dewletên wekî Rûsya û Amêrka, ji bo berjewendiyên xwe beşdarî krîza Sûriyê bûn û axaftina xwe wiha domand: “Dagîrkriya tirkî her dem hewl dide ji pirsgirêkên Rojhilata Navî û cîhanê sûd bigre. Li ser dijwestiya di navbera welatan de dilîze û amancên xwe pêk tîne. Ji ber ku cih û erdîngariya Tirkiyê ji bo dewletên rojavayî girînge, her kes dixwaze bi riya bazarên ser kurdan aramancên xwe bidest bixe. Dagîrkeriya tirkî li ber çavê tevayiya cîhanê komkojiyan dike. Rûsya û Amrîka qaşo li herêmê garantor in lê xwe bêdeng dikin. Dîroka her du dewletan ji her kesî re diyar e. Ji bo berjewendiyên xwe, çi ji destên wan tê dikin. Ev her dû hêz ji gelên azadîxwaz re dijminin.“
’Armanca dagîrkeriyê çewisandina vîna gel e’
Ebdo da zanîn ku armanca êrişên dagîrkeriya tirkî yên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, têkbirina projeya Biratiya gelan e û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiyê dixwaze xeta demokrasî û azadiyê tine bike. Dagîrkerî projeya Netewya Demokratîk li ser xwe xeter dibîne û bi riya bicihkirina malbatên çeteyan li xakên dagîrkirî, dixwaze gelên herêmê yên resen tine bike û ji cêhanê re bibêje ku hejmara Kurdan li herêmê kêm e. Projeya xwe ya guhertina demografî bi her şêwazî dewam dike. Herwiha dewleta tirkî ya dagîrker bi êrişan, îradeya gel bişkîne. Dagîrkerî bi êrişên xwe yên ser sivîlan, polîtîkaya xwe ya qirkirinê didomîne. Siyasetên wê yên dagîrkeriyê li tevayiya qadan têk diçû, lewra ew bi awayekî hovane êrişî Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê dike”
’Yekîtya gelên herêmê wê serkeftinê misoger bike’
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Mistefa Ebdo  da zanîn ku yekîtiya gelên herêmê wê planên dagîrkeran vala derxe û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de ya herî girîng birêxistinbûne. Pêwîste gelên herêmê xwe bi rêxistin bikin û li derdora rêveberiya xwe bibin destek. Piroje û fikrê Neteweya Demokratîk, ji gelên rojhilata navî re xelasiya ji dagîrkerî û serdestiyê ye. Lewra divê gelên herêmê li gor wê xwe pêş bixin û nirxên hatine bidestxistin biparêzin. Ji her demê zêdetir pêwîstiya  gelên herêmê bi yekrêziyê heye.”
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.