Rojnameya Ronahî

Cemîl Bayik: 14’ê Tîrmehê ruhê serketinê ye

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku Berxwedana 14’ê Tîrmehê derbeke mezin li dagirkeriya Tirk xist û got, 14’ê Tîrmehê ruhê serketinê ye, rabûna li ber desthilatdarî, koledarî û xiyanetê ye.
Bi wesîleya salvegera Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin ya 14’ê Tîrmeha 1982’an li Zindana Amedê hate kirin, Hevserokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Cemîl Bayik axivî.
Cemîl Bayik di şexsê çalakvanên 14’ê Tîrmehê de hemû şehîdên azadiyê û demokrasiyê bi bîr anî û wihq got: “Dema ku em behsa 14’ê Tîrmehê dikin hevalê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf, Alî Çîçek hema tê bîra mirovan. Ji ber ku van hevalan çalakiyeke pir mezin kirin. Vê çalakiyê ne tenê li ser partî, milîtanên partiyê, gelê Kurd bandor kir. Li ser gelên Tirkiyeyê, rejîma Tirkiyeyê, gelên herêmê û stratejiya NATO’yê bandor kir. Ji ber wê çalakiyeke dîrokî ye û pir mezin e.”
’Armanca 12’ê Îlonê bêbandorkirina hêzên dijberê Natoyê bû’
Bayik da zanîn ku armanca darbeya leşkerî ya li Tirkiyeyê çi bû, tesfiykirina tevgera Kurd ya azadiyê bû û wiha got: “Armanca wan pêşî tevgera Kurd ya azadiyê tesfiye bikin, li Tirkiyeyê tevgera sosyalîst demokratîk tasfiye bikin, Tirkiyeyê li ser wê stratejiyê amade bikin, li ser wî esasî dewleta Tirkiyeyê li ser Rojhilata Navîn jî hêza ku li dijî NATO’yê hemûyan bêtesîr bike û Rojhilata Navîn li gorî wê stratejiyê amade bikin. Bi vî rengî karibin hem Sowyetê dorpêç bikin û têk bibin hem jî Rojhilata Navîn bi dest bixin û li ser wî esasî karibin li cîhanê armanca xwe pêk bînin. Ji bo wê ceneralên Tirkan li ser wan armancan li Tirkiyeyê hikumekî faşîst bi pêş xistin. Hem li dijî tevgera azadiyê ya Kurd, hem jî li dijî tevgera sosyalîst demokratîk ya li Tirkiyeyê, Tirkiye kirin zindanek. Zindana ku li dijî hikumê 12’ê Îlonê disekinî zindana Diyarbekir bû. Zindana Diyarbekir ti carî li ber dewleta Tirkiyeyê stuyê xwe xwar nekir.”
Li Amedê gotin ya dewlet yan jî PKK wê bi ser bikeve
Bayik da xuyakirin ku ji bo bighêjin aramnca xwe şerekî psîkolojî û taybet li zindana Diyarbekerê dimeşandin û wiha got: “Tenê zindana Diyarbekir mabû, bi hemû hêza xwe dihat ser. Eşkere digotin; ‘ya dewletê qezenç bike, ya PKK wê qezenç bike. Em dewlet in, îmkanên me hene, her tişt di destê me de ne, hûn jî di zindana me de ne, dinya jî li pişt me ye. Dest ji PKK, Rêber Apo, vê xetê, gelê Kurd, li nirxên mirovahiyê berdin. Wê demê hûn dikarin bijîn. Li gel wê jî êşkence bêsînor dikirin. Li zindana Diyarbekirê hevalên ku pêşengî ji têkoşînê re dikirin, hinek di navenda PKK’ê de cih girtibûn. Çawa li derve kar kiribûn, li zindanê jî dîsa wesfê xwe pêk dianîn. Li Kurdistanê gelek berxwedan çêbû, şehadet çêbû. Bi esasî jî tevgera şoreşgerî sosyalîst, demokrat çi li Kurdistanê çi li Tirkiyeyê derketin derve. Bi giranî berê xwe dabûn qada Rojhilata Navîn.”
Xwestin berê tevgera me bidin Ewropayê’
Bayik diyar kir ku di nava tevgera sosyalîst demokrat û azadî de gelek pirsgirêkên giran li derve ve rû dabûn û wiha got: ” Li ser tevgera me jî zext û destwerdan hebûn. Dixwestin ku berê tevgerê jî bidin Ewropayê. Ji bo tevger careke din berê xwe nede welat. Rêber Apo ji bo pêşî li koçberiyê, tasfiyeyê bigire gelek kar kir. Bi şev û roj xebitî. Di nava şert û mercên giran û şer de, di nava bêderfetiyê de li ser kadro sekinî. Hem ji aliyê îdeolojîk ve bi rêxistin kir hem jî ji aliyê leşkerî ve. Pêşiya ew karê ku dixwestin berê tevgerê bidin Ewropayê û tasfiyeyê bikin, girt. Di kadro de kombûnek çêkir, careke din li ser armancên tevgerê, xeta tevgerê kadro ava kir. Û amade kir. Berê kadro da welat. Dema ku Rêber Apo ew kar dimeşand, li zindana Diyarbekir jî bi pêşengiya hevalên Xeyrî, Mazlûm wan de têkoşîneke bêhempa dihate kirin.”
’Berxwedana li zindanê ji Rêber Apo re bû alîkar’
Bayik da zanîn ku Rêber Apo ji têkoşîna li zindana Diyarbekirê sûd wergirt ku karibe pirsgirêkan bi hêsanî çareser bike, karibe tevgerê komî ser hev bike û berê tevgerê bide welat. Ew berxwedana li zindana Diyarbekir çêbû, berxwedana li Rojhilata Navî çêbû hevdu temam kir. Li ser vê bingehê gerîla berê xwe da welat. Li ser wê pêngava 15’ê Tebaxê pêk hat. Eger li zindana Diyarbekir ew berxwedan nebûya, li qada Rojhilata Navîn jî ew karên ku Rêber Apo pêş dixist, wê bi zehmetî pêk bihata. Berxwedana zindana Diyarbekir, di wê berxwedanê de ew çalakiya 14’ê Tîrmehê pêşiya hemû ferasetên derveyî xeta PKK’ê ji holê rakir. Xizmet ji karên Rêber Apo kir. Ji ber wê ji xwe Rêber Apo di nirxandinê xwe de got, ‘Li welat heta ku me 15’ê Tebaxê bi pêş xist, zindana Diyarbekir têkoşîn dimeşand. Wêya PKK temsîl kir, gel temsîl kir, ji bo me derfet û firsend çêkir ku em karibin li Rojhilata Navîn xwe amade bikin û daxwazên wan pêk bînin’”
Tenê can û îdeolojiya wan hebû’
Bayik da zanîn ku Çalakiya 14’ê Tîrmehê xeta Rêber Apo di şertê pir zor û zehmet de, di nava bêderfetiyê de xiste meriyetê de û got: “Dema ku mirov xeta Rêber Apo baş fêhm bike, pêk bîne, mirov dikare encamên mezin çêbikin. Ev ne girêdayî ye bi derfetan. Eger mirov li îmkanan behs bike, di destê wan hevalan de ti îmkan tune bû. Tenê canê wan, îdeolojiya wan hebû. Bi îradeyeke xurt li dijî dijmin sekinîn. Hem jî li dijî dewleteke weke dewleta Tirkiyeyê sekinînin. Di nava bêderfetî, zor û zehmetiyê de derbên mezin li wê dewletê xistin û serketin bi dest xistin. Eger tevgerek li zindanê xwe ispat neke, kes bi wê tevgerê bawer nake. Berxwedana li zindana Diyarbekir derbeke mezin li dagirkeriya Tirk xist.”
14′ê Tîrmehê ruhê rabûna li ber xiyanetê ye’
Bayik diyar kir ku ruhê 14’ê Tîrmehê ruhê azadî û demokrasiyê ye û got: “14’ê Tîrmehê ruhê serketinê ye. Ruhê li dijî desthilatdariyê, koletiyê, xiyanetê û teslîmiyetê disekine. Di wî ruhî de, di her şertî de rabûna bi berpirsyariyê heye. Di her şert û mercî de afirandina çareseriyê ye. Berpirsyarî û çareseriyê bi ser dixîne. Di wî ruhî de îradeyek, dilekî pir mezin heye. Di wî ruhî de hezkirina li welat, gel, mirovahî û xwezayê heye. Di her şertî de ji bo wan têdikoşe. Têkoşîna ku xizmetê ji gel, însaniyetê, azadiyê, demokrasiyê û welat nake ti carî qebûl nake. Di wî ruhî de ji bo xwe rojekê, kêliyekê jî najî. Xwe ji her alî ve dixe xizmeta gelê xwe, mirovahiyê, partî, hevaltî, Rêber Apo. Vê yekê ji xwe re dike esas û tê de israr dike. Ji ber ku ev tevger tevgereke jin û ciwanan e, li ser taybetmendiyên wan, ruhê wan hatiye avakirin, li ser wê taybetmendî û ruhî dimeşe, ji ber wê bi pêş dikeve, bi ser dikeve.”
’Bi ruhê hatiye afrandin divê têkoşîn bê meşandin’
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl BayiK balkişand ser berxwedana gerîlayan li çiyayên azad û axaftina xwe wiha qedand: “Çawa li zindana Diyarbekir Xeyrî, Kemal, Mazlûman, Akîf, Alî Çîçek, Ferhat wana têkoşîneke bêhempa bi pêş xistin, pelekî nû vekirin, pîvanê welatparêziyê, partîbûnê, milîtanbûnê bilind kirin, îro jî em dibînin li Zap, Metîna Avaşînê vê xetê, vî ruhî di asteke bilind de tê jiyankirin. Baweriya min ew e ku ne tenê gelê Kurd li her çar parçeyan, gelên Rojhilata Navîn jî, sosyalîst, hêzên demokrasî û azadiyê jî wê li ser wî esasî têkoşîna xwe bi pêş bixînin.”