Rojnameya Ronahî

Bazarên li ser qedera Kurdan

Farûk Sakik

Di dîrokê de li ser Kurdan gelek biryar hatine girtin. Hin dewlet-hêz li hev kom bûne û li ser qedera Kurdan biryar dane. Di van kombûn û civînan de hîç Kurdan cîh negirtiye. Ji Peymana Lozanê bigire hetanî peymanên li Soçî, Tehran, Enqere û Baxdayê ji bo dagîrkirin û qirkirina Kurdan bi sedan lihevkirinên wan çêbûne.

 

Aha va mînaka herî dawî. Li Madrîdê civîna NATO’yê. Roja 28’ê Hezîranê li paytexta Spanya Madrîdê, bi serpereştiya Sekreterê Giştî yê NATO’yê, rayedarên hikumetên Swêd û Fînland li gel rayedarên dewleta Tirkan kom bûn û peymanek îmze kirin.

 

Mixabin nûnerên welatên ku bi demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan tên naskirin, bi kesekî totalîter, êrişkar, şerxwaz û destbixwîn re, bi kesekî weke Recep Tayîp Erdogan re rûniştin û destê wî girtin û pê re li hev hatin.

 

Ev peyman ji deh xalan pêk tê. Dema ku mirov li naveroka vê peymanê dinêre, ev peyman bi temamî li dijî gelê Kurd û deskeftên gelê Kurd hatiye nivîsandin û meşruiyetê dide êriş û dagirkeriya dewleta Tirk.

 

Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Gelê Kurd, çi zerer nedaye NATO, Swêd û Fînland. Bileks şerê dijî DAIŞ’ê û tundrewên wek wê de, hêzên Kurdistanî berjewendiyên van welatan jî di nav de, berjewendiyên cîhana demokratîk û mirovatiyê, bi bedelek gelek mezin parastin.

 

Nûnerên gelê Kurd li Madrîdê nebûn û di van hevdîtinan de Kurd ne teref bûn. Lê mixabin li ser qedera Kurdan bazar hatin kirin û dijî Kurdan biryar hatin standin û peyman hatin çêkirin.

 

Li vê derê ez dixwazim bipirsim; gelo ev helwest çiqas exlaqî ye û wîjdanî ye? Gelek kes ji we dema diaxivin, dibêjin em metirsiyên dewleta Tirk yên ewlekariyê di cî de dibînin. Gelê Kurd ku di bin êrişên dewleta Tirk de ye û bi qirkirinê re rûbirûye, çima hûn metirsîyên gelê Kurd jî berbiçav nagirin û vê rastiyê jî nabînin?

 

Li ser vê peymanê helwesta Kurdan:

  • Heqê çi sazî, dewlet û kesan nîne, bê ku ji Kurdan bipirsin li ser Kurdan peymanan çêkin û rêxistinên Kurdistanî mehkum bikin.
  • Ev peyman rê li lêgerînên aştî û diyalogê digre, rê li ber êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk vedike û destê şerxwazan xurt dike.
  • PKK rêxistinek terorîst nîne û beşek mezin ji Tevgera Azadiya Gelê Kurdistanê ye û ji bo azadiya gelên Kurdistanê têdikoşe.
  • PYD û YPG, di şerê dijê DAIŞ’ê de hevkarê Koolîsyona Navneteweyî ne û di vî şerî de bedelên giran dane û dijî dewleta Tirk ne tehdîd in. Heyîna Rêveberiya Xwser ya Bakur û Rojhilata Sûriyê, di tekoşîna dijê DAIŞê û hêzên tundrew de, pêwîst e weke garantiyeke bi dest bê girtin û bê destek kirin û statûyek destûrî jê re bê dîtin.
  • Jiber zext û îşkenceyên dewleta Tirk, gelek siyasetvanên Kurd mecbûr mane derkevin derveyî welat. Nabe siyasetvanên Kurd û penaberên siyasî, radestî rejîma Erdogan bêne kirin.

 

Kurd bang li rayedarên NATO, Swêd û Fînland dikin ku helwesta xwe li ber çavan re derbas bikin, nebin hevkarên şerxwaz û zaliman, di meseleya Kurdî de bibin hevkarê lêgerînên diyalog û aştiyê. Her weha bang li gelên Swêd û Fînlad dikin ku ew jî li hember vê peymana neheq derkevin û dostaniya navbera gelan de xurttir bikin.

 

Lê tiştek din ku Kurdan moralîze dike jî heye. Roj bi roj li van dewletan hejmara dostên kurdan zîde dibin. Li dijî wan biryarên ku rayedarên dewletên wan dane, derdikevin.