Saturday, July 18, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tişta Diqewime, Itîfaqa Tarî Ya Gladyo Li Ser Kurdan E

08/07/2022
in QUNCIK NIVÎS
A A
Dizên mirîşkên Efrînê û wantirên Zap û Avaşîn, yek in
Share on FacebookShare on Twitter

Fener…

Idrîs Henan

Careke din Kurd dibin mexdûrên lihevkirin û lihevhatinên serdestên dunyayê û peymanek dişibe ya Lozana 1923’an li dijî îradeya azad û hebûna têkoşîna Kurdan mihur dikin. Di civînên lihevker de, xalên ku dijatiya gelan rêz dikin û çiqas pencereyên bêhna serfiraziyê têre werin, digirin û pêşeroja têkoşîna gelan reş dikin. Tişta ku di 28 Hezîranê, meha borî, li paytexta Spanyayê Medrîdê qewimiye, hevpeymana tarî ya Gladyoya NATO’yê ye. Tişta li ber çav, tevgera çewsîner a faşîzma herêmî Tirkiyê û Erdogan bû, lê di rastiya bûye peyman û li ser kaxezan mihur bûye de, vîna desthilatdariyê ya têkbirina hemû têkoşînên demokrasî û azadiyê ye. Cewherê lihevkirinê ew e ku; Tirkiyê naxwaze gelê Kurd bi azadî bijî, di heman demê de, Amerîka û welatên Yekîtiya Ewrûpa jî naxawazin desteka têkoşîn û berxwedana Kurdan bikin. Di bingeha wê de; tunekirina projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatî Sûriyê heye ku faşîzma Tirk hewl dide bi tunekirina Kurdan re, xeta Iskenderon, Heleb, Reqa û Mûsilê bixe bin gerantiyê. Bi gotinek din, sînorên Mîsaqa Milî xêz bike û xwe li rewşa beriya Lozanê biqelibîne.

Heyama heyî jî, vê yekê rave dike ku beriya nod û neh salan, hêzên cîhanî di rewşeke welê de jiyan dikirin ku dawî li sultantiya Osamanî ya nexweş anîn û li hev parve kirin. Îro û duh dişibin hev û din. Eger gotin rast be, dawîtirîn hêviyên demokrasiyê li Madrîdê hatin desteserkirin û jinavbirin. Eger Fînlanda û Swêdê baceyên demokrasiyê yên nîv vekirî bûn, ew jî hatin girtin. Bê guman, heza herî biqezenc, yekdestariya hegemoniya navendî ye. Ango Amerîka û dewirûberên wê yên hegemonîk in. Ji ber vê jî, weke belgeya stratejîk, nav lê hate kirin. Ji bona wê jî, çawa ku keleha bêalîtiyê têk birin, Rûsya û Çîn weke dijminên sereke dane pênasekirin. Lê di bingeh de, civîn û lihevkirinên eşekere û yên nepenî yên rûdane, tevî planên hatine danîn, li dijî daxwazên Kurdan ên hebûna bi rûmet bûn. Li ser vê bingehê mirov dikare bibêje ku; çendîn êrişên li ser Kurdan û tevgera wan a şoreşger hene, bi serpereştiya hêza dînamîk a galdyoyê ne.

Kirîzên siyasî û aborî, pevçûnên mezhebî û etnîkî, koçberkirina bi milyonan bi darê zorê, navendên terorîst, teqîn, êrişên xwekuj û bi hezaran kuştî û birîndar, rastiya herêmê ya beriya sed salî tîne ber çavan. Di wê heyamê de, danûstandin û lihevkirinên Lozana duyemîn a 1923’an pêk hatin ku bi itîfaqa Saykis-Bîko re destwerdana herêmê hate kirin û nexşeya siyasî ya Rojhilata Navîn a îro hatin destnîşankirin.

Îroj herêm, carek din ji ber hev diçe û ber bi heyameke beriya sed salî ve diçe. Tirkiyeya ku wê çaxê ji wan herêman hatibû derxistin û nexşeya wê ya siyasî hatibû destnîşankirin, îroj hewl dide wan valetiyan dagire û ji nû ve împeretoriya xwe, weke beriya Lozanê, li wan herêman ava bike. Êriş, lihevkirin û itîfaqên heya îro rûdane, van azweriyên mêtingeriya Tirk baş îfade dikin. Ji Başûr û Rojavayî Kurdistanê bigire, heya Lîbya û tevahî xeta deryaya Spî û Rojhilatî Efrîqyayê were, li her derê faşîzma Tirk destwerdan kiriye û sûd ji nebûna nasnameyeke siyasî ya bihêz a herêmê girtiye. Eger peymana “Westfalen” ya 1648’an bi xwe re têgîna netew dewlet afirandibe, Lozanê jî sînor û tixûbên jeopolîtîka tevahiya herêma Rojhilata Navîn xêz kiriye. Çarenûsa gelên herêmê bi tevlihevkirina sînorên neteweyî yên welatên herêmê, li gorî nasnameya hemwelatibûna dewletên nû yên ku bi peymanê re hatine afirandin re, hate girêdan. Ji lew re, tiştek bi navê Kurdistan nehiştin û qonaxek dagirkeriya nû li herêmê dest pê kir.

Îro jî hewldanek bi vî rengî di nav heyamek bi vî rengî de heye. Lê gelo Kurdên îro weke Kurdên berê bê rêxistin, siyaset, serok û rêber in ku têwerî heman çalê bibin?

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn
NÛÇE

Li bajarê Dêrikê 257 şehîd hatin bibîranîn

16/07/2026
Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin
NÛÇE

Bi boneya Şoreşa 19’ê Tîrmehê, Kongra Star bi Tevgera Jinên Ciwan Komxebatek li dar xistin

16/07/2026
RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.