Darîn Silê/Qamişlo
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Welat Sadûn da zanîn ku armanca dagîrkeriya tirkî ji êrişan Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser e. Herwiha got emê li dijî êriş û balafirên dagîrkeriya Tirkan rêxistina xwe xurt bikin û parastina Neteweya Demokratîk bikin.
Dewleta Tirkan ya dagîrker û çeteyên wê ji Nîsana borî ve êrişên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirine û rojane gefên nû dixwe. Herwiha bi balafirên bêmirov û bombekirina bajar û gundewarê bakur û rojhilatê Sûriyê, kiryarên xwe yên hovane li dijî gelên herêmê didomîne. Rojane belafirên wê yên keşfê li asîmanê bakur û rojhilatê Sûriyê digerin û herêmê topbaran dikin. 
Bikaranîna balafirên bêmirov û yên şer çi li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê û çi li dijî deverên din yên başûrê Kurdistanê, rojane dibe sedema mirina welatiyan. Di heman demê de siyasetmedar û rêveberên gelê Kurd û gelên din dikin amanc û bi vê jî zagonên navneteweyî binbê dikin.
Têkildarî mijarê endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Welat Sadûn ji me re axivî û nêrînên xwe anîn ziman.
`Tirkiyê hewl dide projeya dagîrkirina Kurdistanê berfireh bike`
Welat Sadûn da zanîn ku dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe zêde kirine, zimanê xwe jî tûj kiriye û axaftina xwe wiha domand: “Êrîş û gefên dewleta tirkî ne nû ne, ji sala 2014’an ve êriş tên kirin. Destpêka şoreşê, piştî têkçûna peymana aştiyê ya di navbera PKK’ê û dewleta dagîrker de, Tirkiyê dest bi êrîşên xwe yên hovane li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê kir. Herwiha Ji bo avakirina `herêmeke ewle` li ser sînorê xwe, êrişî herêmên me dike û dixwaze armanca xwe li herêmê pêk pîne. Dema dawî êrişên xwe zêde kirine. Li kêleka wê jî gefan dixwe û hewl dide projeya xwe ya dagîrkeriya li ser Kurdistanê berfireh bike. Herwiha Tirkiye şerê Rûsya û Ukranya ji xwe re derfet dibîne. Di demekê de ku cîhan tev bi şerê Ukranya ve mijûl e Tirkiye jî êrişên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dike.”
Armanc projeya Neteweya Demokratîk e
Welat got, armanca Tirkiyê Neteweya Demokratîk û Rêveberiya Xweser e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber ku Rêveberiyeke Xweser li bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye avakirin û bi hezaran kes tê de li ser fikrê Neteweya Demokratîk, Tirkiye êrîşî vê rêveberiyê dike û dixwaze destkeftî û serkeftinên wê têk bibe. Herwiha dixwaze gelê herêmê bitirsîne û bêhêvî bike û li ser hesabê wan xewna xwe ya Osamaniya berê vegerîne. Hêviya wê ew e ku di sedsaliya Lozanê de Osmaniya kevin vejîn bike û xwn û xeyalên xwe pêk bîne.”
`Tirkiye bi balafirên xwe her kesî dike amanc`
Welat Sadûn diyar kir ku Tirkiye di hundirê xwe de pir lewaz bûye, ji ber wê nikare li ser erdê şerê me bike û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Dagîrkeriya tirkî di nava xwe de lawaz bûye, piraniya partiyên ku pê re kar dikirin, niha li dijî wê ne. Ji ber ku ji aliyê leşkerî siyasî û aborî ve lawaz bûye, nikare li hemberî me şerê rûbirû bike. Ji bo wê jî dema dawî balafirên şer pir bi kar tîne. Bi balafirên xwe her kesî dike hedef. Rojane erebeyên siyasetmedaran û sivîlan topbaran dike. Herî dawî jî li bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser Ferhad Şiblî kir hedef. Di fikrê dewleta tirkî de wisa ye ku dema fermandarek dikeve tabûr tev dikeve, lê ew nizane ku dema fermandarek şehîd dikeve bi hezaran fermandar li ser şopa wî tên birêxistinkirin. Berî demekê jî Apê Yûsiv û her du neviyên wê kirin hedef. Tirkiye bê ferq û cûdayî êriş dike. Apê Yûsiv ne kesayeteke siyasî ne jî leşkerî bû, kesayeteke civakî û welatparêz bû.”
Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk Welat Sadûn di dawiyê de got, wek Partiya Yekîtiya Demokratîk emê li dijî êrişan rêxistina xwe xurt bikin û parastina projeya Neteweya Demokratîk ya ku bi fîkir û felsefeya Rêber Abdulla Ocalan hatiye avakirin bikin. Herwiha bang li hêzên navneteweyî, bi taybet Rûsya û Emerîka kir ku balafirin şer yên Tikiyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê qedexe bikin û zexê li Tirkiyê bikin ku balafirên xwe bide sekinandin.





