Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

“Em bi saya keda Rêbertiyê, şehîdan û berxwedana gerîla dijîn”

03/07/2022
in ROJEV
A A
“Em bi saya keda Rêbertiyê, şehîdan û berxwedana gerîla dijîn”
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Têkildarî êriş û gefên dewleta tirkî ya dagîrker, Ebîr Elî Şîtî got, armanca êrişan parçekirina rojavayê Kurdistanê û derxistina şerê navxweyî ye.

Dîrok dibe şahida zilm û dagîrkeriya dewleta tirkî ya li dijî gelên azadîxwaz bi taybetî gelê Kurd. Dewleta tirkî ya dagîrker, bi plan û kiryarên xwe yê qirêj yên li ser gelên bakur û rojhilatê Sûriyê, diyar dibe ku dixwaze bibe serdesta cîhanê tevê. Gelê bakur û rojhilatê Sûriyê, gelê azadîxwaz û bi taybetî gelê Kurd, li seranserê cîhanê, li hemberî gef, êriş û projeyên qirêj yên dewleta tirkî, çalakiyan li dar dixe.

Li ser mijarê endama Meclisa Jinan ya Kongreya Civaka Islama Demokratîk Ebîr Elî Şîtî, diyar kir ku dewleta tirk ya dagîrker, bi navê Ola Îslamê, rêbazê dijî mirovayiyê bi kar tîne. Ebîr axaftina xwe wiha domand: “Di demên dawî de dewleta tirk ya dagîrker êriş û gefên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirin. Armanca wê ji vê yekê ew e ku aramî û ewlehiya herêmê tê bibe. Dewleta tirk bi kiryar û sûcên xwe yên qirêj, Ola Îslamê reş dike. Îslam nabêje dagîrkirina xakan, kuştina û revandina zarok, jin û mêran helale. Divê mirovê ku bi xapandinên dewleta tirk bandor bûne hişyar bibin û bizanibin ku ev lîske. Divê bibînin ku tiştê Erdoxan dike, bi ola Îslamê eleqedar nake.”

`Armanc şkandina vîna gelê Kurd e`   

Ebîr herwiha got, tişta ku dihêle dewleta tirkî evqas har û dîn bibe, hevgirtina gelên bakur û rojhlatê Sûriyê û îradeya gelê Kurd e. Ebîr Şîtî got, armanca dewleta tirkî ji van êrişan li ber çavê cîhanê tevê tê dîtin. Bi van gef û dagîrkirina xwe dixwaze vîna gelê Kurd bişkîne û Împaratoriya Osmanî vegerîne. Ji bo têkbirina van planan yekîtiya gelan pir girîn û pêwîst e.

Ji bo têkbirina planên dewleta tirkî Ebîr Şîtî wiha axivî: “Bila dewleta tirkî vê baş bizane ku çiqas êrişên xwe zêde bike, wê nikaribe vîna me bişkîne. Lewra em li ser soz û şopa şehîdên xwe ne ku bi saya wan em niha azad dijîn. Heta pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan wê siyasetmedar di hevdîtinên xwe, hunermend bi dengê û mûzîka xwe, şervan bi çekên xwe û gel jî bi dengê xwe, li ber xwe bidin.”

`Armanca komployê pêk nehat û wê pêk neyê`

Endama Meclisa Jinan ya Kongreya Civaka Islama Demokratîk Ebîr Elî Şîtî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Armanca hêzên serdest ji komploya li dijî Rêber apo, qirkirina fikir û felsefeya azad û demokratîk bû. Herwiha ji bo gel û Rêbertiyê ji hev qut bikin, bi salan e tecrîda giran li ser Rêbertiyê didin meşandin. Lê ew nizanin ku her mirovê aşiqê jiyanê azadiya xwe di fikir û felsefeya Rêbertiyê de dibîne. Ji berwê, wê ti hêzên serdest bi taybetî dewleta tirkî ya dagîrker, nikaribe me û rêberê gelan Abdullah Ocalan ji hev qut bike. Em bi saya keda Rêbertiyê, şehîdan û berxwedana gerîla li ser xaka xwe birûmet û azad dijîn.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.