No Result
View All Result
Civat û hêzên navneteweyî hê çareserkirina dosyaya çeteyên DAIŞ’ê yên di girtîgehên Rêveberiya Xweser û malbatên wan yên li Kampa Holê paşguh dikin. Rojbiroj sûcên kuştinê li kampê zêde dibin. Siyasetmedarekî hişyarî li ser kombûna çeteyên DAIŞ’ê li cihekî bê ku werin cezakirin da.
Kampa Holê 45 km dikeve rojhilatê bajarê Hesekê û ya herî xeter di cîhanê de ye, ji ber ku malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên herî tundraw lê hene ku sûcên qetilkirinê û hewldanên reva ji kampê dikin.
Kamp ji 9 beşan pêk tê. Li gorî rêveberiya kampê, di kampê de 56 hezar û 97 kes dijîn, ji wan 29 hezar û 152 kesên iraqî, di nava 7 hezar û 791 malbatî de hene. Her wiha 18 hezar welatiyên sûrî ku ji 4 hezar û 998 malbatan pêk tên hene.
Di beşê 9’an ê taybet bi malbatên DAIŞ’î de 8 hezar û 109 kes hene ku di nava 2 hezar û 416 de malbatan de ne. Ev malbat ji 54 nasnameyên biyanî ne. Her wiha derdora 12 hezar çete di girtîgehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hene.
Ji destpêka 2022`an ve di Kampa Holê de 24 kes hatine qetilkirin, 13 kes jî birîndar bûne, her wiha zêdetirî 27 hewldanên revê çêbûne.

Li gorî aliyên ewlehiyê yên kampê, zêdetir rewşên kuştinê ji aliyê jinên DAIŞ`î ve têne kirin ku bi fikrên DAIŞ ê tundraw de ve girêdayî ne. Jinên DAIŞ’î, jinên din tawanbar dikin ku dûrî fikirê wan dikevin û bi rêya dadgehên ku ji aliyê wan ve di hundirê kampê de hatine avakirin têne darizandin. Bi vê yekê parastina fikirên DAIŞ`î yên tundraw dikin.
Pisporên terora navneteweyî hişyarî ji mabûna dosyaya çeteyên DAIŞ’ê bê çareserî da. Her wiha teqez kir ku girtîgeh û kampên ku çeteyên DAIŞ`ê di wan de dijîn dê bibin çavkaniya terorê û dibe êrişên bi armanca revandina wan werin kirin mîna li Afganistan û girîgeha Sînaa ya Hesekê rû dan. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û QSD’ê gelek caran banga çareserkirina vê dosyayê kir da ku xeterî ji holê rabe.
Tevî xeteriya mezin a çeteyên DAIŞ’ê, civata navneteweyî û hêzên cîhanî erkên xwe yên çareserkirina vê dosyayê paşguh dikin, nemaze ya avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyan.
Siyasetmedar Mihemed Xelef got mabûna dosyayê bêyî ku were çareserkirin xeteriyeke mezin li ser tevahî gelan e û wiha axivî: “Kombûna çeteyên DAIŞ`ê di Kampa Holê de xeteriyeke mezin çêdike. Ji ber ev yek derfetê dide wan ku xwe jinûve bi awayekî mezintirî û li gorî fikrên radîkal birêxistin bikin. Kampa Holê çavkaniya terora cîhanî ye.”
Mihemed Xelef got Kampa Holê mîna bombeyeke li ber teqînê ye, dibe di kîjan kêliyê de biteqe û bi wiha domand: “Em xeteriya DAIŞ`ê baş dizanin. Ji ber em bi vê xeteriyê re li ser rûyê erdê rû bi rû man û me dît”
Xelef destnîşan kir ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa ya bajarê Hesekê ya destpêka 2022`an, nîşaneya xeteriya çeteyên DAIŞ`ê û Kampa Holê ye û got êrişa li ser girtîgehê destpêka plana vejandina DAIŞ`ê bû da ku piştî wê Kampa Holê be û ev tişt anî ziman: “Dewleta Tirk dixwaze DAIŞ`ê li herêmê vejîne. Ji ber di asta yekemîn de ew, di serî de serokê wê Erdogan û AKP`ê sûdê jê digrin.”
Mihemed Xelef hişyarî ji bandorên paşguhkirina civak mijara darizandina çeteyên DAIŞ`ê û çareserkirina dosyaya wê ji aliyê civata navneteweyî ve da û wiha axivî: “Hiştina DAIŞ’ê bê darizandin pêşeroja herêmê bi xeteriyeke mezin re rû bi rû dihêle. Ev jî tunekirina DAIŞ`ê careke din zehmet dike.”
Xelef diyar kir ku xeteriya DAIŞ`ê li ser herêmê bi hewldana dewleta Tirk a dagirker ên xurtkirina DAIŞ`ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve girêda ku bi vê yekê dixwaze armancên xwe yên avakirina osmaniya nû li ser asteke mezin li Rojhilata Navîn û di bin navê Îsalamê de, pêk bîne.
Mihemed Xelef bang li civata navneteweyî kir ku erka xwe li hember dosyaya DAIŞ`ê pêk bîne, dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike û got: “Ji ber xeteriya çeteyên DAIŞ’ê di radeya yekemîn de li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ji ber vê yekê ne mentiqî ye ku DAIŞ’ê li herêmeke din werin darizandin.”
ANHA
No Result
View All Result