Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Endamên PYD’ê: Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga navxweyî pêkan e

26/06/2022
in ROJEV
A A
Endamên PYD’ê: Çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga navxweyî pêkan e
Share on FacebookShare on Twitter

Endamên PYD’ê gotin partiya me doza kurdî dozeke nîştimanî û mafdar dibîne û diyar kirin ku çareseriya krîza Sûriyê bi diyalog, jiyana hevbeş û Sûriyeke demokratîk, nenavendî û pirreng pêkan e.

FacebookTwitterWhatsAppTelegram

18-19-20 vê mehê kongreya 9’an ya PYD bi beşdariya 700 delegeyên endamên partiyê hat lidarxistin. Beşdarên kongreyê diyar kirin ku doza kurdî li Sûriyê dozeke mafdar e û teqezî li ser çareserkirina krîzê kirin.

Girîngiya diyalogê ji bo têkbirina planên dagîrkeriya tirkî

Girêdayî mijarê, hevserokê PYD’ê yê kantona Qamişlo Mihemed El-Şumerî diyar kir ku di kongreyê de hat gotin çareseriya krîza Sûriyê bi diyaloga sûrî-sûrî pêkan e, çi bi riya lihevkirinên siyasî di navbera hikumeta Şamê û Rêveberiya Xweser çi bi hêzên demokratîk ên opozîsyonê,

 ‘Dewletên destwerdan kirîn ji çareserkirina aloziyê dûr dikevin’

El-Şumerî got, divê krîza Sûriyê bi diyaloga li gel opozîsyona demokratîk bê çareserkirin. Lewra `Îtîlafa Sûriyê` nûnertiya gelê Sûriyê nake, li gorî berjewendiyên xwe yên şexsî kar dikin. Divê ji aliyê gelê Sûriyê ve yê li hundir ve, ne yên di hembêza dewleta Tirkan ya dagirker de xebateke mezintir bê kirin.”

Mihemed El-Şumerî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya diyaloga sûrî-sûrî û got: “Dewletên destwerdan di kar û barên Sûriyê de dikin, li gorî berjewendiyên xwe yên herêmî û navnetewyî kar dikin.”

‘Jiyana hevbeş, civakeke azad û jiyaneke birûmet’

Derbarê mijarê de, endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Şerîfe Hisên diyar kir ku di encamnameya kongreyê de biryara avakirina civakeke azad û jiyaneke hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de bûn.

Şerîfe Hisên got: “PYD’ê ji bo danûstandin û lihevkirinê amade ye bi hemû aliyên siyasî yên kurdî û sûrî re bicive, çareserkirina krîza Sûriyê bi diyaloga sûrî-sûrî yan jî her lihevkirinekê ku gelê Sûriyê rizgar dike, pêkan e.”

Di kongreya 9’an a PYD’ê de Salih Mislim û Asya Ebdullah wek hevserok, meclisek ku ji 145 endaman û Komîteya Disîplînê ku ji 7 endaman pêk tê, hatibûn hilbijartin.

ANHA

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.