Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Dagîrkeriya li Kurdistanê tecrîda li ser Rêber Apo ye`

26/06/2022
in ROJEV
A A
`Dagîrkeriya li Kurdistanê tecrîda li ser Rêber Apo ye`
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Rêveberê Ofîsa Rêxistinî ya TEV-DEM Ayid Îbrahîm got, dagîrkeriya li Kurdistanê, tecrîda li ser Rêber Apo ye. Herwiha bang li gelê azadîxwaz, bi teybetî gelên bakur û rojhilatê Sûriyê kir ku, bi têkoşîna xwe ji tecrîdê re bibin bersiv û pêngava azadiya Rêber Abdullah Ocalan xurt bikin.     

Tirkiyê bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocelan pêk tîne. Rojbiroj tecrîdê girantir dike û êrişên xwe yên qirkirina gelê Kurd zêdetir dike. Ev 24 sal in Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmralî di binê tecrîdeke giran de ye. Dewleta tirkî û hêzên komploger yên pê re alîkar xwestin bi vê komployê gelê Kurd tine bikin û ji felsefeya wî qut bikin. Ji bo wê jî tecrîdê bi şêwazên cuda bi ser gelê ku fikrê Rêber Ocalan ji xwe re dike bingeh, de disepînin. Li gorî kiryarên dewleta tirkî ya faşîst diyar e ku êrişên niha tev dewama komploya navnetewî ne. Lewma li dijî vê tecrîdê gelê Kurd û dostên wan li seranserê cîhanê rojane çalakiyên cuda li dar dixin û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin.

Derheqê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, herwiha êrişên dewleta dagîrker yên ser gelê Kurd û girêdana van êrişan bi tecrida girankirî re, rêveberê Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk Ayid Îbrahîm ji me re axivî.

​​​​​​​`Eger Rêber Apo Azad nebe ti gelên bindest azad nabin`

Ayid Îbrahîm da zanîn ku dewleta Tirkan ya dagîrker û hêzên komploger ti caran naxwazin gelê Kurd û gelên bindest azad bibin, ji ber wê tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo pêk tînin û axaftina xwe wiha domand: “Cihê xemgîniyê ye ku rêberekî aştîxwaz û ji bo demokrasiyê kar dike di nava çar dîwaran de be. Tirkiye bi dîlgirtina Rêber Ocalan qirkirina Kurdan dike armanc. Li hemberî vê yekê pêwîst e gel kar, xebat û çalakiyên xwe zêdetir bikin. Herwiha pêngava azadiyê ya ku ji bo Rêbertiyê hatiye lidarxistin were xurtkirin. Azadiya gelekî girêdayî têkoşîna wî gelî ye, divê em li benda ti kesî nemînin ku rêberê me azad bike. Eger em bixwe Rêberê xwe ji nava lepê dijminê xwe dernexin, em gelê Kurd ti car azad nabin.”       

`50 Milyon Kurd û gelên azadîxwaz li benda dengê Rêber Apo ne`

Ayid got, tecrîda girankirî ya li ser Rêber Ocalan tê kirin sûcekî li dijî mirovayiyê ye û ne li gorî pîvan û zagonên navneteweyî ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta tirkî derfetê nade parêzer û malbata Rêber Apo pê re biaxivin. Mafê her kesê girtî heye ku bi malbat, parêzer û hevalên xwe re hevdîtinê bike û ji mafê xwe yê jiyanê qut nebe. Mixabin Tirkiye ji ber ku ji fikir û ramanê Rêbertiyê ditirse, naxwaze ti kes dengê wî bike. Dagîrkeriya tirkî çiqas xwe dewleteke mezin dibîne, lê ji hişmendiya Rêber Apo ditirse. Em rêbaz û hovîtiya Tirkiyê ya ku li ser Rêberê me tê meşandin qebûl nakin û emê li dijî rê û rêbazên wê têkoşînê xurttir bikin. Heta ku em Rêber Apo azad bibînin. Çimkî 50 milyon Kurd û gelên azadîxwaz li benda dengê Rêbertiyê ne. Çimkî ev deng rastî, bawerî, vîna gel, biratiya gelan û azadiya wan nîşan dide.”          

`Dagîrkeriya li ser Kurdistanê, tecrîda li ser Rêber Apo ye`

Ayid bîr xist ku, dagîrkeriya li ser Kurdistanê, tecrîda li ser Rêbertiyê ye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Tirkiye ji bo ku dewamkirina komployê bike êrişên xwe zêdetir dike. Êrişên ku li ser herêmên Parastina Medya, Şingal û rojavayê Kurdistanê tên kirin, tev girêdayî tecrîda li ser Rêbertiyê ne. Ji ber wê jî dagîrkeriya tirkî dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe, herwiha projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan bêbandor bike. Yê ev proje danî Rêbertî bû. Ji bo wê jî têkiliyên gel û Rêber Apo qut kirine. Mixabin dewletên serdest û hêzên ku niha li Rojava dixebitin, yên weke Rûsya û Amerîka jî hevkar in û li gorî berjewendiyên xwe kar dikin. Ne ji bo berjewendî û azadiya gelan kar dikin. Ev dewlet in ku Rêberê me dîl girtîn û teslîmî dagîrkeriya tirkî kirin.”

Rêveberê Ofîsa Rêxistinî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayid Îbrahîm di dawiyê de got, ya girîng ew e ku em bikarin hêza xwe bi xwe mezin bikin û xwe bi rêxistin bikin. Herwiha wek gelê Kurd yên li bakur û rojhilatê Sûriyê em şopdarên riya Rêber Apo ne. Niha jî bi rûhê felsefeya Rêber Apo em tevayiya sazî û destgehên xwe bi rê ve dibin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.