Rojnameya Ronahî

Civak û Şênî

Sîpan Şînda

 

Civaka Kurd civakeke gelek belawela ye. Hem ji ber ku welatê me çar qet e, hem jî her çar welatên dagîrker welatiyên Kurd tert û belav kirine. Gelek Kurd ji welatê xwe derketine û li dinyayê bi taybetî ji li Ewropa belav bûne. Hinek ji ber xîzaniyê lêbelê pirrê wan ji ber işkenca û zilima dijminî welatê xwe terikandine. Jixwe li welatê xwe herr roj ji aliyê dagîrkeran ve tên bombebarankirin, talankirin û kuştin. Zarokên Kurdan her roj li mala xwe, li dibistanê, li kolanê tên kuştin û ji aliyê dijminên dagîrker ve wek “terorîst” tên îlankirin û li dunyayê têt belavkirin. Kuştina zarokên neh deh salî ne bes e, li ser halê xwe re jî dibin terorîst!

Bêguman dagîrker ne tenê bi kuştinê ve mijûl in. Ew planên xirabtir dikin û li ser Kurdan didin meşandin. Ev sed sal in ew di civînên xwe yên herî girîng û astên bilind de planan çêdikin ka wê çawa welatiyên Kurd kêm bikin. Bi taybetî li Tirkiyê li ser vê mijarê dewletê gelek serê xwe êşandiye û bi awayekî pisporî, heta bi awayekî qirêj vê polîtîkaya xwe bi rê ve dibe. Berê bi rêya radio, TV û rojnemeyan, îro ji gelek alavên din jî ser ve kirine û binhişiya civaka Kurd dagîr dike da ku zarokan çênekin yan jî kêm çêkin. Heta salên 1990 an jî ji pergalê re gelek zehmet bû ku rêjeya zarobînê di nava Kurdan de bêxe bin destê xwe. Piştî ku gundên Kurdan hemû şewatindin û Kurd li bajaran kom kirin, êdî ji wan re rehettir bû ku rêjeya zarobînê kontrol bikin. Ji aliyekê ve her tim êrîşî binhişiya civakê kirine û zarok çêkirin weke tiştekî paşdemayî dane pêş. Ji aliyê din ve jî bi rêya dermanan gelek jinên Kurd yên li halekê zarokên wan ji ber wan birine. Bi vê jî nemane, bi hêceta nexweşiyan gelek jinên Kurd derzî dane û şixre kirine û ji wan re gotine ji ber nexweşiya bi te re derketî êdî zarokên te çênabin. Lê ya ji vê xirabtir, dagîrkirina binhişiya civakê ya derbarê zarokçêkirinê de bû. Evê weke her tiştî nêrîna civakê ya di vî warî de jî guhert. Di nava Kurdan de zarokçêkirin û zêde zarokheyîn weke tiştekî pîroz dihat dîtin. Hem şert û mercên jiyana civakî û hem jî ya olî li ser malbatan ferz dikir ku zarokan çêkin. Lêbelê pergalê bi rêya propagandayê ev yek guhert. Bi taybetî jî di nava nifşên nû yên diçin zanîngehan dixwînin de ev hişmendî pirr pêş ketiye. Pirrê xwendayên Kurdan dema dizewicin êdî zarokekê-duduyan çêdikine û hew. Ji ber wê jimara Kurdan li bakurê Kurdistanê li gorî berê kêmtir dibe. Lêbelê ji aliyê din ve jî desthilatdarî her roj bangî Tirkên xwe dike û dibêje wan zarokan zêde çêkin. Pergal di vî warî de dizane ka çi dike, lêbelê Kurd di xewê de ne.

Min di raporeke Lijneya Berevaniya Neteweyî (MGK) ya Tirkiyê xwendibû ku tê de digotin; heke ev hal dewam bike wê di 2050 yê de jimara Kurdan ji ya Tirkan bibore. Ji ber wê divê pêşî li vê yekê bê girtin. Va ye îro em êdî encamên tedbîrên pergalê yên di vî warî de dibînin. Jixwe Kurd di warê ziman û çandî de li Bakur têk çûne, va ye îro di warê jimarê de jî paş ve diçin û jixwe pergal jî vê dixwaze. Ka emê çawa bikarin vê bi serê Kurdan bêxi ku dijmin bi zanebûn vê bi wan dide kirin!