Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Subhan Feyroz 14 sal in ji bo parastina çand û hunera Hewreman dixebite

22/06/2022
in Uncategorized
A A
Subhan Feyroz 14 sal in ji bo parastina çand û hunera Hewreman dixebite
Share on FacebookShare on Twitter

Welatiyê bi navê Subhan Feyroz ku xwedî pêdawîstiyên taybete, lê ev 14 salin ji bo komkirin û arşiv kirina sitranên Hewramî dixebite. Subhan heta niha kariye gelek sitranên Hewramî arşiv bike, her wiha pirtûk û nivîsên Hewramî çap bike.

Welatiyê ji Helebce Subhan Feyroz ji sala 2008’an ve Navenda Siyaçemane damezrandiye û kar ji bo parastin û arşivkirina çand û hunera Hewraman dike. Niha jî 1100 sitranên Hewramî yên hunermendên Hewreman li gel 12 destnivîs û 16 pirtûkan arşiv kiriye û çap kiriye.

Derbarê kar û xebatên xwe de Subhan Feyroz ji Rojnews re axivî û got; “Di sala 2008’an de li Xurmal me Navenda Siyaçemane ji bo komkirin û arşivkirina çand û hunera Hewrman damezrand. Piştre me navenda xwe veguhest parêzgeha Helebce.”

Subhan diyarkir navenda wan tenê taybet nine bi sitranan, di heman demê de ew di warê wêje, huner, çand, karên dest, zindîkirina karên li Hewreman hebûn û ber bi tinebûnê ve diçin de dixebitin. Subhan got, em cûdahiyê naxin nava Hewramî û Soranî, her wiha giringiyek taybet bi Kakeyiyan didin.

Subhan heta niha 16 pirtûkan nasandiye û çap kiriye. Her wiha 1100 sitranên Hewreman xistiye kasêt û komkiriye. Subhan piraniya wan ji Rojhilatê Kurdistanê komkiriye.

Her wiha Subhan ji du hezar destnivîsan, 12 destnivîsên Mehudxanî Dizlî û Mehmudxanî Kanî Sanayan ji wezareta derve ya Îranê wergirtiye û berdewame di anîna nivîsên din de.

Subhan behsa armanca projeya xwe kir û got: “Armanca me ji vî karî, parastina ziman û çanda Hewremane ku metirsiya tinebûnê li ser heye. Ji berku sitran zimane û diçe hemû malekê de.”

ROJNEWS

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.