Tuesday, May 20, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komîteya Aboriya jinê hewl dide aboriya herêmê pêş bixe

22/06/2022
in Uncategorized
A A
Komîteya Aboriya jinê hewl dide aboriya herêmê pêş bixe
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Armenc Mihemed diyar kir ku tevî gelek zehmetî û astengiyan, ji aliyê aboriya jinê ve gelek gavên mezin avêtine. Herwiha got, armanca me ji vî karî pêşxistina aboriya jinê li bakur û rojhilatê Sûriyê bi giştî ye.

Tevgera jinên bakur û rojhilatê Sûriyê piştî Şoreşa Rojava ji aliyê pêşxistina aborî ve pir xabat kirine û aboriya civakê pêş dixin. Lewra jin mîna tovê jiyanê ye û her tişt li derdora wê digere. Di rewşên şer û ambargoyên ser herêmê de jî, hewceyî bi avakirina aboriya civakê di serî de ya jinê heye. Herwiha bi keda jinê û berhemên wê yên baş, gelek caran ambargoya li ser bakur û rojhilatê Sûriyê hatiye şkandin.

Di şoreşa Rojava de di warê siyasî, çandî, civakî û aborî de jin xebitîn û bi ser ketin. Herwiha gelek berhem û afrîneriya jinan derket holê. Yek ji wan berhemên ku roleke avaker di nava civakê de dilîze, Komîteya Aboriya Jinê ya girêdayî Kongreya Star e. Komîteyê digel derfetên kêm, zihniyeta desthilatdar û êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê, di warê aboriyê de encameke baş bi dest xist û roleke girîng di sivikkirina aloziya aborî de lîst.

Komîteya Aboriya Jinê sala 2015`an di şert û mercên herî zehmet de hat avakirin. Ji wê demê ve komîteyê aboriya jinê bi rê ve dibe, heta niha jî kar û xebatê didomîne û jinan bi awayekî sîstematîk û rojbiroj aboriya xwe pêş dixin. Herwiha komîteyê gelek projeyên girêdayî jinê pêk anîne û bandoreke erênî li aboriya herêmê bi giştî, bi taybetî ya jinan kiriye.

Derbarê kar û xebata komîteyê de, herwiha proje û planên wan yên îsal li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêvebera Komîteya Aboriya Jinê ya Kongreya Star Armanc Mihemed ji me re axivî û diyar kir ku armanca wan ya sereke diyarkirina rola jinê di nava aboriyê de û pêşxistina çanda aboriya jinê ye. Da ku jin bixwe aboriyê bi rê ve bibe û di jiyanê de xwe nespêre ti kesî.

`Jin bi keda xwe jiyaneke nû diafirînin`

Armanc bîr xist ku armanca wan li bakur û rojhilatê Sûriyê ew e ku jin di warê aborî û çandiniyê de bi ser bikevin û aboriya xwe ava bikin da ku jin di kar û barê xwe bi keda destê xwe, xwe bi rê ve bibin. Herwiha got, em dixwazin çanda aboriya jinan ya berê vegerînin û ji civakê re bidin xuyakirin ka çawa aborî bi destê jinan tê meşandin û jiyaneke nû bi keda jinê tê afirandin.

Armanc Mihemed da zanîn ku piştî avakirina komîteyê di 2015`an de dest bi projeya çandiniyê kirine. Herwiha got, me gelek komên jinan di nava çandiniyê de bi rêxistin kirin. Dema dawî jî projeyên aboriya jinan pêş ketin û ji bilî çarçoveya xebatên çandiniyê, jin derbasî gelek xebtên din, weke xebata pîşesazî, bazirganî, sewalkarî û hwd bûn.

Hewldanên jinan di pêşxistina projeya Demsal de

Armanc bal kişand ser projeya Demsal ya ku ji aliyê komên jinan ve li herêma Cizîrê tê kirin û wiha pê da çû: “Îsal em hewl didin projeyên çandiniya avdanê li herêmê pêş bixin. Bi taybetî projeya bi navê `Demsal` ya ku di malên bilastîk de, tevayiya cureyên sebzeyên havînê, çandina daran û xwedîkirina sewalan pêk tê. Em dixwazin vê projeyê li herêmên din jî pêk bînin, da ku derfetên kar ji tevayiya jinan re peyda bibin û çandinî li herêmê baş bibe. Projeya Demsal niha li bajarê Dirbêsiyê û Dêrikê heye, tevayiya xebatkarên wê jin in.”

Armanc derbarê rewşa çandinî û sewalkariyê ya îsal de wiha got: “Berhema çandiniyê ya îsal lawaz bû. Çimkî baran kêm bariya û bandoreke neyînî li çandiniyê bi giştî kir. Ji bo wê jî wek Komîteya Aborî me pir sûd ji çandiniya îsal negirt.”

 

`Tevî zehmetiyan me gavên mezin avêtin`

Armanc behsa zehmetî û astengiyên di pêkanîna projeyên komîteyê kir û axaftina xwe wiha domand: “Li hin deveran ji ber adet û kevneşopiyên civakê yên li beramberî jinan, em di avakirina projeyên mîna projeya Demsal de rastî zehmetî û astengiyan tên. Di nava civakê de jî hin malbat kar û xebata jinê, danûstandin wê bi civakê re û tevlîbûna wê di projeyan de qebûl nakin. Herwiha projeyên aborî û yên girêdayî jinê red dikin û rê li pêşiya projeyên jinan digirin. Lê tevî zehmetî û rewşa heyî me gavên pir mezin avêtin. Me gelek kargeh vekirin û proje pêk anîn. Wek kargeha kîsan û firûna nanê alî li Reqa, Pêşangeh Mobîlya Star li Hesekê û Qamişlo û kargeha Lavîn ya dirûnê li Hesekê. Ji bilî wê jî jinan xwerekên ji bo demsala zivistanê bi destên xwe hazir dikin.”

Armanc Mihemed têkildarî plansaziyên îsal yên bi armanca xizmeta jinan, wiha got: “Ji bo birêxistinkirin û avakirina koperatîfan û aboriya jinan, herwiha zêdekirina tevlêbûna wan ji xebatê jinê re, emê li komînan civîn li dar bixin. Da ku em li gel avakirina komeleyên kooperatîfên çandiniyê, hin kargehên din yên girêdayê jinê vekin, wek kargeha qedehên kertonî û kargeha çêkirina makerona.”

Di dawiyê de rêvebera Komîteya Aboriya Jin ya Kongreya Star ya bakur û rojhilatê Sûriyê Armenc Mihemed bang li hemû jinan kir, ku berê xwe bidin aboriya jinê û ji bo xizmetkirin û pêşxistina hêza jinê, projeyan pêşkêş bikin. Herwiha got, divê jinên li herêmê rola xwe ya aborî bilîzin û aboriya jinê pêş bixin.

Post Views: 109
ShareTweetPin

Herî Dawî

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê
NÛÇE

Têkiliyên Tirkiyê û Israîlê

20/05/2025
kovara Mizgîn-184
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-184

20/05/2025
Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin
NÛÇE

Komxebata Yekrêziya Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

20/05/2025
Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin
NÛÇE

Meclisa Ol û Baweriyan ji bo Sûriyeke nû panelek li dar xistin

20/05/2025
Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin
CIVAK Û JIYAN

Alîkariyên mirovî ji Berava Sûriyê re hatin şandin

20/05/2025
‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’
JIN

‘Armanca Kongreya NADA xurtkirina hevpeyamanên jinan e’

19/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.