Rojnameya Ronahî

Roja 19`ê Hizêranê, li Sûriyê cîhaneke çawa ya zarokan ava bûye?

xalid Etê/Qamişlo

Zarokên Sûriyê di nava jîngeheke tundiya piralî de qurbanên herî mezin in û bi awayekî hovane li hemberî wan tundî tê krin. 19`ê Hezîraneke din û hê destdirêjiya zayendî li ser zarokan dewam  dike.

Krîza li Sûriyê ku ji 2011`an heta niha didome, krîza duduyan ya herî giran piştî şerê cîhanê yê duduyan (1939-1945) e. Li gorî amarên UN û SOHR`ê heta dawiya sala 2021`ê, 610 hezar qurban, 100 hezar windayî û 13 milyon koçber ji ber krîza li welat çêbûne.

Li Sûriyê di nava van salên şer de, krîzê tundî û zirareke mezin gihandiye mirov, xweza û avayiya bingehî. Lê li gorî pisporan, yên herî zirarê dibînin û bi rewşa heyî pirtir bibandor dibin, zarok in. Lewra têghiştin û hêza wan ya fîzîkî ji bo xweparastinê ji tundiyê hê bi temamî ava nebûye. 19`ê Hezîranê ku Roja Cîhanê ya Têkoşîna Li Hemberî Destdirêjiya Zayendî ya di rewşa şer de (Neteweyên Yekbûyê ji sala 2015`an ev destnîşan kir) zarokên Sûriyê piştî 11 salên şer di çi rewşê de ne?

Bandora Şer, êrişên dagîrkeriyê û krîza 11 salan ya li ser zarokên Sûriyê

Li gorî rapora UN (11`ê Adara 2022`yan) li Sûriyê 5 milyon zarok piştî 2011`an ji dayîk bûne ango di pêvajoya şer de jiyane. Heman saziyê teqez kir ku 553 hezar zarok rastî birçbûneke bêhempa hatine. Herwisa 265 hezar jinên dujanî rastî birçbûneke giran ku dibe sedema lewzbûna bedena wan, hatine. Herwisa ji sisiyan yek ji malabatên Sûriyê diyar kirin ku zarokên wan bi nexweşiyên derûnî ketine. Herwisa sala borî 900 zarokî jiyana xwe ji dest daye (ji sisiyan yek ji wan ji ber mayînan bû). Ev jî jimara zarokên qurban ji sala 2011 heta 2021`ê, li gorî rapora UN`ê digihîne 13 hezar zarokî.

Herwisa rêxistina SEVE THE CHILDREN ya Almanî bi raporekê (15`ê Adara Îsal) Sûriyê wek jîngeheke ji zarokan re pir bixeter pênase kir û got, 14 milyon û 600 hezar zarok hene. Ji wan 6 milyon û 500 hezar zarok pêwîstiya wan bi alîkariya mirovî heye. Herwisa sala 2021`ê 2 milyon 400 hezar zarok ji dibistanan dûr ketine. Ji aliyekî din ve zewicandina keçan temenpiçûk û bikaranîna zarokan di kar û leşkeriyê de pir bûye.”

Ji aliyê perwerdeyê ve jî, amarên fermî yên hikumeta Şamê diyar dikin ku heta 2021`ê ser 10 hezar dibistanî re ango ji sedî 42 ji dibistanên Sûriyê, zirar dîtine û nîvê wan jî hilweşiyane.

Jixwe li gorî Navenda Numbeo Crime Index ya Loklînan ya Amerîkî sala 2021`ê li ser asta cîhanê Sûriyê ji aliyê sûcan ve, di navê de sûcên li hemberî zarokan, ya nehan bû.

Li hemberî zarokan destdirêjiya zayendî

Destdirêjiya zayendî ya li hemberî zarok, li gorî pîvannên mafên Mirovan yek ji sûcên herî nemirovan tê nirxandin. Lê tevî wê ev sûc li seranserê cîhanê tê dîtin û li Sûriyê berî krîzê jî hebû. Ev sûc jî bi rengê destavêtin, destdirêjî û bikaranîna wan ji bo fuhûşê tê pênasekirin. Li gorî lêkolîn û amarên cîhanî ji sedî 70 ji zarokên cîhanê di jiyana xwe de rastî destavêtin û destdirêjiya zayendî tên û salane 200 hezar zarok rastî vî sûcî tên. Lê li gorî UNICEF`ê li cîhanê ji sedî 83 ji qurbanên vî sûcî, sûc eşkere nakin û gilî nayên tomarkirin.

Li Sûriyê hin sûcên destdirêjiya zayendî ya li hemberî zarokan yên sala 2022`yan

Li gorî UNICEF`ê ji ber hişmendiya şerm û tirsê û lêneborandina civakê ya kesê qurban ku zarok e, malbat vî sûcî vedişêre. Li Sûriyê jî ev rewş derbasdar e. Ji ber wê ti amarên fermî û ne fermî derbarê destdirêjiya zayendî ya li hemberî zarokan de nîne, lê herî dawî sûcên destdirêjiyê yên li hemberî zarokan yên sala 2022`yan wiha ne:

*Minbic, 28`ê Çileya îsal, termê keçeke 5 salî bi navê Yasmîn di Hawiya Ziblê (gelaşdanik) de hat dîtin. Li gorî SHOR`ê malbata Yasmînê piştî ku keça wan rastî destdirêjiya zayendî tê ji aliyê mêrekî ve, wê serjê dikin û diavêjin.

*12`ê Hezîranê li bajarê Babê yê di binê dagîkeriya tirkî û çeteyên wê de, çeteyekî koma EL-Cebhe Şamiyê destdirêjî li keçeke 5 salî kir.

*12`ê Hezîranê li kampa Heremîn ya Izazê ya di binê dagîkeriya tirkiyê de, keçeke 5 salî ji aliyê pisamê bavê xwe ve destdirêjî û lêdaneke giran lê tê kirin….

Helbet bûyerên ku li jor hatîn diyarkirin tinê yên hatîn ispatkirin û ji raya giştî re hatîn parvekir in.

Di rewşa şer de sedema vî sûcî çi ye?

Têkildarî sedemên pirbûna van sûcan û çareseriyan, pispor û rehberê Derûnî Bengîn Ebdulah ji me re ev nirxandin kir: “Tundiya li hemberî zarokan û destdirêjiya zayendî ya li hemberî wan li Sûriyê berî Krîzê jî hebû. Lê di rewşa tevlihevî û krîzê de pirtir bûye. Lewra rewşa welat di çarçoveya valayiya, pevçûnê û şer de ye. Ji 2011`an ve ji ber krîzê, pirsgirêkên civakî li hev kom bûne; herwisa koçberî û kêmbûna hatina aborî ya malbatan, lewazbûna perwerdeyê, xizanî û bêkarî, van şertûmercan, hişmendiya civakê xerab kir û paş ve bir. Di encamê de derûniya civakê û bi taybetî ya mêr têk çûye. Herwiha nebûna saziyên şopdar, qanûneke tund sedemên bingehî ne. Jixwe ji ber rewşa aborî zewacinadina keçên temenpiçûk jî zêde bûye û pêş ketiye. Ji ber wê sûc û tundî bi giştî û bi taybetî li hemberî zarokan nexasim destdirêjiya zayendî pir bûye.”

Pispor û rehberê Derûnî Bengîn Ebdulah herwisa teqez kir ku sedema bingehî ya vî sûcî bêçareseriya krîza Sûriyê ye û bi van agahiyan axaftina xwe qedand: “Çareseriyên demkî destpêkê bi pêşxistina hişmendiya civakê û bi parstina zarokan e. Divê jîngeheke alîkar û guncaw ji zarokan re bê avakirin. Divê pirtir alîkarî û baldarî ser perwerdeyê û saziyên wê bê kirin. Herwisa pêşxistina rewşa aborî. Lewra gelek malbat zarokên xwe dişînin kar û li kar ev sûc li hemberî wan tê kirin. Jixwe rola bingehî ya malbatan e ku çavdêrên zarokan bin û têkiliya wan bi zarokên wan re baş be û çanda wan ji her alî ve di navê de çanda zayendî bê pêşxistin ku zanebûna wan çêbe da ku bikarin xwe biparêzin.”