Rojnameya Ronahî

Berê Îran û Israilê li şer e!

Ahmed Aktaş

Li gorî salox û bûyerên rûdidin, Îran û Israîl berê xwe dane şerekî germ. Hewldanên her du dewletan ên li ber çavan tên dîtin, mirov dikare hinekan wiha destnîşan bike:

Li Yemenê, Libnanê, yên herî nêzî Kurdistanê jî li Suriyê û Iraqê, rewşa heyî ya nêzî şerê germ e, li ber çava ne. Li van deveran, êdî ji lêdan û êrîşên ser kesên rayedar û baregehên leşkerî, gav bi gav ber bi şerekî berfirehtir diçe.

Gotin û gefên rêveberên siyasî û fermandarên hêzên çekdarî yên van dewletan ku li hev dixwin, pêşbîniyên, li nêz wê şerê germ, yê nava dewletan dest pê bike xurtir dike.

Di van her du heyvên dawî de, êrîşên fûzeyên Îranê, hem li Bexdayê hem li Hewlêrê yên li ser baregehên leşkerî yên DYA û Israilê zêdetir bûne. Herwiha ji aliyê heman dewletên êrîşxwar jî bersîv tên dayîn.

Heman êrîşên ji her du aliyan ku dibin ser hev, ne bi tinê li Iraqê ye, li Libnanê û bi giranî li Suriyeyê jî bi hevwextî bi rê ve diçin.

Ev nakokî û êrîşên ser hev, ne bi tinê di nava Îranê û Israilê de germtir dibin, êdî nexweşî û nakokiyên navbêna Îran û Tirkiyê jî tûjtir dibin.

Wisa diyer e ku piştî şerê Ukraynayê, her hêz û dewlet xwe dide rex hevalbendên xwe û ji naçarî bi refên xwe re dibifirin. Bi gotinek zelaltir, êdî dewleta Tirkan, ji naçarî xwe dide rex DYA-NATO’yê. Di vî karî de, cih û erkê Israilê, weke tê zanîn xwedanê taybetmendiyeke cuda ye. Lewma, R.T.Erdogan, ew nakokiya demkî û şeklî ya navbêna xwe û Israilê rakir. Berî du rojan dîsa li gel Herzog bi telefonê axivî û piştî 3 rojan Wezîrê wan ê derve diçe Tirkiyê!

Herwiha di van rojên dawî de (17.6.2022), êrîşek fuzeyî li Zelkana bajarokê Başîka Musilê çû ser baregeha Tirka. Gûmana xurt; Iranê ev êrîş pêkaniye. Jixwe, diviya berî du hefteyan Wezîrê Derve yê Îranê çûba Tirkiyê, lê ev ger hate rawestandin!

Herwiha ew civîna dawî ya ASTANA ku di navbêna Rûsya, Îran û Tirkiyê pêk hat jî, bêencam qediya.

Bi van mînakan û gelek sedemên din, nîşan dide ku hevalbendiya Rûsya-Îran-Tirkiyê êdî nikare dewam bike.

Bi taybetî jî, siyaset û berjewendên van her sê dewletan, li Iraq û Sûriyê yekser tên dijberî hev. Rûsya û Îran, ku li Sûriyê têk biçin, êdî li Rojhilata Navî bi giştî derbê dixwin û nexasim ji bo Îranê xeter pirtir dibe, ji ber ku piştî Sûriyeyê, êrîşa DYA û NATO berê xwe dide Îranê!

Israil, hewldanê Îranê yên ji bo afirandina çekên nukleerî, ji bo hebûna xwe xeter dibîne. Vê hefteyê tûnelên binerd yên kûr û dirêj li nêzî bajarê NATANZê dikolin, ji bo çêkirine çekên nukleerî. Israil ji vê hewldana Îranê gelek hêrs bûye!

Bêgûman Rûsya û DYA’yê ji van nakokî û pêşbîniya şerê germ ne bêrî ne. Berovajî, her du jî yekser têkildar in! Û germkirina vî şerê navbêna Îran û Israilê, ji aliyê Rûsyayê ve pêktê, weke ku tola xwe ji DYA digre; ya li Ukraynayê aniye serê wê, ew jî li vê herêmê tîne serê DYAyê!

Weke tê dîtin, vebûna vê enîya şer a di navbêna Îran û Israilê de, yekser li ser doza gelê Kurdistanê xeterê diafirîne. Lewma divê ji her alî pirtir Tevgêra Azadiyê û bi giştî gelê Kurdistanê ji vê xeterê hayîdar û amadekar bin!

Bêguman heke amadekarî hebe, bi her xeterê re derfetên kêrhatî jî hene!