Rojnameya Ronahî

Gelê Sûriyê şer naxwaze

Zekî Bedran

 

Dewleta tirkî gefên ser Sûriyê didomîne û ji bo êrişên dagîrkeriyeke nû amadekariyê dike. Gelê Sûriyê şer naxwaze. Sûriye ji şer kerixiye. Bi milyonan sûriyeyî li derveyî welatê xwe koçber in. Li hundir jî bi milyonan ji ciyê xwe bûne. Hêzên li dinyayê bibandor jî ji şerê li Sûriyê aciz bûne. Ku ji bo çareseriyê ne amade bin jî herî kêm alîgir in ku sar bibe.

Li hemberî êrişên Tirkan Amerîka û Rûsya ne xwediyên helwesteke cidî ne. Eger cidî bûna dewleta Tirkan evqas gef nedixwarin û Sûriye nedikir rehîne. Halê hazir herêmên  di binê dagîrkeriya Tirkan de ji bo dinyayê tevê çavkaniya gef û xeterê ne. El Nusra û rêxistinên din ji ku ji aliyê dinyayê tevê ve terorîst hatine qebûlkirin, li Idlibê bi awayekî fermî rêveber in. Artêşa Tirkan van hêzan diparêze. Li gorî lihevkirina bi Rûsya re diviya Tirkiye wan ji Idlibê derxe, yan jî bêçek bike. Lê Tirkiye tersê wê dike. Îro ne Amerîka van hêzan nîqaş dike, ne Ewropa ne jî Rûsya. Tirkiye naxwaze bikevin rojevê jî.

Dewleta tirkî li herêmên dagîr kirîn yên weke Eftîn û Serê Kaniyê qirkirina neteweyî kir. Bi dehhezaran çeteyên biçek bi rêxistin kirin û berdan ser serê gel. Li wan herêman rêxistinên weke DAIŞê û El Nusra bi awayekî azad bi rêxistin dibin. Bexdadiyê serkêşê DAIŞ’ê û serkêşên din li herêmên di binê parastina Tirkan de hatin kuştin yan birîndarkirin. Ti kesî hesabê vê ji Tirkan nexwest.

Tirkiyê ev bêdengiya dinyayê û nakokiyên navbera Amerîka û Rûsya heta dawiyê bi kar anîn. Got, ezê her bazara qirêj bikim, sûcûn herî giran bikikm pişt re jî bi van dewletan re li hev bikim. Lewra ev dewlet ji bo berjewendiyên xwe hiqûga navneteweyî dan aliyekî. Kê ev wêrakî da Tirkiyê ku li Sûriyê eşkere sûcên dermirovî bike û erdê wê dagîr bike? Diyar e ku di serî de Amerîka û Rûsya tên. Eger Amerîka qada hewayî venekiribûna û erê nekiribûna, Tirkiyê nikariya dagîr bike. Niha jî wisa ye. Gefên Tirkiyê çi dibin bila bibin, eger Amerîka û Rûsya qada hewayî venekin û erê nekin tevgera dagîrkirinê pêk nayê.

Sûriye ji şer kerixî. Lê Tirkiye hê jê têr nebûye. Hê bikelecan dixwaze bi dagîrkirinê bi sedhezaran ji ciyê wan bike û Sûriyê di nava pirsgirêkan de bifetisîne. Tirkiye wî mafî bi xwe re dibîne ku welatekî cîran di binê piyê xwe de biperçiqîne û paşroja wê tarî bike. Heman tiştî li Iraqê jî dike. Dibêje hêza min heye ezê bikim.

Li Rojhilata Navî û Asya çiqas rêxistinên bixeter hene tev di binê parastina Tirkiyê de ne.

DAIŞ, El Nusra, Ixwanî û rêxistinên din niha li herêmên di binê dagîrkirina Tirkan de ne. Dewletên Rojhilata Navî, Amerîka, Rûsya û Ewropa destê xwe ji van rêxistinan kişandin. Lewra ji bo tevayiya dinyayê xeter bûn. Rêxistinên weke DAIŞ’ê bi koalisyonên navneteweyî hatin bêbandorkirin. Gelên herêmê berdêlên giran dan. Gelên dinyayê jî wisa. Ev rêxistinên dinyayê bi berdêlên giran lewaz kirîn, Tirkiye wan diparêze û bihêz dike. Îro wan li hemberî Kurdan û Sûriyê bi kar tîne. Wê sibê li hemberî welatên erebî û gelên din jî bi kar bîne.

Tirkiye bûye navenda rêxistinên terorîst. Tirkiye eşkere terorê vediguhêze dinyayê. Di vê mijarê de me gotinek ji sekreterê giştî yê NATO nebihîst. Ew her tim dibêje Tirkiye ku endama NATO ye, ji terorê pir kişandiye. Behs nake ka wê endama NATO sedê salan de çi felaket anîne serê Kurdan. Yê Tirkiye evqas kirîn êrişkar û azadiya sûc dayînê yên weke Stoltenberg in.

Rawestandina vê êrişkariyê ne pir zor e. Eger rêveberiya Şamê rola xwe bilîze wê Tirkiye di ciyê xwe de raweste û tiştekî ku bike namîne. Ev mûmkin e. Eger rêveberiya Şamê bi gelê bi gelê bakur-rojhilatê Sûriyê re li hev bike û yekîtiyê pêk bîne, wê dagîrkerên Tirk nikaribin tev bigerin. Wê Sûriye jî bilez xwe komî ser hev bike. Wê beşeke mezin ya welat bibe yek û bingehê Sûriyeya demokratîk biavêje. Li Sûriyeke yekîtiya xwe pêk anî û gavên demokratîk avêtîn wê moralê gel bilind bibe û baweriya bi xwe xurt bibe. Wê demê wê ti kes nikaribe pêşiya wan bigire.

Faşîzma tirkî nijadperest e, êrişkar e û cîranên xwe tehdîd dike. Li dû dagîrkeriy ye. Halê hazir li Sûriye û Iraqê beşeke girîng dagîr kirine. Li hemberî artêşa Sûriyê artêşeke dijber ava kiriye. Li Iraqê jî bi heman rengî tev digere. Dewleta tirkî dijminiya Kurdan tenê nake, dijmina gelên Rojhilata Navî ye jî.