Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Tenê bi hevgirtin û yekîtiyê em dikarin pêşî li êrişan bigirin’

22/06/2022
in ROJEV
A A
Tenê bi hevgirtin û yekîtiyê em dikarin pêşî li êrişan bigirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ji rûspiyên Şingalê Berekat Mirad got, heta hevgirtina gel çênebe wê dijmin her tim êriş bike û diyar kir ku tenê bi yekîtiyê pêşî li fermanan tê girtin. Herwiha têkildarî lîstik û provokasyonên li ser Şingalê jî hişyarî da.

 

Di 15’ê Hezîranê de dewleta Tirk a dagirker êriş bir ser Meclîsa Gel a Sinûnê ya Şengalê. Di encama êrişê de Saleh Xidir Naso yê 12 salî şehîd bû û 7 kes birîndar bûn. Xizmê birîndaran Berekat Mirad nerazîbûn nîşanî êrişê da û destnîşan kir ku di şexsê gelê Êzidî yên li Şengalê de êriş li hemû Kurdan hatiye kirin.

Berekat Mirad diyar kir ku ne cara yekem e êriş tê kirin û got, “Bi berdewamî herêmên me tên topbarankirin. Lê li hember van êrişan tu nerazîbûn tune ye. Ne tenê em, êrişî tevahiya gel tê kirin. Divê hikumeta Iraqê jî li hember êriş û zilma ku li xelkê Êzidî tê kirin xwedî helwest be. Bila her kes destê xwe deyne ser wîjdana xwe û lê binêre, ev kiryarên dewleta Tirk dike di kîjan olî de heye? Di kîjan zagonan de derbas dibe ku dewletek bi balafirên şer li sivîlan bixe û qetil bike?”

Li dijî êrişan banga hevgirtinê

Berekat Mirad li hember provekasyonên PDK’ê jî xelkê Êzidî hişyar kir û wiha dewam kir, “Divê gelê me yekîtiya xwe xurt bike, dest bidin destê hev. Bila nebin lîstika partiyên siyasî. Divê gelê Êzidî bi hevgirtina xwe li dijî êrişan bibin bend. Em zanin ku ev êriş jî bi desteka hin partiyên siyasî pêk hat. Gelo zarokekî  12 salî çi guneh kiriye ku bibe hedefa balafirên şer?”

Berekat Mirad got, “Divê ev yek neya qebûlkirin û divê ji aliyê tevahiya gel ve bên şermezarkirin. Îro dem hatiye ku hemû gelê me, ji serok eşîran heya tevahî civakê çi ji destê wan bê divê bikin. Şengal di nava planên herêmê û navneteweyî de ye.”

Berekat Mirad da zanîn ku heya hevgirtina gel çênebe wê her dem dijmin êrişê wan bike, ji hev qut bike û perçe bike. Berekat anî ziman ku tenê hevgirtin û yekîtî dikare pêşî li fermanan bigIre.

ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.