Rojnameya Ronahî

‘ Dewleta Tirkan li hêviya teqaîna kampa Holê û girtîgehên çeteyan e’

Hevserokê Yekîtiya Parêzeran ya Reqayê şiyarî da ku gefên dewleta Tirkan ya dagîrker derfetê didin ku şaneyên çeteyên DAIŞ`ê careke din vegerin herêmê û got, hebûna DAIŞ`ê mîna bombeyeke li ber teqînê ye ku gefan li Rojhilata Navî bi giştî dixwe.

 

Li bakur û rojhilatê Sûriyê bi hezeran çeteyên DAIŞ`ê hene ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê barê wan ên madî û ewlehî digre ser xwe. Dewleta Tirk gefan dixwe ku dê êrişên nû ên dagirkirinê pêk bîne. Bi vê yekê dê destekê bide şaneyên DAIŞ`ê ku li herêmê çalak bibin û dê xeteriya çeteyên girtî jî zêde bike.

Têkildarî mijarê Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê, parêzer Xalid El-Hesen ji ANHA`yê re wiha axivî: “Rejîma Tirk gefên pêkanîna êrişên dagirkirinê li ser xaka Sûriyê didomîne, vegerandina koçberên sûrî û bicihkirina wan dike hincet da ku beşek ji herêmê qut bike. Lê di aliyê qanûnî de û li gorî biryara 2254’an ev yek li derqanûnî ye, ji ber ku vegerandina bi darê zorê sûcekî şer e.”

‘Êrişa Tirkiyê wê belavbûna şaneyên DAIŞ`ê zêde bike’

Xalid El-Hesen bal kişand ser armac ji êrişên Erdogan û wiha domand: “Armanca Erdogan çeteyên DAIŞ`ê vejîne, xaka Sûriyê dagir û parçe bike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kampa Holê heye ku nêzî 60 hezar malbatên çeteyên DAIŞ`ê têde dijîn. Heger dewleta Tirk çi êrişê li ser herêmên me pêk bîne dê valatiyeke ewlehî çêbibe û derfetê bide çeteyan ku jinûve xwe birêxistin bike.”

Xalid El-Hesen di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Em qanûnsaz, rojnamevan û pêkhateyên herêmê divê li dijî planên qirêj ên Erdogan bikevin tevgerê. Erdogan bi rêya bicihkirina milyon koçberên sûrî li avahiyên mêtîngeriyê yên ku li herêmên dagirkirî ava kirin dixwaze planên xwe bi cih bîne. Dewleta Tirk nasnameya tirkî daye penaberan da ku ji wan re bêje hûn welatiyên tirk ne weke ku çawa li Lîwa Îskenderon kir.”

Xalid El-Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze sûdê ji şerê Rûsya – Ukraynayê bigre dema ku Rûsya beşek ji xaka Ukraynayê bi hinceta ku şêniyên wê ji gelê rûsî ne qut kir, dewleta Tirk jî dixwaze sûdê ji vê tecrubeyê li ser hesabê xaka gelê Sûriyê bigre.

Dewleta tirkî li hêviya teqîna kampa holê ye

El-Hesen di axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Erdogan dixebite da ku şaneyên DAIŞ`ê li herêmê vejîne. Ev şane fikreyên Erdogan û xebatên wî yên îxwanî û sûcdarî li dijî Sûriyê pêk tîne. Em texmîn dikin ku DAIŞ`ê dê venegere, lê dewleta Tirk dixwaze derbas be û li hêviya teqandina kampa Holê û girtîgehên çeteyan e ji ber ew li herêmê mîne bombeyek li ber teqînê ne.

Xalid El-Hesen destnîşan kir ku li dijî her êrişan pêwîstî bi xurtkirina xebata hevpar a şêniyên herêmên bi saziyên wê yên leşkerî û sivîl re heye.

Parêzer El-Hesen îşaret bi xebatê şervanên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir ku r êrişa li ser girtîgeha Sînaayê têk birin û wiha axivî: “Erdogan matmayî ma dema hêzên me li hember êrişa li ser girtîgeha Sînaayê sekinîn. Her wiha ji girêdana gel bi hêzên leşkerî û Rêveberiya Xweser re jî matmayî ma. Mademî ev hevgirtin heye em dikarin li hember çi êrişa li ser herêmê bisekinin.”

El-Hesen got siyaseta Erdogan her kesî dikeve armanc û wiha axivî: “Pêwîstiya me bi xebateke xurttir a çapemenî, qanûnî û rêveberî heye da ku em sûcên Erdogan û sûcên şer ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên dagirkirî pêk tîne teşhîr bikin.”

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Reqayê Xalid El-Hesen îşaret bi rola gelê herêmê kir ku şerê DAIŞ`ê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dema DAIŞ`ê dest pê kir, gelek dewletan şerî wî nekir. Bi awayekî mezin li herêmê belav bû û gef li hemû dewletên Ereb û Ewropayê diwar. Bi hevgirtina gelên herêmê ev rêxistina xeternak têk çû. Îro dema ev gef têne xwarin derfetê dide çeteyên DAIŞ`ê û şaneyên wî ku xwe birêxistin bikin û jinûve xeteriyekê li ser Rojhilata Navîn û Ewropayê çêke ne tenê li ser Sûriyê.”

ANHA