Şîlan Mihemed
Ev şefeq ji bo Kobanê ne weke şefaqên rojên din bû, ev şefeq pir bi êş û cuda bû; lewra her kesî bi bihîstina dengê çekan texmîn kir ku cihek rizger bûye, lê mixabin komkujî û wêranî bû.
25ê Hizîrana 2015an, seat 4:30, li kobanê çi qewimî ?
Wê rojê em li navendê bûn, em jî wê sibê li ser wî dengî şiyar bûn. Me hê nizanîbû ka çi bûye, di carekê de xeber li ser hev hatin ku komkujiyeke mezin çêbûye. Yekser min berê xwe da nexweşxaneya leşkerî ku pir nêzî navenda me bû. Şehîd û birîndar dianîn wir. Lê derketina min ji navendê zehmet bû, lewra qenas li cihekî wisa danîbûn ku navenda me jî di nave de serdestiya wî li gelek nuqteyan bajêr hebû. Lê diviya xwe ji wî qenasê biparêzim. Ez dizanim ji bo çi hatime nexweşxanê û divê çi bikim. Lê pir zehmet bû , bi êş bû û gotinên ku niha wê kêliyê baş şîrove bikin nikarim bînim ziman. Lê min bi qasî karî hewl da erkê xwe pêk bîninm, dîmanan derxim. Lewra wê isbata vê kiryara dermirovî ew dîmen bûna.
Jin, zarok, ciwan, kal û pîr birîndar û şehîd bûn. Min koşeyek ji xwe re girtî ji bo ji çûnhatinê re nebim asteng. Di wan kêliyan de dengê girî û qîrînê ji hundirê nexweşxanê û dengê çekan derve tevlîhev dibûn. Yên ji derve dihatin ev gotin tenê ji devê wan derdiket. `Ti kes ji mala me nema.` Wan kêliyan ziman lal dikir ku bibêje û jiyan bi giştî bê wate dikir.
Komkujî çawa pêk hat?
Çeteyên DAIŞê ji bo pêkanîna vê komkujiyê, cilên ketîbeyên cihê xwe di nava hêzên Burkan El firat digirtin, li xwe kirin û berê xwe dan herêmê. Destpêkê ketin gundê Berxbotan yê li başûrê bajêr û komkujiya yekê li wir pêk hat ku di encamê de 29 kes şehîd bûn. Ji dîmenên ji komkujiya Berxbotanê zêde bi êş belav bûn, yên jinên destgirêdayî û beden bixwîn bûn. Çete piştî wê ji gund derketin û berê xwe dan bajêr. Li ser benda kontrolê ya li ser riya gund ku 6 endamên hêzên asyişê li wir bûn. Wan jî çete nas nekirin û piştî derbaskirin agahî ji wan re hat ku çete ne. Lez kirin ku xeberê bidin benda kontrolê ya bajêr, lê mixabin dereng man. Hem nikarîn xeberê bidin hevalên xwe , hem jî hemû di erebeya xwe de şehîd bûn. (li ser riya Helebê, ji riyên sereke yên bajêr). Taxên ku çeteyên DAIŞê ketîn wan ev bûn: Riya Kobanê-Heleb, Taxa Botan, Kaniya kurdan, Kaniya Murşid, Kolana Miktelê. Nexweşxaneya Miştenûr nuqteya herî bilind li Kobanê bû û ji vir dest bi komkujiyê kirin. Çi kesê dengê çekan dibihîst û derdiket derve çeteyan dikuştin û derbasî malan dibûn û li wan direşandin. Piştî van bûyeran bi rojekê min û hevaleke xwe, em kolan bi kolan geriyan ji bo em ziraviyên komkujiyê qeyd bikin. Çîrokên ji devê xelkê derdiketin qet min ti carî ne di filiman de dîtine, ne jî xeyal dikirin, min bihîstin.
Kobanê heta sê rojan ne ewle bû ji ber cihê herî bilind yê bajêr ku li ser bajêr serdest bû bi giştî di destê çeteyan de bû û qenas her liv û tevger dikir hedef. Lê bi berxwedana şervanan ew cih hat paqijkirin û pê re ewleyî û aramî pêk hat. Piştî hingê milet dest bi rakirina cenazeyan kirin. Heta hingê li erdê li ber tavê mabûn. Dîmenê bi êş ku wijdan û dil ji ber diêşin û ez mecbûr im bikişînim ne bes bû , bertekên milet li hemberî min ku bi kişandina dîmenan ez bi êşa wan nahisim ez pirtir êşandim. Lê derfeta ku ez ji wan re şîrove bikim ka ji bo çi divê bikişînim tinebû. Lewra erkê min bû û ji rayagiştî re pir girîng bû. Hinek ji wan êşan hê jî nehatine gotin. Lewra çîroka. her Kobanîyî di vê komkujiyê de hebû. Ev birîn wê her bimîne, nayê kewandin û ti carî nayê jibîrkirin. Lewra zarok û civakeke bêguneh bûn qurban.





