Rojnameya Ronahî

Rojnamevan: Em ê pênûs û kamerayên hevalên xwe li erdê nehêlin

Rojnamevanan bertek nîşanî girtina 16 hevpîşeyên xwe dan û gotin dê pênûs û kamerayên hevpîşeyên xwe li erdê nehêlin.

Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de di 8’ê Hezîranê de 20 jê rojnameger bi giştî 22 kes hatibûn binçavkirin. Piştî 8 rojên di binçavan de her 22 kes sewqî edliyeyê hatibûn kirin û ji wan Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) Serdar Altan, Midûra JINNEWS’ê Safiye Alagaş, Edîtorê MA’yê Azîz Oruç, Midûrê Karên Nivîsan ê Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnamevan Zeynel Abîdîn Bûlût, Omer Çelîk, Mazlum Dogan Guler, Îbrahîm Koyuncu, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Doguhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn ji hêla Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar a Amedê ve hatibûn girtin. Rojnameger Esmer Tunç, Mehmet Yalçin, Kadîr Bayram, Gulşen Koçuk û welatî Feynaz Koçuk û Îhsan Ergulen jî bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan.

 

Bertekên li dijî girtina rojnamevanan didomin. 

 

Rojnamevan Aysel Işik anî ziman ku çapemeniya azad di her şert û mercan de li ber xwe dide û her tim li pey heqîqetê ye. Işik, bi bîr xist ku rojnamevanên çapameniya azad di salên 90’an de dihatin qetilkirin û got: “Di 2011’an de jî qaşo di lêpirsîneke KCK’ê de gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Niha jî dîsa gelek hevalên me hatin girtin. Ji ber ku çapameniya azad rastiyên ku desthilatdar vedişerê derdixe holê hevalên me hatin girtin. Destdanîn ser amûrên me yên rojnamevaniyê, weşanxaneyên me desteser kirin, lê disa jî hevalên me di her şert û mercan de rojnamevaniya xwe didomînin.”

 

Işik destnîşan kir ku heke sûcek hebe divê li nav desthilatê li vî sûcê bê gerandin û got: “Em bang li her kesî dikin ku xwedî li çapameniya azad derkeve. Îro hemû civak di bin tecrîde de ye. Tirs jî heta derekê ye, em îro dengê xwe bilind nekin û ji bo armancekê neyên cem hev, sibê wê pir dereng be. Ji ber wê em dibêjin ku bila hemû hezên demokratîk û civak li hemberî vê bêhiqûqîyê bibin yek û deng derxin.”

 

‘Li ber xwe da wê li ber xwe bide’ 

 

Rojnamevan Roza Metîna jî dîyar kir ku êrişên li dijî çapameniya azad ji dîrokê heta niha berdewam in û têkildarî mijarê ev tişt anîn zimên: “Têkoşîna ku çapameniya azad dide jî têkoşînek kevnar e, ji ber wê jî rojnamegerên kurd hem bi daxuyanî û çalakîyan hem jî bi rojnamegeriya xwe bi awayekî aşkera peyamên xwe li dijî wan êrişan didin. Dema li edliyeyê biryara girtina rojnamegeran hat dayin jî hempişeyên wan li ber derî heta sibê sekinîn û dema ew derxistin jî bi dirûşmeya, ‘Berxwedan jiyan e’ û hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin’ bersiv dan.”

 

Metîna di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku rojnamevanên jin li qadan bi berdewamkirina karê xwe peyama “hûn nikarin civakê bêdeng bikin” didin û wiha domand: “Bi van êrişan dixwazin ser qeyrana aborî û siyasî ku li Tirkiyeyê diqewime û qirêjiyên ku tên kirin binixumînin. Lê çapameniya azad ji dîroke heta niha li ber xwe dide, wê niha jî li ber xwe bide ji bo civak ji mafê ragihandine bêpar nemîne.”

 

 ‘Xwedî li penûsa wan derkevin’  

 

Metîna di dawiya axaftina xwe de bang kir ku her kes xwedî li rojnamevanan derkeve û got: “Hem em hevpîşeyên rojnamegerên hatine girtin hem jî civak divê xwedî li rojnamegerên ku hatine girtin û rojnamegeriyê derkeve. Ji ber ku rojnamegerî di heman demê de rastiya civakê ye. Divê em civak tu car pênûsa rojnamegeran li êrde nehêlin. Îro armanca pergala yekperest ew e ku penûsa çapameniya azad li erde bihêle. Ji ber wê divê him em hem jî civak xwedî li pênûsa rojnamegeran derkevin.”

 

‘Bêdengkirina çapameniya azad bêdengkirina civakê ye’

 

Rêveberê DFG’ê Fexredîn Kiliç jî ji bo xwedîderketina li rojnamevanan jî bang kir û got: “Divê her kes xwedî li hevalên me yên ku hatine binçavkirin derkevin. Ji ber ku ev girtin ne ji rezê ye. Bêdengkirina çapameniya azad bêdengkirina civakê, bêdengkirina saziyên sivîl ên civakî û partiyên siyasî ye. Ji bo ku denge wan û civaka me neye birîn divê xwedî li hevalên me derkevin.”

 

‘Pênûsa wan wê her binivîse’  

 

Rojnamevan Fûat Yaşar jî bal kişand ser pirsên ku ji rojnamevanan hatine pirsîn û got: “Ji wan pirsan jî xuya ye ku rojnamegerî tê darizandin. Ji ber ku li ser rojnamegeriya wan pirs pirsî ne. Armanca desthilata AKP-MHP ew e ku rojnamegeran bênefes bihêle. Demeke dirêj e van polîtikayan dimeşîne. Herî dawî jî hevalên me hatin girtin. Desthilata AKP’ê ji xwe re medyaya hawizê ava kir, rojnamegerên ku dixe nav hawiz cuda nêz dibin, yên ku nakevin nava hawizê wê jî figire û binçav dike. Lê ev zext ne nû ne. Berî desthilata AKP jî her tim li ser çapameniya azad zext û tundî dihatin meşandin, lê tu carî jî negihîştin armanca xwe. Sazî hatin girtin jî, lê bi awayekî xwe gihandin gel. Dê bi van girtinên dawî jî dê negihên armanca xwe û dê rastî bigihîjin gel. Ew şagirtên Apê Mûsa ne. Çawa dema apê Mûsa hat qetilkirin şagirtê wî heqîqet di tariyê de nehiştin û nivisîn, niha jî pênûsa hevalên me yên ku hatine girtin wê binivîse. Yanî hevalên rojnameger dê rojnamegeriya yên hatine girtin bidomînin. Rojnamegerên çapameniya azad di nav şert û mercen dijwar de jî wê rastiye bigihînin gel.”

 

‘Ji bo xwe piştgiriyê bidin’  

 

Yaşar diyar kir ku di demên wisa de ya herî girîng piştgirî ye û ji bo vê bang kir: “Divê saziyên çapameniyê, yên sivîl, partiyên siyasî piştgiriyê bidin rojnamegeran. Dema em li nûçeyên hevalên me yên ku hatine girtin dinêrin, mikrofona xwe dirêjî ber kedkaran kirine, hunermendan kirine, xwendekaran kirine, jinan kirine, ji ber we jî divê hemû civak xwedî li wan derkeve û piştgiriyê bide hevalên me. Ew êrişên qesdî bi qasî li ser rojnamevan be ew qasî jî li ser mafê nûçewergirtinê yê civakê ye jî. Ji ber ku hevalên me nûçeyên kesên ku dewletê cih nedida wan jî çêdikirin. Ji bo ku dengê wan jî nayê qutkirin divê xwedî li rojnamegerên ku hatine girtin derkevin.”

 

‘Helwesta çapamenıya muxalif ne helwesta rojnamegeriyê ye’   

 

Rojnamevan Hamza Gunduz jî bi lêv kir ku ew wek Otekîlerin Gundemî vê yekê şermezar dikin û got: “22 hevalên me hatin binçavkirin û piştî 8 rojan îfadeya wan hat girtin. Ji 22 kesan 16 hevalên me hatin girtin. Lê mixabin me ne li ber edliyeyê ne jî di vê pevajoyê de piştgiriyeke xurt nedît. Ji STK’yan bigirin heta saziyên din. Tenê li ser medyaya sanal bertek hatin nîşandan. Komeleya rojnamegeran û çapameniya ku ji xwe re dibêje muxalîf jî di nav helwestek wisa de bû. Em ji vê helwestê re nikarin bejên helwesta rojnamegeriyê. Ji ber ku berî her tiştî divê rojnameger li hemberî bêhiqûqîyê piştgiriye bide hevpişeyên xwe. Çi bibe jî em çapameniya azad em ê rojnamegeriya xwe bidomînin. Kî rastî bêhiqûqiyê were em ê piştgiriya wan bikin.”

 

‘Çapameniya azad ne tenê ye’

Gunduz di dawiyê de diyar kir ku çapameniya azad ji ber rastiyan hedef tê girtin û ji bo piştgiriyê bang kir: “Ji ber ku çapameniya azad di kolanan de bi kurdî hevpeyvînan çêdike hedef tê girtin. Heke nûçeyên çapameniya azad sûc bin, em jî hevkarê vî sûcî ne. Em ji bo piştgiriyê bang li hemû kesî dikin. Çapameniya azad tenê nîn e û bedêng namîne.”

 

MA