Rojnameya Ronahî

PKK û Ewropa

Faruk Sakik

Di 12’ê Îlona sala 1980’yan de li Tirkiyê  darbeya leşkerî çêbû. Ji ber zilma 12’ê Îlonê gelek rêxistinan berê xwe da Ewropa. Di demeke wisa de PKK’ê di mayîna li çiyayên Kurdistanê û Rojhilata Navî de israr kir. Rêber  Apo di parêznameya xwe ya pirtûka 5’an de bersiveke wiha dide çima Rojhilata Navî? “Me rolek wek taktîk da Ewropa.  Ev biryareke rast û di cî de bû. Gelek rêxistinên Tirkiyê berê xwe dan Ewropa,  li wê derê bi tasfiyebûnê re rûbirû man. Bi taybetî DEV-YOL eger xwe biparasta, dikaribû îro li Tirkiyê bibe hêzeke mezin. Di wê demê de DEV-YOL ji PKK’ê bihêztir bû. Lê li Ewropa xwe tasfîye kir.” Lê piştî demekê, li Kurdistanê hovîtiya dewleta Tirkan derket asta herî jor, Kurdan berê xwe da koç û koçberiyê. Hatin li Ewropa bi cî bûn. Bi giranî Kurdan Almanya tercîh kir. Dema Kurd hatin Ewropa PKK ji bo ku ev girseya hatî, di nava jiyana Ewropa de nehele, dest bi rêxistinkirinê kir. Ne bi di warê siyasî tenê de, ji bo parastina ziman û çanda kurdî jî têkoşîneke taybet da meşandin. Ev Kurdên di wan salan de hatibûn Ewropa jî êdî hêdî hêdî li dora PKK’ê diciviyan. Rêxistinbûna PKK’ê ya li Almanya bala dewleta Tirkam jî kişandibû û ji rayedarên Almanya ji bo midaxlekirinê ketibûn nava hewldanan. Di rastiyê de qedexeya li ser PKK’ê ya li Ewropa weke encameke kiryarên Gladyo û NATO derket holê. Ev jî digihîje kuştina Olof Palme. Serokwezîrê Swêdê Olof Palme di 2’8ê Sibata 1986’an de hat kuştin. Şefê serwîsa îstîxbaratê ya Swêdê Hans Holmer, weke berpirsyarê vê sûîqastê PKK nîşan da. Di du salên piştî vê bûyerê de bi taybetî li Almanya êrîşên li dijî siyasetmedarên Kurd dest pê kirin. Di vê çarçoveyê de nêzî 20 welatparêz û şoreşgerên ku di nava wan de ji Pêşengên Têkoşîna Azadiyê Alî Haydar Kaytan û Dûran Kalkan jî hebûn hatin girtin. Dewleta Alman di 23’yê Mijdara 1993’yan de biryara qedexekirina PKKê eşkere kir. Piştî Komploya Navneteweyî Amerîka bi tenê 2 salan sebir kir. Êrîşa 11’ê Îlona 2001’an di siyaseta Amerîka de hin guhertinên mezin çêkirin. Ji bo li hemû cîhanê hukm bikin ev êrîşa 11’ê Îlonê kir hincet û hin lîsteyên nû yên “terorê” çêkirin. Hin dijminên nû destnîşan kirin. Di demeke wisa de dixwest ku li Rojhilata Navî  jî bi cî bibe. Lê ew PKK ya xwestibû bi komployê tasfiye bike hê jî li heremê hukum dikir. Paradîgmaya Ocalan li her deverê belav dibû. Ji bo pêşîgirtina li vê rewşê di lîsteya xwe ya terorê de, navê PKKê jî bi cî kir. Sal derbas bûn piştî Amerîka, Yekîtiya Ewropayê jî di 10’ê Sibata 2014’an de PKK’ê xist lîsteya “terorê”. Yekîtiya Ewropa bi daxwaziya Tirkiyê PKK xistibû lîstê. Di 1’ê Gulana 2014’an de rêveberên PKKê Murat Karayilan û Duran Kalkan bi navbeynkariya parêzeran serî li Dîwana Edaletê ya Ewropa dan û îtiraz kirin. Dîwana Edaleta ya Ewropa di 15’ê Mijdara 2018’an de têkildarî tevgera azadiya Kurdistanê biryareke ku encamên muhîm yên hiqûqû, siyasî tê de hene girtin. Dadgehê biryara ku di 2014’an de ji hêla Yekîtiya Ewropa ve derheqê Partiya Karkerên Kurdistanê-PKK’ê de hatibû girtin û PKK’ê xistibûn lîsteya “terorê “di cî de nedît. Lê çavê her kesî li doza Belçîka bû. Herî dawî Dadgeha Îstînafê di 8’ê Adara 2019’an de biryar da. Dadgehê diyar kiribû ku “PKK ne rêxistineke terrorist e, hêzeke çekdar ya ne dewlet e’. Li ser vê yekê di 28’ê Çileyê de rûniştina dozê li Dadgeha Bilind ya Belçîkayê pêk hat. Dadgeha Bilind ya Belçîkayê jî biryara xwe ya dawî eşkere kir. Dadgehê biryara dadgeha Îstînafê erê kir. Lê li hemberî van biryarên van dadgehan jî dewletên Ewropa di israra xwe de bi biryar in. Kurd jî bi biryar in ku tevgera azadiya Kurdistanê ji wê lîsta reş derxin.