Rojnameya Ronahî

Li Qamişlo zêdebûna nexweşiya jehriyê

Darîn Silê/Qamişlo

Di demên dawî de, gelek rewşên jehrîbûnê, cefaf û sehaya li bajarê Qamişlo çêdibin. Derheqê vê mijarê de doktorên nexweşxaneya Selam dan zanîn ku sedema nexeşiyê germa zêde, tinebûna elektirîka herêmê û qirêjiya xwarina derve ye.

Ji ber germayî û qirêjê gelek nexweşiyên hinavê bi mirov re çêdibin, bi taybetî bi zarokan re. Herwiha gelek nîşanên hinavêşê weke gêjbûn, vereşan, êşa zik, kezeb, ta û sermayê hene. Ev nîşan piştî xwarina xwarekên qirêj bi çend saetan yan jî piştî çend rojan xuya dibin. Li bajarê Qamişlo jî gelek kes bi nexweşiya hinavê ketine û piştî ku nîşan li wan xuya bûne, derbasî nexweşxaneyê bûne. Li her nexweşxaneyê rojane nêzî 10 nexweş wiha çêdibin. Piraniya nexweşan jî zarok in.

Derbarê nexweşiyê û sedemên wê de welatî, doktor û berpirsê nexweşxaneya Selam ya bajarê Qamişlo ji me re axivîn û nêrînên xwe anîn ziman.

`Rojane nexweşên jehrîbûnê û sehaya li nexweşxanê hene`

Berpirsê rewşên awarte yê Nexweşxaneya Selam Elî Remedan Ehmed da zanîn ku rojane nexweşên jehrîbûnê û sehaya tên nexwşxanê û axaftina xwe wiha domand: “Nêzî heyvekê ye ev nexweşî di nava gel de belav bûye. Her roj nêzî 6 nexeşî tên gel me. Li her nexweşxaneyê nexweşên jehrîbûnê çêbûne. Piştê ku rewşa hewayê hat guhertin û germ zêde bû ev nexweşî derket. Destpêkê rewşên nexweşiya sehaya zêde bûn pişt re yên jerîbûnê çêbûn. Nexweşî herî zêde bandorê li zarokan dike. Ji ber wê zarok dereng rehet dibin.”

Elî Remedan got, dema nexweş tên nexweşxanê em di cih de sîromê girê didin, da ku nava wan paqij bibe. Nêzî saetekê nexweş di binê çavdêriyê de dimîne. Pişt re her nexweş li gorî nîşanên pê re çêdibin derman jê re tê dayîn.

`Paqijiya me parastina tenduristiya me ye`

Welatiya bi navê Tirkiya Mihemed Elî ku kurê xwe yê bi nexweşiya jehriyê anî nexweşxanê ji mer wiha axivî: “Kurê min 3 salî ye. Du roj in bi nexweşiya jehriyê ketiye. Despêkê ku nexweş ket laşê wî germ dibû û pir vedirşiya. Herwiha ji ber germa zêde kêmbûna elektirîkê û qirêjiya derdorê gelek zarok nexweş dikevin. Çimkî zarok ne weke mezinan in û nexweşî zû bandorê li wan dike.”

Di dawîya axaftina xwe de Tirkiya got, ez bi hêvî me gelê me li paqijiya derdorê baldar be. Çimkî eger em paqijiya xwe paşguh bikin wê gelek nexweşiyên din derkevin. Ji bo wê jî baqijiya me parastina tenduristiya me ye.

`Sedema sereke ya nexweşiyê guhertina hewayê ye`

Doktorê hundir û damaran Ehmed Hac Îbrahîm ji me re behsa sedema derketina nexweşiya jehriyê û sehaya vê dawiyê kir û wiha got: “Sedema sereke ya nexweşiyê guhertina hewayê û germaa zêde ye. Herwiha got, nexweşiya sehaya herî zêde ji iltîhabê çêdibe. Ev nexweşî piranî bi zarokan re çêdibe, dema ku nexweşî giran dibe rewşa cefafê jî bi wan re çêdibe. Jixwe yên mezin jî piraniya wan bi jehriyê dikevin. Ev jî ji ber xwarina xwaringehan e, çimkî hin xwaringeh ne zêde paqij in, dema mirov wê xwarina qirêj dixwe bi jehriyê dikeve. Ne xwaringeh tenê dema mirov zebze yan jî xwerek ji derve anî malê, pêwîst e li paqijiya wê baldar bin.”

Tedawî û parastina tenduristiyê ji paqijiyê dest pê dike

Di dawiyê de doktor Ehmed Hac Îbrahîm bîr xist ku tedawî û parastina tenduristiya mirov ji paqijiyê dest pê dike, bi taybetî paqijiya xwarin û sebzeyan. Herwiha got, pêwîst e mirov di carekê de ji ber germê neçe ber sermayê.