Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş ya Cenga Xabûrê Sorxwîn Avesta got, ev şer sed salî jî dewam bike, heta ku welatê me azad nebe, heta ku ev faşîzm ji Kurdistanê neyê qewirandin, emê nesekinin. Emê rojekê tene jî bi rehetî ranezin û wê Zap ji bo dewlata faşîst bibe goristan.
Ji fermandarên Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş ya Cenga Xabûrê Sorxwîn Avesta li ser şerê gerîla yê li dijî dagîrkeriyê ji Stêrk TV re axivî.
‘Li hemberî gerîla ti wateya teknîka wan nemaye’
Sorxwîn Avesta diyar kir ku di mejiyê gerîlayên Kurdistanê de fikarek nîne; gelekî zelal û şênber e û wiha domand: “Bi bawerî, îrade û biryardariya xwe ya li ser serketinê, wê li ber faşîzm û dagirkeriya dewleta Tirk rabe. Ev şer sed salî jî dewam bike, heta ku welatê me azad bibe, heta ku ev faşîzm ji Kurdistanê bê qewirandin em ê nesekinin.”
Avesta ragihand ku hêviya artêşa Tirk teknîka wê ye û got, Ti wateya vê teknîkê jî êdî li hemberî gerîla nemaye. Em gerîla hem di şer de ne hem jî di nava şer de di pêvajoya jinûve avakirinê de ne.
‘Me dewleta tirkî ya faşîst li Zapê kilit kiriye’
Sorxwîn Avesta bi bîr xist ku artêşa Tirk a dagirker navekî gelekî balkêş li êrişa xwe kirine û got, “Navê ‘Pençe-Kilît’ lê kirine. Dema ku me ev nav bihîst em li herêma şer bûn, me dişopand. Li gel komek ji hevalan me liv û tevgera wan dişopand. Wê demê me got, ‘Rast e, navê Pençe-Kilît li operasyonê kirine, lê belê em ê wan li Zapê kilît bikin. Gelo wê karibin kilîtê vekin û ji Zapê derkevin an na? Rewşa ku niha tê de ne bi vî rengî ye, me ew li Zapê kilît kirine.”
Fermandar Sorxwîn Avesta destnîşan kir ku asta berxwedanê wê bilindtir bibe û wiha dewam kir: “Ev şerê li herêma Zapê wê êdî encamê biafirîne. Wê biqedin. Leşkerên Tirk wê welê bişikên ku êdî careke din berê xwe nede Zapê. Heval hemû xwedî vê biryardariyê ne. Em ê nehêlin ku derkevin. Em wan welê asê bikin, her roj êriş bikin û nehêlin ku rojekê jî bêhn bê ber wan. Wê rojekê jî bi rehetî ranezên.”
‘Her endamekê YJA Star parêzvaneke doza kurd e’
Sorxwîn Avesta işaret bi pêşengiya gerîlayên YJA Starê kir û got, Bi pêşengiya YJA Starê bi çalakiyan di cih de bersiv ji êrişa dagirkeriyê re hate dayin ku 17’ê Nîsanê destpê kir. Her endameke YJA Starê xwe kiriye parêzvaneke xurt a Kurd. Her endameke YJA Starê parêzvaneke gelekî xurt e. Mîna Baz’an lê didin. Ji bilî jiyaneke azad rêyeke din li ber nîne. Em li ser vê îqna bûne. Planên ku li ser gerîlayên Kurdistanê kirine, wê bi pêşengiya YJA Starê bêne têkbirin; Pençe-Kilît wê bi rastî jî li ser wan kilît bibe. Dagirkeriya Tirk wê têk biçe. Kurdistan wê li wan bibe goristan.”
Fermandar Sorxwîn Avesta herî dawî got, “Em bi zor û zehmetiyan zanin û bi vê têgihiştinê tevdigerin. Di şerê dawî yê li Zapê de wê poşman bibin.”