Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Pirsgirêka kamp û girtîgehên DAIŞ`iyan û reva dewletan ji erkê xwe

14/06/2022
in ROJEV
A A
Pirsgirêka kamp û girtîgehên DAIŞ`iyan û reva dewletan ji erkê xwe
Share on FacebookShare on Twitter

Xalid Etê/Qamişlo

Doktora qanûna navneteweyî da zanîn ku bakur û rojhilatê Sûriyê ne girtîgeha Guwentenamû ye. Divê dewletên têkildarî doza DAIŞ`ê li peymanên imze kirîn, xwedî derkevin; yan welatiyên xwe vegerînin yan alîkariya hiqûqî, siyas û lojistîk bibin Rêveberiya Xweser.

Têkildarî doza çeteyên DAIş`ê û malbatên wan yên li kamp û girtîgehên bakur û rojilatê Sûriyê, vegerandina wan, avakirina dadgeheke navneteweyî û erkê dewletên têkildar, Doktora Frenasî ya Qanûna navnetewyeî  Seve Izouli ji me re axivî.

`Avakirina Kamp û girtîgehan ji aliyê Rêveberiya Xweser ve pêwîst û girîng bû`

Seve Izouli diyar kir ku avakirina kamp û girtîgehan ji endamê DAIŞ`ê û malbatên wan re ji aliyê Rêveberiya Xweser pêwîst û girîng bû. Lewra berî bidawîkirina şerê rizgakirina Baxoza Dêrazorê yê 2019`an, bi hezaran çete û `terorestên` DAIŞ`ê ji Reqa û bajarên din xwe radestî Rêveberiya Xweser û Hêzên QSD`ê kirin. Herwisa beşke ji wan yên xwe radest nekirîn di şerî de hatin girtin. Negirtina çeteyan û serbestmayîna wan, ewleyiya herêmê û cîhanê rûbirûyî xetereke mezin dikir. Rêveberiya Xweser jî erkê xwe pêk anî.

`Lê Rojava ne girtîgeha Guwentenamo ye!`

Dektora qanûna navneteweyî herwisa diyar kir ku diviya koalisyon navneteweyî jî erkê xwe pêk bîne û ev nirxandin kir: “Diviya Koalisyonê jî çarenûsa çete û malbatên wan yên girtî çareserke bike, vî erkî neavêje ser milê Rêveberiya Xweser tenê, ku derfetên wê bixwe kêm in. Dewletên mîna Frensa, Almanya û welatên Ewropî dibêjin bi vegera 200-300 malbat û çeteyên DAIŞ`ê, emê rastî pirsgirêkên mezin bên. Erê baş e we bi hezaran çete û malbatên wan li Rojava hiştine, wê pirsgirêk û xetera wan çawa çareser bibin? Eger hûn nikaribin çareser bikin, erk û misyona xwe pêk bînin, rêveberiyeke nû û bi derfertên sînordar wê çawa çareser bike ? Ev ne mentiqî ye!. Rojava ne girtîgeha Guwentenamo ye ku tundrew û çeteyan li cîhanê lê kom bikin, bêdadgeh û bêqanûn bimînin. Rêveberiya Xweser jî ne dergevana wê ye. Koalisyon û dewletên ku çeteyên xwe nagirin, li hemberî Rêveberiyê û gelên herêmê bêrêziyeke mezin dikin. Ji aliyekî din ve naxwezin bi fermî xweseriya wan nas bikin. “

Qanûna Navneteweyî çawa li kamp û girtîgehên DAIŞ`iyan dinêre?

Li ser rewşa girtîgeh û kampên DAIŞ`iyan û malbatên wan ji aliyê qanûna navneteweyî ve û avakirina dadgehekê, doktora qanûna navneteweyî ev şîrove kir: “Bi rastî piştî şerê Baxozê diviya ji bo darezandina van çeteyan dadgheke navneteweyî bê avakirin û ciyê wê diviya li Rojava bûya. Da gelê herêmê êş û birînên xwe ji dadgehê re vegotan û mafê wan bihata misogerkirin. Lewra li gorî qanûnê ciyê sûcdar lê sûc kirî li wir tê darizandin. Herwisa li wir belege, şahid, qurban û wêraniya bûyî ji ber sûcên wan şênber in. Jixwe li gorî qanûnên navneteweyî û mafên mirovan yên bingehî -ku sedem çi be bila bibe binpêkirina wan ne pêkan e- Her mirov, terorsîst be, çete be, her çi be mafê wî heye di demeke kurt de, bê darizandin û mafên wî bên misogerkirin. Lê em bala xwe didin rewşa kamp û girtîgehên li Rojava yên çete li wan, bi salan e zarok, jin û çeteyên DAIŞ`ê ji mafêdarizandinê bêpar in. Ev jî li dijî mafê mirovan û qanûnên navneteweyî ye. Yên berpirs û sûcdar jî dewletên mezin û koalisyona navneteweyî ne. Dewletên ku welatî û jin û zarokên xwe venagerînin, di navê de welatên Ewropî, qanûn û mafên mirovan yên navneteweyî ku bixwe peyaman imze kirine, binpê dikin.”

Astengiyên li pêşiya avakirina dadgehê û berjewendiyên siyasî û aborî yên dewletan..

Seve Izoulî herwisa bal kişand ser berjewendiyên siyasî û aborî yên dewletan ku rê nadin avakirina dadgeheke girêdayî doza DAIŞê û ev agahî dan: “Lêbelê ji bo avakirina dadgehekê pêwîstî bi biryara Konseya Ewlekariya Nanventeweyî heye. Lê ji destpêka krîza li Sûriyê ve vîtoya Rûsya rê nade li hemberî rejima Sûriyê ti biryar bê standin. Ji ber wê avakirina dadgehekê bê rêjima Sûriyê li bakur û rojhilatê wê di şert û mercên heyî de ne pekan e. Ev jî li gorî qanûnê navneteweyî rast e. Lewra Rêveberiya Xweser ji aliyê cîhanê ve nayê naskirin. Wê çaxê derveyî Konseya Ewlekar divê biryara avakirina dadgehê bê dayîn. Niha di dîrokê de li Yugoslavya, Siralîonê û Ruwanda di dema şerê navxweyî de dadgeh çêbûna. Dikarin ji bo DAIŞ`ê jî dadgeheke cuda ji ber şerê navxweyî yê Sûriyê pêk bînin. Riya duduyan avakirina dadgehekê li bakur û rojhilatê Sûriyê ye. Wê demê divê ji rêveberiyê re alîkariyên hiqûqî, lojîstîk, aborî ji aliyê koalisyonê ve bê kirin. Ev riya duduyan bê erêkirina Konseya Ewlekar pekan e. Lê mixabin tersî wê alîkariyê nadin û barê xwe diavêjin ser milê rêveberiyê.”

Durûtiya qanûnan û sîstema Nevteweyên Yekbûyî..

Li ser banga vegerandina çete û malbatên wan ji aliyê NY, YE û saziyên hiqûqî  ve ji girtîgeh û kampên bakur û rojhilatê Sûriyê, Seve Izoulî wiha axivî: “Dewletên têkildar pêwîstiya vê bangê pêk naynin û li dijî qaûnan tev digerin. Ji ber wê di deh salên dawî de li cîhanê qanûn û mafên mirovan paş ve diçin. Dewletên ku xwe demokaratîk û parzvanên qanûn û mafê mirovan nîşan didin, bixwe wan binpê dikin. Berjewendiya wan ya aborî, siyasî û leşkerî li kû be wê dikin û çekan difiroşin. Guh nadin mafê mirovan. Atmosfereke wisa ava bûye, kî mafên mirovan binpê dike, bêhesaxwestin dimîne. Ji bo ku dewletên cîhanê ji vê sîstemê rizgar bibin, divê sîstema NY bê guhertin, tedbîrên nû bên girtin û Konseya Ewlekar li ser pîvanên mafê mirvan û demorkarsiyê bê avakirin û reformekirin. Rewşa ku 5 dewlet tenê cîhanê bi rê ve dibin bê guhertin û mafê vîto ji destê wan bê girtin. Herwis nûnertiya rast ya tevayiya cîhanê li saziyên navneteweyî bê kirin. Da jiyana azad û demokatîk ji her kesî re bê misogerkirin û bikarin pêşiya fikrên tarî bigirin. ”

Vejîna DAIŞ`ê jinûve…

Doktora qananûna navneteweyî Seve Izoulî diyar kir ku çaresernekirina doza girtiyên DAIş`î û malbatên wan rewşeke pir giran û bixeter derdixe holê û êrişa 20ê Çileya îsal ya DAIŞ ya ser girtîgeha Hesekê ev teqez kir û axaftina xwe wiha qedand: “Êrişa ser girtîgeha Hesekê dîsa teqez kir ku ewleyiya herêmê û tevayiya cîhanê ji ber çeteyên DAIŞ`ê di xeterê de ye. Diyar dibe ku hê bihêz e û dikare xwe jinûve zindî bike. Kampa xwe organîze dikin û di nava kampan de zarokan perwerde dikin. Ji ber wê dikarin jinûve dewleta xwe jî ava bikin. Divê koalisyona navneteweyî li hemberî vê rewşê cidî tev bigere, alîkariya mayînde bi Rêveberiya Xweser re bike.”

 

Kamp û girtîgehên DAIŞ`iyan yên li bakur û rojhilatê Sûriyê

Li gorî amarên Rêveberiya Xweser nêzî 12 hezar çeteyên DAIŞê di girtîgehên wê de hene. Herwisa li gorî Desteya Karûbarên Koçber û Penaberan li Kampa Holê 56124 endamên malbatên DAIŞ`iyan hene. Ji wan 8109 biyanî, 29152 Iraqî ne. Ji wan 36057 zarok in (5738 biyanî ne û 17879 iraqî ne) 16425 jin in ( 8602 iraqî ne û 2370 biyanî ne. Herwisa li kampa Roj 2666 endamê malbatên DAIŞ`iyan hene (2310 biyanî ne). Ji wan 1784 zarok in (1582 biyanî, 162 iraqî ne) 810 jin in (725 biyanî, 73 iraqî ne).

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.