Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Plana dagîrkeriya tirkî eşkere ye, êdî dema têkoşîneke mezin e

12/06/2022
in ROJEV
A A
Plana dagîrkeriya tirkî eşkere ye, êdî dema têkoşîneke mezin e
Share on FacebookShare on Twitter

Mihemed Xanim / Qamişlo

Ilham Mihemed : Êrişên dagîrkeriya tirkî li ser tevayiya gelên herêmê xeter in. Berxwedana gelên azadîxwaz wê dawî li faşîzma Erdogan û dewleta tirkî bîne.

Dewleta tirkî ya dagîrker di salên dawî de li dijî Rojava êrişên dagîrkirinê li dar xistin. Di van    êrîşan de bajarên bakur û rojhilatê Sûriyê, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî dagîr kirin û hêzên radîkal yên Islamî li wan bi cih kirin. Herwiha ji bilî van deveran dagîrkeriya tirkî bi dewamî li dijî deverên din ên bakur û rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk tîne û di nava hewldanên berfirehkirina dagîrkeriyê de ye. Komên radîkal yên islamî  ku Tirkiye wan li deverên dagîrkirî bi cih kirine, aramiya herêmê têk birine û sûcên dijmirovî  dikin. Di du hefteyên dawî de Erdogan di hin daxuyaniyên xwe de li dijî bajarên din yên bakur û rojhilatê Sûriyê gefan dixwe û fermana êrîşan dide. Li ser vê mijarê, Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk ( PYD ), şaxê Efrîn Ilham Mihemed ji me re axivî.

’Armanca dewleta tirkî ya dagîrker qirkirina Kurdan e’

Ilham Ehmed diyar kir ku êrişên dewleta tirkî ya dagîrker ne nû ne, bi salan e tên meşandin û wiha dewamî da axaftina xwe: “Dijminatiya dewleta tirkî li hemberî gelê Kurd dûr û dirêj e, lê bi despêkirina şoreşa Rojava re ev êriş zêde bûne. Dagîrkeriya tirkî dixwaze projeyên xwe yên dagîrkirinê di herêmên Kurdan de pêk bîne. Tirkiyê cara yekê bi riya çeteyên DAIŞê êrişî Kobanê kir. Piştî wê  herêma Ezaz, Bab û Cerablûsê dagîr kirin. Herwiha Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî jî dagîr kirin. Dagîrkerî di binê navê parastina ewleyiya xwe de, projeyên dagîrkirina xaka Sûriyê fireh dike.”

’Ji bo têkbirina projeya Biratiaya Gelan, Erdogan tevayiya rêbazên qirêj pêk tîne’

Ilham da zanîn ku armanca êrişên dagîrkeriya tirkî têkbirina projeya Biratiya Gelan e û axaftina xwe wiha domand: “Erdogan dixwaze xeta demokrasî û azadiyê tine bike. Ji ber ku projeya demokratîk ya bakur û rojhilatê Sûriyê gihiştiyê asteke bilind û wê bandorê li tevayiya gelên Rojhilata Navî bike. Dagîrkerî vê projeyê li ser desthilatdariya xwe xeter dibîne. Tirkiye  bi riya bicihkirina malbatên çeteyan li xakên dagîrkirî, dixwaze gelên herêmê yên resen tine bike û ji cîhanê re bibêje ku jimara Kurdan li herêmê kêm e. Ji ber wê projeya xwe ya guhertina demografîk bi tevayiya şêwazan dewam dike. Herwiha bi êrişên xwe yên ser welatiyan, polîtîkaya xwe ya qirkirinê didomîne.  Ji ber ku bi saya fikir û felsefeya rêberê mirovayiyê Rêber APO û berxwedana gelên azadîxwaz, siyaseta Tirkiyê  ya dagîrkirinê li tevayiya qadan têk dice. Ew bi awayekî hovane êrişî Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê dike.”

’NATO bi destê Tirkan Kurdan qir dike û Rûsya jî hevkara wê ye’

Ilham da xuykirin ku tevaya hêzên xwedîbandor hevkarên dewlata tirkî ya dagîrker in û wiha dirêjî da axaftina xwe : “Ez yek ji şahidên êrişên dagîrkirina Efrînê bûm. Dewlewta tirkî ya qirker bi balafir, tang û topan êrişî bajêr kir. Gelek komkojî pêk anîn û gelê Efrînê bi darê zorê koçbere kir. Li hemberî van kiryaran cîhanê çavên xwe girtin. Dema şoreşa Sûriyê dest pê kir , Kurdan xeta sisiyan meşand û projeya Neteweya Demokratîk pêş xistin. Ev projeya ku fikrê azad yê Rêber Apo temsîl dike, dibe kelem li pêş berjewendiyên Rûsya, Emerîka û dewletên NATO. Hêzên hegemon dixwazin Kurd hêzeke qels û bi dest bin, wekî hikumeta Başûr ku çawa xizmeta dagîrkeran dike. Desthilatdar, Kurdên azad qebûl nakin. Di dema dawî de, di navbera Rûsya, rêjima Sûriyê û Tirkiyê de civînin nû pêk tên, ew dixwazin peymana Edenê nû bikin û êrîşên dagîrkeriya tirkî qanûnî nîşan bidin. Eger dewleta tirkî ya dagîrker herêmên Rêveberiya Xweser dagîr bike, wê tiştek bi navê  Sûriyê nemîne.”

’Pêwîst e gelên herêmê xwe ji şerekî dirêj re amade bikin û destkeftiyên xwe biparêzin’

 

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat ( PYD ), şaxê Efrînê Ilham Mihemed da zanîn ku yekîtiya gelên herêmê wê planên dagîrkeran vala derxe û axaftina xwe wiha qedand: “Di vê pêvajoyê de ya herî girîng birêxistinbûn e. Pêwîst e gelên herêmê xwe bi rêxistin bikin û li derdora rêveberiya xwe bibin destek. Proje û fikrê Neteweya Demokratîk, ji gelên Rojhilata Navî re xelasiya ji dagîrkerî û serdestiyê ye. Lewra divê gelên herêmê li gorî wê xwe pêş bixin û nirxên hatine bidestxistin biparêzin. Ji her demê zêdetir pêwîstiya  gelên herêmê bi yekrêziyê heye.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.