Rojnameya Ronahî

Êrişên dagîrkeriya tirkî li ser tevayiya gelên herêmê xeter in

Mihemed Xanim / Qamişlo
Ehmed Yildirim: Bi êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê wê aramiya herêmê têk biçe, kirîza Sûriyê kûrtir bibe û çeteyên DAIŞê jinûve xwe xurt bikin.
Di nava bêdengiya cîhanê de, dewleta tirkî ya dagîrker û çeteyên girêdayî wê, gefên xwe li ser bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dikin. Bi êriş û şerên taybet dixwazin herêmê ji gelên wê yên resen vala bikin. Bi armanca têkbirina projeya Biratiya Gelan, dewleta tirkî ya dagîrker bi hêzên navneteweyeyî û herêmî re di nava tevgeran de ye. Bi bazarên xwe yên qirêj dixwaze gelên herêmê ji azadiyê dûr bixe. Li ser vê mijarê Doç. Dr. Ehmed Yildirim ji me re axivî.
Yildirim diyar kir ku bingehê amadekariya êrişên dewleta tirkî ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê berî 10 salan hatiyê danîn û axaftina xwe wiha domand “Bihara Ereban bi serhildanekê li Tûnsê dest pê kir û li gelek welatên Ereban belav bû. Herî dawî li Sûriyê çirûska şoreşê pê ket û serhidanan dest pê kir. Van serhildanan ji bo gelan tiştekî erênî pêş nexistin. Lewra van serhidanan ji pêsîra xwe DAIŞ û çeteyên radîkal derxistin. Li vir di serhidanan de du bask hene, baskek azadîxwaz e, baskê din jî DAIŞ û dilxwazên wê ne.”
Tirkiye di warê siyasî, civakî û aborî de qels bûye
Yildirim bal kişand ser hevkariya hêzên navneteweyeyî bi dagîrkeriya tirkî re û wiha axivî: “Gef û êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê girêdayî siyaseta berî sedê salan e ku li Rojhilata Navî li dijî kurdan bi awayekî rêkûpêk tê meşandin. Ne hikumeta AKPê tenê vê siyasetê dimeşîne. Gelek dewlet bi Tirkiyê re alîkar in û piştgiriya êrişan dikin. AKP dixwaze parastina hikumeteke nijdprerest pêş bixe. Herwiha dixwaze rewşa awarte bide pêş û hêza leşkerî bixe tevgerê. Desteya Ewleyiyê ya tirkî berî demekê civiya, derheqê bakur û rojhilatê Sûriyê de biryara êrişên nû da. Desteya ewleyiyê  piraniya wê ji leşkeran pêk tê û cihê pêkanîna planên dewletê ye.”
Yildirim da zanî ku niha dewleta tirkî dixwaze ji cîhanê tevê sûdê bigire û wiha axivî: “Tirkiye ji nakokiyên navbera hêzên cîhanî de sûdê digire. Dixwaze ji şerê Rûsya û Ukrayna hin tiştan qezenc bike. Armanca wê ya yekê dagîrkirina herêmên Kurdan e. Herwiha ji bo erêkirina tevlîbûna Swêd û Fînlandiya ya Nato, daxwaziya qirkirina Kurdan dike.”
Hesabê Rûsya û hikometa şamê şaş E, armanca Tirkiyê wêrankirina Sûriyê ye
Ehmed Yildirim  diyar kir ku rêjIma Şamê bi serê xwe nikare biryarekê bide û axafina xwe wiha qedand: “Hikumeta Şamê bê Rûsya û Îranê nikare polîtîka xwe diyar bike û helwestekê nişan bike. Piştî şkandina DAIŞ û komên radîkal, Şam bi alîkariya Rûsya û Îranê hin dever vegerandin. Dema niha berjewndiyên Şamê û Rûsya ji hev cuda ne. Herwiha berjewendiyên Îran û Rûsya jî li Sûriyê ji hev cudan e. Hikumeta Şamê naxwaze Kurd bibin xwedîhêz û ji bo wê peymanan bi Tirkiyê re imze dike. Heta 2014an, Tirkiyê dixwest bajarên Sûriyê yên sereke weke Şam, Heleb û Latikiyê wêran bike û xuya ye ku rêjima Sûriyê ev tişt ji bîr kiriye. Rêjima Sûriyê dixwaze Kurd vegerin berî şoreşê û îradeya xwe radestî Şamê bikin. Kurdan gelek berdêl dan, 12 sal in êş û azarê dikişînin. Bi têkoşîna xwe gelên herêmê parastin. Di dawiyê de wê rêjima Sûriyê mecbûr bibe bi Kurdan re li ser maseyekê rûne. Lewra jêderên enerjiyê di destê Kurdan de ne û rêjim di milê aborî de xeniqiye.”