Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Emê li pêşiya xeyalên Tirkiyê bisekinin`

05/06/2022
in ROJEV
A A
`Emê li pêşiya xeyalên Tirkiyê bisekinin`
Share on FacebookShare on Twitter
Darîn Silê/Qamişlo
Welatiyên bajarê Til Temir diyar kirin ku dewleta tirkî ya dagîrker bi êriş û kiryarên xwe yên hovane gelê herêmê dike amanca xwe û dixwaze cografya xwe fireh bike. Herwiha gotin, ji bo bêbandorkirina êrişan û pêşîgirtina li wan lihevkirin pêwîst e.
Dagîrkeriya tirkî êrîşên xwe yên hovane li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomîne û komkujiyên hovane li dijî sivîlan pêk tîne. Armanca van êrîşên dijmirovahî û tinekirina gelê Kurd, gelên resen yên li herêmê ne. Avakirina mîtêngeriyên nû û guhertina demografiyê ye. Dewleta Tirkan li ber çavê dinyayê û rêxistinên navneteweyî yên ku îdîaya parastina mafên mirovan dikin, sûcên li dijî mirovahiyê dike. Herwiha bêdengiya wan nîşana hevkariya wan ya bi sûcên dagîrkeriyê re diyar dike.
Derbarê êrişên dagîrkeriya Tirkan yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, şêniyên bajarê Til Temir, nêrînên xwe ji me re anîn ziman.
`Her ku bajarekî dagîr dike çavê wê li bajarekî din e`
Hevserokê Şaredariya Gel ya bajarê Til Temir Mihemed Baqî Kûtê da zanîn ku dewleta tirkî, dewleteke Osmanî ye û li ser zihniyeteke kevin ya osmaniyan, hem jî zihniyeta DAIŞê dimeşe û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiyê bi hiceta ku Kurd xeterê li ser çêdike rewabûnê dide xwe ku êrişan ser Kurdan bike û roj bi roj van êrişên hovane zêde dike. Lê armanc ne Kurd tenê ne, çimkî gelek pêkhate li ser vê xakê bi Kurdan re dijîn. Tirkiye dixwaze Osmaniya kevin vegerîne û cografyaya xwe fereh bike. Bi vê yekê Tirkiyê parçeyêê herî pîroz û hêja li Sûriyê dagîr dike, da ku bi xaka xwe ve girê bide. Di xeyalên wê de heye ku ji Hesekê heta Mûsil, Kerkûk û Şingalê tevê bi ser xaka xwe ve bike. Çimkî daxwaziya wê ne 30 km tenê ye, her ku bajarekî dagîr dike çavê wê li bajarekî din e.”
`Tirkiyê şerê Ukrayna ji xwe re derfet dibîne`
Mihemed Baqî bal kişand ser şerê Rûsya û Ukrayna û got, Tirkiye vî şerî ji xwe re derfet dibîne ku êrişên xwe yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde bike. Di demekê de ku cîhan tev bi şerê Rûsya û Ukrayna ve mijûl e, dewleta Tirkan ya faşîst jî êrîşên xwe yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Rojane êriş dike, li her deverê êriş dike û gel koçber dike.
Mihemed da xuyakirin ku çareseriya pêşîlêgirtina dagîrkeriya dewleta tirk, têkitiya gelên herêmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwîst e danûstandin û nîqaş li ser vê yekê bên kirin. Yek rojê me fîşekek bernedaye hundirê Tirkiyê. Ti mafê Tirkiyê nîne ku van êrişên hovane li ser gelê me pêk bîne. Mixabin Tirkiye har bûye û çi tişta ku mafê mirovan binpê dike ew pêk tîne. Ji bo wê jî pêwîst e rûniştin û lihevkirinên li ser bingehê ku ti kes mafê ti kesî nexwe bên kirin.”
`Em berxwedan, destkeftî û xwîna şehîdan bernadin`
Mihemed Baqî got, Êrişên ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê tên kirin li ser xaka Sûriyê ne, tevî wê jî rejima Sûrî bêdeng e. Çimkî rejima Sûrî heta niha jî, ji destkeftiyên Kurdan ne razî ye. rejima Sûrî dixwaze Rêveberiya Xweser her tiştê xwe teslîmî wan bike û rewşa herêmê vegere wek berî ya 2011`an. Em jî dibêjin, em evqas berxwedan, destkeftî û xwîna şehîdên xwe bernadin. Me tişteke giran ji rejimê nexwestiye, em wekhevî û biratiya gelan dixwazin. Em ji bilî edalet û wekheviyê tişteke din naxwazin.
Mihemed Baqî Kûtê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan û projeya Neteweya Demokratîk, em gelê herêmê Kurd Ereb û Sûryan li hev civiyane û  milbimil em berxwedan û berevaniyê li ber xaka xwe dikin. Hêza me îradeya me ye, wê serkeftin ya me be.”
Rêveberê Saziya Malatên Şehîdan Mihemed Tahir Yûniş jî axivî û teqez kir ku armanca êrişan ew e ku hebûna Kurdan bi dawî bibe û wiha pê da çû: “Dewleta tirkî ya dagîrker ji ber ku li herêmên parastina rawa bi ser neket, êrişên xwe yên ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Tirkiyê her ku li herêmekê bin dikeve berê xwe dide herêmeke din. Niha jî êrişên xwe yên ser Til Temir, Til Tewîl, Girê Spî û gundewarên wê zêde kirine û dibêje ezê Til Rifat û Minbicê jî bixim destê xwe. Lê bi hevgirtina gelên me yên li herêmê û bidestekdayîna wan ji hev re, herwiha bi hêza parastina gel emê li hemberî êrişên Tirkiyê bisekinin, heta ku em civaka xwe azad bikin.”
`Tirkiye nikare xaka ku berxwedana gel lê heyî dagîr bike`
Mihemed di dawiya axaftina xwe de got, armanca dagîrkeriyê ew e ku bigihe xeta M4, ango 30 km ji herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê û bi erdên xwe ve girê bide. Lê dagîrkeriya Tirkan nikare vê herêmê dagîr bike û girêdayî xwe bike. Lewra berxwedan heye û bi yekîtiya gelên herêmê ji ciwanan heta mezinan Kurd, Ereb, Suryan û Asûrî, wê li pêşberî êrîş, plan û xeyalên dewleta dagîrker bisekinin, heta herêm ji qirêjiya wan rizgar bibe.
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.