Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Mihemed Berkel: Hişyarî li ser Lîwa Iskenderoreke din li Sûriyê da

01/06/2022
in ROJEV
A A
Mihemed Berkel: Hişyarî li ser Lîwa Iskenderoreke din li Sûriyê da
Share on FacebookShare on Twitter
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Paşrojê şaxê Minbic û gundewarê wê Mihemed Berkel, da zanîn ku dewleta Tirkan ya dagîrker dixwaze li herêmên herî ewle yên Sûriyê “herêmeke ewle” ava bike û hişyarî li ser parçekirina Sûriyê da.
Dewleta Tirkam ya dagîrker bi armanca guhertina demografîk û tirkkirina herêmê, gefa pêkanîna êrişeke din li ser nakur û rojhilatê Sûriyê dixwe.
Ev yek piştî hefteyekê ji ragihandina plana Erdogan a bicihkirina milyonek penaber li herêmên dagirkirî yên Sûriyê pêk hat.
Li ser vê yekê Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Paşrojê li Minbic û Gundewarê wê Mihemed Berkel got: “Ji dema damezrandina Rêveberiya Xweser ve, welatî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ewle û îstîqrar dijîn û tu binpêkirinên QSD’ê li dijî dewleta Tirk tune ne. Lê dewleta Tirk ji destpêkê ve ji civata navneteweyî dixwaze herêmeke ewle li van herêman ava bike.”
Mihemed Berkel pirsî û wiha domand: “Gelo herêmên Sûriyê yên dewleta Tirk ji Cerablus heta bi Idlibê dagir kirine, herêmên ewle ne? Na li wir tu ewlehî tune ye, her tim şer û nakokî hene. Ew îdîa dike ku parastina ewlehiya xwe dike, bi wê re Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Lê di rastiyê de hewl dide van herêman tev li Tirkiyê bike. Ew jî binpêkirina peyman û mîsaqên navneteweyî ne.”
Berkel diyar kir ku li Tirkiyê krîzên navxweyî û têkçûna lîreyê heye. AKP ji bo ku di hilbijartinên 2023’yan bi bin nekeve de, dixwaze krîzên hindirîn bi îdiaya parastina ewlehiya xwe derxe derve.
Der barê armancên dewleta Tirk de jî Berkel got: “AKP dixwaze aliyên hundir razî bike, ji ber muxalefet dixwaze penaberên Sûriyê vegerîne Sûriyê. Lê AKP 2 dixwaze 2 armancan bi carekê de pîk bîne, him ji penaberan xilas bibe him jî bi vê yekê pere ji welatên alîkariya penaberan dikin bi dest bixe.”
Mihemed Berkel destnîşan kir ku dewleta Tirk bi darê zorê dixwaze penaberan vegerîne û ev tişt anî ziman: “Eger rastî dewleta Tirk dixwaze penaberan vegerîne, divê daxwaza çareseriyeke aştiyane bike û bibe aliyekî xwedî niyetên baş. Her kesê dixwaze vegere welatê xwe, ne li Cerablus an jî Girê Spî yan jî herêmên din. Ev ne vegera penaberan e. Ev derxistina bi darê zorê ye û neçarkirina wan li herêmên dagirkirî ye ku armancên xwe pêk bîne , demografiya van herêman biguherîne.”
Mihemed Berkel bang li civata navneteweyî bi taybet Koalisyona Navneteweyî û Rûsyayê kir ku erkên xwe bi cih bînin û rê li ber dewleta Tirk bigirin.
Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Minbic û Gundewarên wê Mihemed Berkel di dawiyê de got: “Em avakirina avahiyên mêtîngeriyê li ser xaka xwe qebûl nakin, ew dixwazin weke Lîwaya Skenderon herêmên din ji Sûriyê dagir bikin. Divê gel bi hemû pêkhateyên xwe rastiya dewleta Tirk nas bike.”
ANHA
ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.