Rojnameya Ronahî

Me li kû çi winda kir!

Sara Kerem
Di vê pêvajoyê de, şerekî pir dijwar li ser gerîlayên azadiya Kurdistanê heye. Dewleta tirkî bi PDK’ê re dixwaze hebûna gerilayên PKK’ê li çiyayên Kurdistnê tine bike. Ev tişta ku em dibêjin her kes dibêje û rastiyeke jî. Lê gelo armanc tinê gerîla ye û çima despêkê gerîla?
Niha ezê bêjim ‘xeyal bikin ku êrişeke tinekirinê li ser PDK’ê û gelê Başûr heye, ka wê demê tevgera PKK’ê wê çi kiriba. Lê ne pêwîst e ku kesek xeyal bike. Tiştekî ku çêbûyî, tinê em bîr bînin bes e… û ez bawer im ne pêwîst e ez bêjim dema êrişên DAIŞ’ê, eger PKK nebûya tiştek bi navê Kurd û Kurdistanê nedima, ne jî ti deskftî diman. Herwiha ji bo Iraq – Sûrî û giştî Rojhilata Navî heman tişt derbasdar e. Wê niha Rewşa herî baş ya giştî Rojhilata Navî wek ya Efgxnistanê bûya. Ji derveyî belgeyên heyî, tinê her kesê xwedîwijdan wê demê hinekê bîne bîra xwe bes e.
Lê di vê pêvajoyê ku dewleta tirkî bi hêza NATO re dixwaze deskeftiyên Kurdan bi qirkirineke mezin ji holê rake. PDK’ê ji cîhanê re da xuyakirin ku ne partiya gelê Kurd e û berjewendiyên gelê Kurd jî ji bo xwe xeter dibîne. Lewra eger ji destê wê bê hazir e xaka Kurdistanê giştî bifiroşe dijminê Kurdan û bi dewleta tirkî re gelê Kurd di qirkirinekê din ya dîrokî re derbas bike. Dibe ku hin kes watê nedin vê rastiyê, lê zelal e ku PDK li ser navê partiyekê kurdî ji bo hilweşandina gelê Kurd, ji aliyê hêzên hegemon ve tê birêvebirin. Êdî ew bixwe vê rastiyê  itîraf dike.
Rojavayê Kurdistanê jî di nava dorpêçekê de pariyê ku ji devê dijmin hatî xilaskirin e. Lê ji aliyê dewletên hegemon ve di nava dorpêçekê pir mezin da ye û ev hêz dixwazin paşroja vê serkeftinê (şoreşê) wek ya başûrê Kurdistanê bikin. Ango hêza eskerî û rêveberiya wê bibe amûrekê wan ku sîstemekê teslîmkirî, ji berjewendiyên gelê xwe dûr; dîlgirtiya berjewendiyên hêzên derve wek PDK’ê bikin. Bêguman li hemberî vê projeya qirêj, têkoşîn û berxwedan heye, lêbelê ne di asteke pir xurt de ye. Ji ber ku pir kesan di asteke jor de xwe ji hişmendiya teslimiyet û koletiyê xilas nekiriye û hin caran tê jibîrkirin ku ev şoreş bi fikr û hêza gerilayên azadiyê (PKK’ê) nebûye ne dihat avakirin, ne jî heya niha li ser lingê xwe dima.
Hêzên hegemon ji gelê Kurd bêtir dizanin ku heya PKK neyê lewazkirin, an jî neyê bêbandorkirin ti hêz û hebûn nikarin gelê Kurd û deskeftiyên wan tine bike, ev tiştekî ispat kiriye. Lewra hêza NATO ji bo ku PKK’ê tinê lewaz bike derfetên xwe hemû seferber kirîne.
Niha li gorî heqîqeta heyî, gelê Kurd bi hemû deskeftiyên xwe re bûye armanca dijminê xwe yê har û di xetereke mezin de ye.
Wê demê em pirs bikin, gelo piştî deskeftiyên Kurdan ku di nava lepê çeteyên DAIŞ’ê, bi hêza gerilayên PKK’ê hatin derxistin, me li kû çi şaş û winda kir ku dewleta tirkî ya bi zîhnîyeta DAIŞ’ê karî li berçavên cîhana ku li hember DAIŞ’ê diricifî û serkeftina Kurdan pîraz dikir, dest bi planên qirkirina Kurdan bike?
Bêguman Dema mirov tiştek winda kir, heya ku li cihê windakirî lênegere nikare wî tiştê xwe bibîne.
Hêzên navneteweyeyî bi derew û komployên zirav, PKK xistin nava listeya terorê. Piştî ku PKK’ê çeteyên DAIŞ’ê şkandin jî heman hêzan li çepikan da û xwe kirin şirîkê vê serkeftinê. Herwiha dewleta tirkî ya faşîst jî wê demê tevizîbû. Lêbelê dîsa jî PKK ji listeya terorê nehat derxistin û ya qedexekirî û nefermî jî dîsa ew bû, çima?
Ji ber ku despêkê gotin, artêşa ku tê avakirin an jî gerilayên şoreş ava kirîn, nabe bi cilên gerîla biminin! Êê dilê me Kurdan hinek zêde paqij e, qet û qet me dîroka xwe neanî  bîra xwe, me got `rast e ma şerê me û şoreşa me ne bi cilan e’ û me cil danîn. Piştr e gotin, ‘hinek xalên ku we rizgar kirine bila di destên we de be, lê bila filan hêza fermî tê de hebe- ji bo ku kesek êrişî we neke!’ Şûna ku em bêjin ,çima em fermî nabin; me got ‘rast e ala me ne fermî ye, ev ala fermî li vir be wê baştir be’ hwd û hwd. Niha jî dibêjin eger cihên di destê we de hûn radest nekin, emê bi şer, bi qirkirinê ji nav destên we derxin!
Bi kurtayî me di tavîza despêkê de (ya cilûbergên gerîla) winda kir. Wan got, me jî li çokê xwe da! Ji bo hêzên desthilat tavîza piçûk û mezin nîne, tavîza herî piçûk dibe ku bibe windayiya herî mezin…
Niha dîsa bi xêra gerîlayên azadiyê me lingê xwe li erdê şidandiye ku em êdî tavîzê nedin, lê rewş pir cuda bûye. Ev tinê têrê nake, divê em li gorî dijwariya dijminê xwe bi biryara ku em ji niha wê de ti car ‘paş de gavavêtinê qebul nakin’ û li her cihî êrişî dijminê xwe yê hov bikin. Ji ber ku ji vê gavê û wêde tiştekî ku Kurd ji windahiya wê bitirsin nemaye, berovajî vê yekê eger Kurd bi şik û tirs tevbigerin dibe ku her tişt bê windakirin! Gerila lewaz bibe wê Rojava jî hemû deskeftiyên xwe winda bike; cihekî ku Kurd hebûna xwe lê biparêzin namine. Divê ev tirs bi taybetî di dilê gelê Rojava de hebe, ji ber ku êşa piştî rizgarkirinê dîsa windakirin li Efrînê hat jiyîn û divê bi tevgerandineke zelal soza namûsê bê dayîn ku ev yek dîsa neyê dubarekirin.