Rojnameya Ronahî

Rojava her roj tê topbarankirin

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Dewleta Tirk herroj herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bomberdûman dike û hemwalatiya direvîne. Li gor daxuyaniya meclisa leşkerî ya Minbicê di va 3 rojên dawî de ji berergehên wan yên eskerî 41 top li ser gundan de hatine avêtin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, MÎT’a Tirk li Cindirêsa Efrînê ciwanê bi navê Nîzar Mihemed Bozan (25) revand. Ev ciwan dema ji bo pêdiviyên xwe çû Efrînê li benda kontrolê ya di navbera Efrîn û Cindirêsê de hate revandin.

Di heman demê de bomberdûman jî bênavber didome. Dewleta Tirk gundên Um Hoş û Wehşiyê yê Kantona Şehbayê bomberdûman kir.

Li gorî daxuyaniya Meclîsa Leşkerî ya Minbîcê jî dewleta Tirk a dagirker di sê rojên dawîn de şeş gund bomberdûman kiriye.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Artêşa Tirk a dagirker bi hawan û çekên giran gundên Hoşeriyê, Tûxar, Mihsenlî, Um Cilûd, Seyade û Yalinliyê bomberdûman kiriye. Artêşa Tirk 3 rojên dawîn de jî ji baregehên xwe yên nêzî gundên Tûxar, Hoşeriyê, Yaşilî û Şêx Nasir 41 top avêtin. Bi rêya van êrişan dixwazin aramî û jiyana civakî têk bibin.”