Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Tirsa Erdogan ji pêşketina projeya demokratîk e`

29/05/2022
in ROJEV
A A
`Tirsa Erdogan ji pêşketina projeya demokratîk e`
Share on FacebookShare on Twitter

Dilîn Ehmed-Qamişlo

Li ser berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dewleta tirkî ya dagîrker, Edhem Umer diyar kir ku, her ku projeya demokratîk ber bi serkeftinê ve diçe, dewleta tirkî ya dagîrker êrişên xwe xurttir dike.         

Dewleta tirkî ya dagîrker bi hevkariya Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) bi armanca qirkirina gelê Kurd û yên azadîxwaz, ji 17`ê Nîsanê ve êrişî Herêmên Parastinê yên Medya dike. Li hemberî êrişan gerîlayên azadiyê ji bo têkbirina armanca dijmin, berxwedaneke bêhempa dikin.

Endamê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Edhem Umer, got, berxwedana gelê herêmê bi taybetî gelê Kurd li ber ber çavê cîhanê tevê tê dîtin, lewra dewleta tirkî ya dagîrker êriş û gefên xwe yên ser herêmê zêde dike. Edhem wiha axivî: “Ji destpêka avakirina tevgera azadiyê ve, bi taybetî piştî şoreşa Rojava gelê Kurd li seranserê cîhanê bû xwedîbingeh. Hêzên serdest bi taybetî dewleta tirkî ya dagîrker, ji bo têkbirina projeya demokratîk, bi tevayiya derfetên xwe û rêbazên xwe yên qirêj êriş dike. Erdogan di pêşketina hêza tevgera azadiyê de, asteng dibe. Lewra ew mirovekî deshiladar e dixweze cîhanê tevê bixe binê kontrola xwe.”

`Armanc ji êrişan şkandina vîna gel e`

Li ser êrişên dewleta tirkî ya dagîrker bi taybetî êrişên ser Herêma Parastina Medyayê, Edhem bang li gelê azadîxwaz bi taybetî gelê Kurd kir ku, bi berxwedan û têkoşînê, piştgiriya gerîlayên azadiyê bikin. Edhem axaftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker di vê dema dawî de êrişî gelek deverên Kurdistanê bi hev re kir, mîna Mexmûr, Şingal, Rojava, Herêmên Parastina Medya û hwd. Armanc jê ew e ku, vîna gel bişkîne û zextê li gerîla bike. Ji bo wê banga min ji gelê me re ew e ku bi siyaseta dewleta tirkî û hevkara wê Partiya Demokrat ya Kurdistanê (PDK) neyê xapandin. Li berxwedan û têkoşîna gerîla xwedî derkeve, lewra yên ku me ji qirkirinê diparêzin ew in.”

Edhem wiha got: “Gelê Rojava bi tevayiya pêkhateyên xwe bi xwîna keç û xurtên xwe, nirxên şoreşê bi dest xistîn. Dewleta tirkî bi êriş û projeyên xwe yên qirêj dixwaze ewleyiya herêmê têk bibe û di navbera gelan de, şerê navxweyî derxe. Lê di baweriya min de gelê me li hemberî van projeyan hişyar e û ji bo têkbirina dijmin wê li ber xwe bide.”

Dijminê bav û kalan nabe dostê lawan

Endamê Desteya Çandê ya Herêma Cizîrê Edhem Umer di dawiya axaftina xwe de ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyîn got, divê kongreyeke neteweyî wera lidarxistin. Edhem wiha got: “Ji bo rê li ber qirkirina gel were girtin ya herî girîng û pêwîst, yekîtiya gelê Kurd e. Li şûna ku PDK çekdarên xwe li hemberî gerîla bide şerkirin, divê li ser çareserkirina pirsgirêkê gelê Kurd bixebite. Lewra armanca dewlet tirkî qirkirina gelê Kurd e, ne ya PKK`ê tenê ye. Em wek gelê Rojava vê hevkariya PDK`ê bi dewleta tirkî re şermezar dikin û ji bo azadiya welat û xwedîderketina li xwîna şehîdan, emê heta dawiyê li ber xwe bidin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.