Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Selman Barûdo: Qanûna têkildarî hevparan (şerîke) wê di nava mehekê de amade be

29/05/2022
in ROJEV
A A
Selman Barûdo: Qanûna têkildarî hevparan (şerîke) wê di nava mehekê de amade be
Share on FacebookShare on Twitter

Xalid Etê/Qamişlo

Hevserokê Desteya Aborî ya bakur û rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo, teqez kir ku di pêvajoya çêkirina qanûna têkildarî hevparan li gorî pîvanên navneteweyî li bakur û rojhilatê Sûriyê ne û wê kêmî mehekê ev qanûn li ber destê Mecisa Giştî be ji bo erêkirina wê.

12`ê Gulanê, Wezareta Xezîneya Amerîkî bi daxuyaniyekê ragihand ku wê cezayê qanûna Qeyser ya li ser herêmên dervî kontrola Hikumeta Şamê bê rakirin û rê da hevparên biyanî ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê di qada aborî de bixebitin. Wezaretê birayara xwe wek pêngaveke stratîjîk ji bo armanca têkbirina dijwariya DAIŞ`ê bi riya aramiya aborî bi nav kir û rê da ku hevpar di 12 sektoran de ku di nava wan de çandinî, avakirin û darayî jî hene, bixebitin.

Têkildarî nirxandina biyara dûrxistina herêma bakur û rojhilatê Sûriyê ji cezayên qanûna Qeyserê, Hevserokê Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê Selman Barûdo ji me re axivî.

`Ji bo hevparan qanûn li gorî pîvanên navneteweyî tên çêkirin`

Barûdo biryar bi başî nirxand û got, divê Neteweyên Yekbûyî û hêzên navneteweyî yên bibandor li ser Sûriyê xwedî lê derkevin û piştgiriyê bikin. Lewra ev herêm ji ber DAIŞê û hevalbendên wê pir êş û zehmetî dîtine û hêja ye ku derfet û piştgirî jê re bên dayîn û rewşeke aram û ewle jê re bê misogerkirin.

Barûdo herwisa li ser amadekirina qanûna têkildarî hevparên aborî ya li bakur û rojhilatê Sûriyê kar dikin ev agahî da: “Wê qanûn di nava mehekê de amade bibe û radestî meclisa giştî bê kirin da ku li ser bê nîqaşkirin û erêkirin. Wê ev qanûn weke rêname û ronahiyekê ji hevpar û sermeyadaran re be. Wê qanûn rewşa hevparên aborî bi rêxistin bike, ka maf û erkê wan çi be. Wê garantiyek ji wan re be û piştgirî be. Bi erêkirina mecilsa giştî li ser qanûnê, wê bikeve pratîkê.

Hûrigiliyên Qanûnî

Hevserokê Desteya Aborî ya bakur û rojhilatê Sûriyê bal kişand ser qanûnê û axaftina xwe wiha domand: “Wê qanûn li gorî pîvanên navneteweyî be. Wê di qanûnê de bê zelalkirin ka hevpar û sermeyadar têkiliyan bi kîjan saziyê re daynin. Wê saziyeke taybet jê re bê çêkirin, weke em bêjin `Meclisa Giştî ya têkildarî hevparên aborî. Herwisa wê diyar bike şert û mercên berhemanînê û lêkolînkirina bazarê, ka çawa danûstandina pereyên bi derve re bê kirin. Ji ber wê jî pêwîstî bi nivîsgeheke şandin û girtina pereyan heye, ev tev li ser kar tê kirin.”

Astengî çi ne?

Li ser astengiyan jî Selman Barûdo ev nirxandin kir: “Yek ji astengiyan, nediyarî, rewşa siyasî û ewleyiyê ye. Lewra divê guncaw bin da ku hevpar bên bi awayekî baş û bi rehetî kar bikin. Herwisa yek ji kêşeyên sereke girtina deriyên sînor e. Ji ber wê divê li ser vekirina deriyan yên mîna Til Koçer bi hêzên navneteweyî re bê nîqaşkirin da ku çûnhatina bazirganan hêsan be.”

`Bicîkirina biryarê pêşveçûneke mezin ya bingehî wê li herêmê çêke`

Selman Barûdo da zanîn ku berî Qanûna Qeyser û niha jî ti hevparên biyanî li herêmê nînin û tenê çend rêxistin hene xizmetên wan jî şermoke û sînordar in. Ev jî sedem e ku nikaribe reşwê biguherîne û li ser guncawbûna herêmê ji hevparan re ev şîrove kir û axaftina xwe wiha qedand: “Herêm ji aliyê başî û guncawbûna ji bo hevparên aborî ve di her qadê de pir baş e. Bi taybetî qada çandiniyê, lewra herêmeke pir berhemdar e û hatina wê yê aborî ya pir baş heye. Ji ber wê ev qad ku bê bikaranîn, wê herêm zû pêş bikeve û rewş ber bi pêşveçûnê ve bê guhertin. Lewra wê derfetên kar zêde bibin. Di heman de mê de wê derfeta DAIŞê ya bikaranîna xizaniyê nemîne. Bi rengekî giştî wê pêşveçûneke mezin ji aliyê tenduristî, çandinî, xizmetguzarî, avakirina bingehî, perwerde û pêşveûneke aborî li herêmê çêbe. Wê vebûna herêmê ji derdorê re çêbe.”

Qanûna Qeyser

Hêjayî gotinê ye ku Qanûna Qeyser Cotmeha 2019an ji aliyê  Amerîka ve hat derxistin. Di qanûnê de li ser hevalbendên Rêjima Sûriyê û her kesê têkilî yan piştgiraya wê bike, ceza bê dayîn. Qanûna Qeyser jî navê xwe ji navê efserekî sûrî, ku ji rêjimê veqetiyabû û 55,000 wêneyên 11,000 girtiyên hatîn işkencekirin û kuştin belav kirbûn, girtiye.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.