Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Sala xwendinê ya 2021-2022. saleke serkeftî bû`

25/05/2022
in ROJEV
A A
`Sala xwendinê ya 2021-2022. saleke serkeftî bû`
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Herêma Cizîrê Rohat Xelîl teqez kir ku sala xwendinê ya 2021-2022. saleke serkeftî bû û gelek destkeftî û pêşketinên baş tê de hebûn.

Derbarê mijarê de Rohat Xelîl behsa sala xwendinê ya 2021-2022. kir û got, asta xwendina ya îsal ji salên çûyî baştir bû. Herwiha bal kişand ser cudayiya navbera sala çûyî û îsal û behsa zehmetî û rewşa perwerdeyê li herêma Cizîrê bi giştî kir.

`Îsal xwendin ji her alî ve serkeftî bû`

Rohat da zanîn ku sala xwendinê ya 2021-2022. serkeftî derbas bû û axaftina xwe wiha domand: “Wek Desteya Perwerdeyê di destpêka salê de, berî ku xwendin dest pê bike me haziriyên baş ji bo xwendinê kirin û tevayiya mamosteyên me tevlî perwerdeya branşan, rêbazê dersdayînê û pedagojiyê bûn. Herwiha di destpêka salê de me pirtûk li xwendekaran belav kirin, tevayiya dibastanên herêmê baqij û derman kirin. Di vê salê de gelek çalakî û pêşbirkên zanistî, wêjeyî, werziş, wêne û yên mûzîkê di navbera xwendekaran de çêbûn. Herwiha hemleyên ji bo baqijiyê jî hatin birêvebirin. Xwendekarên ku di pêşbirkan de bi ser diketin dihatin xelatkirin. Ev sal ji her alî ve baş û serkeftî derbas bû. Ji aliyê derdsdayînê ve jî wane baş hatin dayîn û minhacên tevayiya refan bi dawî bûn. Herwiha ezmûn di dema xwe de hatin çêkirin û nirxandina xwendekaran di her beşî de li gorî sîstema Desteya Perwerdê hat kirin.”

Hewldanên vekirina dibistanan li hin gundewarê herêma Cizîrê

Rohat Xelîl diyar kir ku jimara dibistanên li herêma Cizîrê 2229 in û wiha pê de çû: “Di sala bê de emê hewl bidin ku hin dibistanên din li gundewarê herêma Cizîrê vekin. Çimkî li hin gundan jimara xwendekaran baş e û heta niha dibistan li van gundan nînin. Jixwe jimara xwendekarên me yên herêma Cizîrê bi her di pêkhateyên Jurd û Ereb 230 hezar e.”

Rohat got, vê salê me 15 dibistanên pêşesazî wek, sînaa, çandinî û tenduristî li ser asta herêma Cizîrê vekirin. Ji bilî wê jî me du pêmangeh ji bo xwendekarên ku di refa 12`an bi ser ketin li Hesekê û Qamişlo vekir û nêzî 700 xwendekar ji pêkhateyên Kurd û Ereb di van pêmangehan de bi cih bûn.

`Cudayiya navbera xwendina îsal û ya sala çûyî de`

Rohat bal kişand ser cudayiya navbera îsal û sala çûyî de û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Îsal xwendin bêhtir serkeftî derbas bû, çimkî par rewşa korona ji îsal zêdetir bû, ji ber wê jî demekr dirêj dibistan hatin rawestandin û me bi riya onlin perwerde dewam kir. Ev gavekr baş bû ku xwendekar dûrî xwendinê nekevin. Lê îsal korona kêm bû û xwendin di asteke baş de derbas bû. Herwiha pêşezasî û peymangehên me jî hatin vekirin. Desteyê vê salê xwendina refa 12`an ya serbest jî aktîf kir. Ji bo xwendina serbest zêdeyî 300 xwendekarî li herêma Cizîrê navê xwe qeyd kirin û ezmûneke destpêkê ji wan re hat çêkirin. Pişter e wê derbasî ezmûna dawî bibin û li ser encama wê li zanîngehê cih bigirin.”

`Tevî zehmetî û êrişên dagîrkeriya tirkî xwendin berdewam bû`

Rohat Xelîl behsa zehmetiyên ku îsal tê de derbas bûne kir û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Me gelek zehmetî di milê çeksazkirina dibistanan de dîtin. Gelek dibistanên me yên herêma Cizîrê çeksazkirin ji wan re pêwîst e. Lê ji ber ku derfetên me kêm in me nikarîbû tevan çeksaz bikin. Herwiha em ji ber êrişên dagîrkeriya tirkî jî zehmetiyan dibînin, çimkî di encama van êrişan de gelek xwendekar bê xwendin dimînin û dûrî dibistanên xwe dikevin. Heta niha jî êriş berdewam in. Ev jî dihêle ku xwendekarên van dibistanan bê xwendin bimînin yan jî tevlî xwendekarên dibistanên din bibin. Di encamê de gelek zext li me tê kirin û jimara xwendekarên li dibistanan zêde dibin. Lê tevî topbaranên li dijî herêmê ku gelek caran dibistanan dike armanc, xwendin berdewam bû û perwerde bi zimanê dayîkê dihat dayîn.”

Guhertina sîstema nirxandinê ya refa 9 û 12`an

Rohat bîr xist ku sîstema nirxandinê ya refa 9 û 12`an îsal hat guhertin û wiha got: “Sala çûyî di dawiya salê de ezmûneke navendî hebû li ser wê xwendekarên refa 12`an derbasî zanîngehê dibûn. Lê îsal ev sîstem hat guhertin û wê nirxandina xwendekar li ser reftar, hatina dibistanê, ezmûnên devkî û yên nivîskî, tevlîbûna wî di waneyan de û projeyên ku jê tên xwestin bê kirin. Ji bo refa neh û 12`an heman nirxandin wê were kirin. Herwiha wê asta xwendekar ya di salên berê de jî di nirxandinê de were berçavkirin, da ku bawername li gorî vê nirxandinê were dayîn.”

`Bi hev re perwerdeyê pêş bixin`

Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya herêma Cizîrê Rohat Xelîl di dawiya axaftina xwe de got, gelek haziriyên me ji bo projeyên xwendina sala bê hene. Sala bê emê giraniyê bidin milê pedagojî, dibistanên pêşesazî û peymangehên amadekirina mamoteyan. Em serkeftinê ji tevayiya xwendekar û mamosteyên xwe re dixwazin û dibêjin, bi hev re perwerdeyê pêş bixin û li paşroja xwendekaran xwedî derkevin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.