Sîpan Şînda
Penaberî, welatê xeribiyê, welatê şevederiyê, welatê biyaniyê, welatê tekbirinê, welatê hişbirinê, welatê derûnî têkbirinê, welatê zû extiyarkirinê, welatê kul û derdan, welatê bîrîkirin û hesretê, welatê bêdengiyê, welatê zindiyên mirî! Penaberî, ango ji welatê xwe derketin û dûrketin, ji kes û kûsên xwe bûyîn, bîranînên xwe dûrketin, ji cih û warên lehîstokên zarokatiya mirovî dûrketin, ji dera mirov lê çavên xwe vekirî û xwe naskirî qutbûyîn, ji xweyî û xudanan, ji dost û hevalan ji xwe dûr jiyîn! Penaberî, malxirabîna derûnî, trawmaya bê çareserî, cihê ku mirov ne bi vîn û dilê xwe, lê ji mecbûrî berê xwe dayiyê û lê dijî.
Belê mixabin di vê dinyayê de penaberî jî heye. Penaberî tiştekî welê ye ku jiyana mirovî serûbin dike. Tu her çendsalî bî, tu çiqas zana û maldar bî, tu çiqas jîr û jêhatî bî, tu çiqas li welatê xwe bi qedr û qîmet bî, dema tu bûyî penaber tu weke zarokekê yî. Dema berê mirovî dikeve xeribiyê û mirov dibe penaber rayên dilê mirovî hêdî hêdî hişk dibin, geşiya li ser rûyê mirovî divemire, rûyê mirovî diqurmiçe, pora mirovî sipî dibe û mirov di nava demekî kurt de ji bayê xwe dikeve. Erê mirov ji bayê xwe dikeve, jiber ku mirov ji warê xwe, ji bîranînên xwe, ji xwe dûr e. Mirov ji bayê xwe dikeve, jiber ku penaberî wan trajedî û trawmayên mirov jiyayîn hemiyan ji binhişiya mirovî de derdixe û ji nû ve li mirovî bi awayekî malwêranî dide jiyankirin. Erê penaberî malwêraniye, jiber ku li mirovî dide hîskirin ku mirov ne ayîdê wî cihî ye, wî warî ye, wê erdnîgariyê ye, wê civakê ye. Ne hêsanî ye mirov li welatê xeribiyê jiyaneke nû ava bike, rayên xwe ji zarokatiya xwe, ji bîranînên xwe biqetîne û ji nû ve li welateke din biçîne. Çawa tu nikarî hêjîrê bi dara mazî ve fetrîm bikî û xwe pêve nagire, eyn penaberî ji welê ye û mirov bi vî welatê hinde xweş û jiyaneke nû pêşkêşî mirovî dike ve nazeliqe. Erê dema te çiqilek ji darekê vekir û te xwest tu bi dareke ne ji tuxmê wê û çi eleqa wê pêve neyî ve bizeliqînî, ew nazeliqe û hişk dibe, penaberî ji eyn welê ye û mirov li vî welatê malwêraniyê li jiyanê heyirî dimîne. Qalikê mirovî li erdekê ye, lê belê dilê mirovî, hiş û eqilê mirovî, hest, giyan û mejiyê mirovî her li erdeke din e. Ango giyanê mirovî ji laşê mirovî cuda dijî.
Welatê mirov lê penaber xweş e, pêşketî ye, jiyaneke gelekî rehet û hemdem pêşkêşî mirovî dike. Lê belê dîsa ji li mirovî jiyaneke kelî û rijî tê. Çimkî çi tiştê mirovî, çi keda mirovî, çi hest û bîranînên mirovî, çi hêvî û gomanên mirovî di nava wê jiyanê de nîne. Eyn weke mirovê ku dilê xwe berdabe yekê û bi xurtî bi yeke ku qet dilê wî/ê li ser tuneyî re bizewice ye. Axîn û oxîna yara ku dilê mirovî sotî her tim di jiyana mirovî de ye. Hemî kêlî û seht û gavên jiyanê, hemû xewnên şevan her tim ew yar e. Ew kêliyên bi dost û hevalan re bihûrîn, ew salên di nava nexweşî û belangaziyê de bihûrîn, ew rojên di nava kul û derdan de bihûrîn hemû li ber çavên mirovî ne. Mirov her tim êxsîrê wan kêliyan û wê jiyanê ye. Jiber ku mirov dizane mirov ayîdê wêderê ye û ewdere mala mirovî. Lê ka mirov çi bike, vaye penaberiyê jiyana me serûbin kiriye û tam di têde nehêlaye. Belê, mirina mirov bi saxî dijî ye penaberî.