Rojnameya Ronahî

Ji girtiyê 30 salan pirsa ‘tu poşman î?’ kirin: Berdana wî 3 mehan hat paşxistin

Lijneya Çavderî û Îdarî ya Girtîgehê ji Metîn Guven ê 30 sal in girtiye re pirsa “tu poşman î” kir, berdana Guven ê bersiva “min tiştekî ku ez jê poşman bibim nekiriye” da, 3 mehan hate paşxistin.” 

Girtiyên ku înfazên xwe temam kirine, bi hêceta ku “ne di rewşeke baş de ne” bi guhertina “Qanûna Înfaza Tedbîrên Ceza û Ewlekariyê û Qanûna Guhertina Di Hin Qanûnan de” ku di 1’ê Çileyê de li Meclisê hatibû qebûlkirin û di raya giştî de wekî “Qanûna Înfazê” tê zanîn, nayên berdan. Ji ber vê qanûnê berdana Metîn Guven ê 30 sal in girtî ye hate astengkirin. Guven ê hewce bibû di 30’ê Nîsanê de bê berdan, bi hêceta “ne di rewşeke baş de ye” berdana wî 3 mehan hate taloqkirin. Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 2’yan a Yozgatê, bi hêceta ku Guven “poşmantî” qebûl nekiriye, rapora ku Guven “ne di rewşeke baş de ye” amade kir. Guven ê di sala 1992’yan de hatibû binçavkirin û girtin rastî îşkenceyan hatibû bi dorê li Girtîgehên Amed, Amasya, Karabuk, Çankiri û Yozgatê hate ragirtin.

Bavê Guven ê cezayê lê hatibû birîn di 30’ê Nîsanê de temam kir, Abdûllah Guven bi lêv kir ku kurê wî di Girtîgeha Yozgatê de 2 meh in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Guven, da zanîn ku beriya cezayê kurê wî xelas bibe hefteyekê, kurê wî li wan geriyaye û gotiye ku wê cezayê wî di 30’ê Nîsanê de xelas bibe û xwestiye biçin pêş girtîgehê wî pêşwazî bikin. Bav Guven, anî ziman ku bira û biraziyên wî çûne Yozgatê li pêş girtîgehê sekinîne lê tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn. Guven, diyar kir ku piştî xizimên wî ji îdareya girtîgehê bersiv negirtin paş ve vegeriyane û wiha got: “Kurê min di axaftina telefonê ya di nava hefteyê de got ku ‘bi awayekî keyfî ji min re 3 meh ceza dane.’”

Înfaza girtî şewitandin

Guven, diyar kir ku lijneyê ji kurê wî re pirsa “tu poşmanî” kiriye, kurê wî jî bersiva “min tiştekî ku ez jê poşman bibim nekiriye” daye û wiha berdewam kir: “Ji ber vê yekê înfaza kurê min şewitandin. Zilmeke mezin e ku mirovekî 30 sal in di girtîgehê de tê ragirtin neyê berdan. Nexweşiya kurê min a farenjit heye. Em mûameleya keyfî qebûl nakin.”

Guven, da zanîn ku keça Sûda Guven jî 12 sal in di girtîgehê de ye û nihat li Girtîgeha Alanyayê tê ragirtin.

MA/AMED