Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Erdogan hewl dide guhertina demografiyê mayînde bike’

18/05/2022
in ROJEV
A A
‘Erdogan hewl dide guhertina demografiyê mayînde bike’
Share on FacebookShare on Twitter

Evîn Cûma da xuyakirin ku Erdogan dixwaze beşek ji koçberan bişîne xaka Kurdan ya dagîr kirî û demografiyê bi rengekî mayînde biguherîne. Evîn Cûma got, “ev hem li dijî qanûnên navneteweyî ye hem wê şerê li herêmê girantir bike.”

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan a Cizîrê Evîn Cûma daxuyaniya Erdogan nirxand ku digot, “Em projeyekê amade dikin ku milyonek Sûriyeyiyan vegerînin.”

Evîn Cûma diyar kir ku daxuyaniyên Erdogan li dijî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî ye û got, “Li gorî qanûnên mafên mirovan ên navneteweyî, eger hûn penaberan li welatê jê hatine vegerîne, divê hûn bişînin bajar û malên jê hatine. Ya duyemîn; li Sûriyeyê şer hînê neqediya ye. Mirovên ku ji ber şer reviyane û penaber bûne, vegerandina wan li herêma şer li dijî qanûnên navneteweyî ye. Erdogan jî dixwaze van mirovan bişîne herêmên Sûriyeyê yên ku bi xwe dagir kiriye. Ev xak û cihê ku ew mirov lê bêne bicihkirin ne yê wan mirovan e; yê gelê ku ji ber Erdogan bi zordarî koçber bûne. Hûn ê rabin hinekan bînin li şûna hinekî din bi cih bikin. Ev yek vegera xwezayî ya penaberan nîne. Sûc e.”

‘Dixwaze di navbera gelan de şer derxe’

Evîn Cûma ragihand ku desthilatdariya AKP-MHP’ê û muxalefeta dewletperest bi zexta li penaberan hewl dide penaberan bişîne herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî û got, “Em li ser çapemeniyê dibînin bê zexteke çawa li Sûriyeyiyan tê kirin. Kesên ku dixwazin li Sûriyeyê vegerînin, bi zorê hewl didin vegerînin. Li dijî Sûriyeyiyan êrişên nijadperestî têne kirin, dewlet bi xwe hinek ji van êrişan teşwîq dike. Lewma ev projeya Erdogan li dijî qanûnan e, li dijî exlaqê ye. Dema ku hûn rabin civakekê li şûna hinekî din bi cih bike, hingî di navbera gelan de dibin sedema nakokiyan. Ji ber ku ev herêma hûn tînin ne ya wê civakê ye. Xwediyê herêmên dagirkirî heye, mirovên ji herêmên dagirkirî hatine koçberkirin hene, piraniya wan jî Kurd in. Bi vî rengî dixwazin di navbera Kurdan û Ereban de şer derxînin.”

‘Demografî tê guhertin’

Evîn Cûma ragihand ku yekane armanca bingehîn a bicihkirina penaberên Sûriyeyî yên li Tirkiyeyê li herêmên dagirkirî; Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî guhertina demografiyê ye.

Evîn Cûma got, “Di dema rejîmê de ji xwe bi vî mejî Kembera Ereb hate danîn. Gelek xakên Kurdan radestî Erebên ji Reqa, Dêrazorê û herêmên mîna wan hatin kirin. Bi vê kiryarê re demografî hatibû guhertin.

Dewleta Tirk ji xwe di serî de li Efrînê li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî guhertineke demografîk kiriye. Niha jî qala anîna milyonek mirovî dike. Dixwaze van mirovan li Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê û Ezazê bi cih bikin û guhertina demografîk mayinde bikin.”

‘Dixwaze herêmên dagîrkirî bi ser Tirkiyê ve bike’

Evîn Cûma destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze herêmên dagirkirî desteser bike û got, “Armanca Tirkiyeyê n e tenê guhertina demografiya herêmên dagirkirî ye. Dixwaze gelek herêman bi ser Tirkiyeyê ve bike. Çand, ziman, aborî û saziyên li van herêman hemû guhert. Mînak, tevî ku bajarên Sûriyeyê ne li van deveran bikaranîna pereyê Sûriyeyê qedexe ye. Pereyê Tirk tê bikaranîn. Înterneta Sûriyeyê hatiye birîn, înterneta Tirkiyeyê tê bikaranîn. Av, elektrîk hemû ji Tirkiyeyê tên dayin. Li Efrînê bi lêkirina dîwar re ji herêmên din ên Sûriyeyê qut dike. Her wiha li herêmên dagirkirî perwerde bi zimanê Tirkî û Erebî tê dayin, lê Erebî jî di asta duyemîn de tê dayin, bi giranî Tirkî derdixînin pêş. Ala Tirkan bi her derê ve kirine.”

ANF

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.