Darîn Silê/Qamişlo
Bi pêmana Roja Zimanê Kurdî mamosteya ziman Necbîr Elî got, pêwîst e zimanê kurdî ne zimanê perwerdeyê tenê be, yê bazarê, danûstandinê û yê civakê be. Da ku tevayiya rojên salê bibin roja zimanê kurdî, herwiha bang li gel kir ku, li ked û mîrasa heyî xwedî derkevin.
Di 15`ê Gulana 1932yan de tevî şert û mercên herî giran Celadet Elî Bedirxan û hevalên xwe kovara yekê ya bi navê Hawar bi alfabeya erebî û latînî lê bi zimanê kurdî derxistin, ji bo wê jî ew roj wek Roja Zimanê Kurdî hat diyarkirin û heta nih jî ev mîras nûnertiya hebûna Kurdan dike. Ji ber siyasetên qirker û hêzên desthilatdar gelê Kurd nikarîbû bi zimanê xwe perwerdeyê bibîne. Lê piştî şoreşa rojavayê Kurdistanê destpê kir û Rêveberiya Xweser hat avakirin, êdî perwerde bi zimanê kurdî tên dayîn û zarokên di şoreşê de mezin bûyîn giringiya zimanê xwe nas kirin û lê xwedî derdikevin.
Bi pêmana salvegera Roja Zimanê Kurdî, mamosteya zimanê kurdî Necbîr Elî da zanîn ku 15`ê Gulanê roja nasnameya gelê Kurd e. Heriwha behsa giringiya ziman kir û nêrînên xwe ji me re anîn ziman.
`Ziman hêmeneke sereke ya civakê ye`
Mamoste Necbîr Elî di serî de Roja Zimanê Kurdî li Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurd û li tevayiya mamosteyên zimanê kurdî pîroz kir û wiha got: Ziman hêmeneke sereke ya civakê ye. Celadet Elî Bedirxan jî dibêje; `ziman ew hêmena ku dihêle civak li ser lingan bimîne`. Wek gelê Kurd di nava dirêjahiya dîrokê de em rastî gelek qirkirin, bişaftin û polîtîkayên desthilatdariyê hatine. Ji ber wê jî gelê ku di bin hakimiyetê de be û desthilatdarî li ser bê kirin, ji bo ku neyê bişaftin û tinekirin, divê xwedî li zimanê xwe derkeve. Çimkî bi riya zimanê xwe wê karibe li dijî hêzên desthilatdar bisekine û çand û hebûna xwe biparêze. Herwiha Ji bo ku mirov karibe derbasî nava civakê bibe, pêwîst e zimanekî wî hebe. Da ku karibe bi derdora xwe danûstandinê bike.
`Kovara Hawar ji bo Kurdan şoreşeke mazin bû`
Necbîr Elî di berdewamiya axaftina xwe de bîr xist ku Roja Zimanê Kurdî bi riya kovara Hawarê hatiye diyarkin û ev yek li axaftina xwe zêde kir: Yekem kesê ku alfebeyeke latînî xweser bi Kurdî nivîsand Celadet Elî Bedirxan bû. Wê demê tevî şert û mercên herî zehmet Celadtet di 15`ê Gulana 1932`yan kovara Hawarê bi erebî û latînî lê bi zimanê kurdî derxist. Alfebe jî ji 31 tîpên kurdî pêk dihat. Ji ber wê jî 15`ê gulanê wek Roja Zimanê Kurdî hat diyarkirin û her sal tê pîrozkirin. Ji bo wê jî kovara Hawar ji bo Kurdan şoreşeke mezin bû. Heta roja îro jî bi hezaran pirtûk, kovar û rojnameyên bi zimanê kurdî tên derxistin. Ev tev li keda Celadet Bedirxan û hevalên wî digere. Niha jî em bi ked û mîrasa van kesan bi zimanê xwe dinvîsin û diaxivin.
Necbîr behsa wateya zimanê dayîkê an jî yê zikmakî kir û got, zimakê dayîke ew zimanê ku zarok bi dayîka xwe re pê diaxive û axaftina xwe wiha domand: Dema ku zarokek tê dinyayê bi demê re fêrî axaftin, guhdarkirin, xwendin û nivîsandinê dibe, di vê demê de pêwîste malbat rola xwe baş zanibe û ji zikmakî ve zarokên xw fêrî zimanê wan bikin. Çimkî mirovê ku bi zamanê xwe yê dayîkê biaxive gelek ferq û cûdahiya wî ji mirovê ku bi zimanê xwe naaxivin heye. Ji bo wê jî divê malbat li zimanê zarokên xwe baldar bin û ji wan re bibin pêşeng.
`Dibistana rejimê ji bo Kurdan weke zindanê dû`
Necbîr bal kişand ser rewşa zimanê kurdî û xwendinê li dibistanên bakur û rojhilatê Sûriyê berî şoreşa Rojava û piştî wê û wiha dirêjî da axaftina xwe: Berî ku şoreşa Rojava dest pê bike axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî ji hêla rejima Sûrî ve qedexe bû. Kurdên me zehmetiyan di vî alî de pir dikişandin bi taybetî zarok, di malê de heta ku dibûn şeş salî bi kurdî diaxivîn, lê piştî ku derbasî dibistanên rejimê dibûn ji wan re qedexe bû ku bi kurdî biaxivin. Dema mirov derbasî dibistanê dibû jê re digotin ev mala te ya duyem e. Mixabin ji bo me Kurdan ne mala duyem bû, weke zindanê bû. Piştî ku şoreş hat lidarxistin bi sedan dibistan û zanîngehên kurdî hatin avakirin û bi hezaran mamosteyên zimanê kurdî çîbûn, êdî zarokên me rastî zehmetî û pirsgirêkan nayên û xwendina xwe bi zimanê dayîkê dibînin. Herwiha li kêleka zimanê xwe fêrî zimanê biyanî jî dibin. Çiqas mirov fêrî zimanên din dibe ewqas bingehê wî xurt dibe. Ji ber ku cihê em lê dijîn gelek pêkhateyên din lê hene. Lê divê mirov zimanê xwe asas bigre û tê de kûr bibe.
`Divê em giringiyê bidin zimanê dayîkê`
Necbîr Elî got, eger ziman nebe zimanê perwerdê wê demê ew ziman tê qirkirin û wiha pê da çû: Zimanê ku perwerdê pê neyê dayîn her ku diçe ew ziman teng dibe û dewlemend nabe, ji ber wê di dawiyê de tê tinekirin. Ji bo wê jî divê em di milê perwerdeyê de xwe hê zêdetir pêş bixin û giringiyê bidin zimanê xwe. Herwiha em xwedî li mîrasa Celadet Bedirxan û hevalên wî û riya wan dewam bikin. Pêwîst e zimanê kurdî ne zimanê perwerdê tenê be, yê bazarê, danûstandinê û yê civakê be.
`Li ked û mîrasa heyî xwedî derkevin`
Mamosteya zimanê kurdî Necbîr Elî di dawiyê de got, tevayiya êrişên ku niha tê kirin bi armanca qirkirin û tinekirina zimanê dayîkê ne, çimkî ziman were qirkirin wê demê ti wateya mayîna me jî namîne. Ji bo wê jî bang min ji gel re ew e ku, li ked û mîrasa heyî xwedî derkevin. Herwiha got, ne 15`ê Gulan tenê, pêwîst e tevayiya rojên me bibin roja zimanê Kurdî.





