Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Celal Zenatî: Dem hatiye ku gelên herêmê li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê bibin yek

11/05/2022
in ROJEV
A A
​​​​​​​Celal Zenatî: Dem hatiye ku gelên herêmê li hemberî zêdegaviyên Tirkiyê bibin yek
Share on FacebookShare on Twitter

Celal Zenatî diyar kir ku gelên herêmê ji ber mûdaxeleyên derve gelek êş kişandine û got, dem hatiye ku gelên herêmê li hemberî zêdegaviyên dewleta Tirkan û partiya wî bibin yek.

Dewleta Tirkan ya dagîrker bi êrişên xwe yên domdar yên li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê û başûrê Kurdistanê armanc dike ku axa Sûriyê û Iraqê dagîr bike.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ne tenê li ser kurdan xeter in, heman demê xeteriyê li ser tevahiya gelên Rojhilata Navîn çêdikin. Dewleta Tirk hewl dide Osmaniya nû ava bike û Musil û Kerkûkê tev li xwe bike mîna ku sala 1939`an Lîwa Iskenderon tev li xwe kir.

Pisporê zanistên civakî ya Zanîngeha Iskenderiya ya Misirê Celal Zenatî têkildarî mijarê ji ajans me re axivî û got: “Di demekê de ku cîhan bi encamên aloziya koronayê, bandorên siyasî û aborî yên şerê li Ewropa û Ukraynayê, parçebûna cîhanê di navbera alîgirên destwerdana Rûsya li Ukraynayê û dijberên wê de, bêdengiya gelek dewletan li hemberê mijûl e, dewleta Tirk a dagirker êrişî gelên herêmê dike.”

Zenatî wiha domand: “Pergala çewsîner a Tirkiyê û partiya wê ya serdest a bi serêkêşiya Erdogan bûyerên li cîhanê rû didin bi kar tîne da ku ajandeyên xwe yên siyasî pêk bîne. Rejîma faşîst a Tirk  piştî vekişna hêzên Amerîkayê ji Sûriyê, sûdê ji valahiya siyasî û ewlehiyê werdigire û operasyonan plankirî li dijî gelên Iraq û Sûriyê pêk tîne.”

Zenatî behsa siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê, di serî de guhertina demografiyê ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, kir û wiha pê de çû: “Rejîma Tirk ne tenê demografiya herêmê guhert û siyaseta tirkirinê meşand, ji wê zêdetir komkujî li dijî şêniyan jî pêk anî.”

Celal Zenatî diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide tevgerên rewa yên kurdî yên ku gelê herêmê diparêzin, asteng bike û wiha domand: “Dewleta Tirk baregehên xwe yên leşkerî li herêmê ava dike, berhemên gelên herêmê li Iraq û Sûriyê talan dike. Rejîma Tirk navê terorê li tevgerên berxwedanê yên kurdî, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir. Lê gelek analîzvan îsbat kir ku têkiliyên rejîma Tirk bi komên terorîst re hene di sêrî de DAIŞ û milîsên din ên mîna Artêşa Azad a Sûriyê yan jî opozîsyona ku li otêlên rejîma Tirk de jiyaneke loks dijîn.”

`GELÊN HERÊMÊ JI BER MUDAXELEYÊN DERVE GELEK ÊŞ KIŞAND`

Celal Zenatî diyar kir ku roj bi roj îsbat dibe ku divê gelên herêmê yên Kurd, Ereb û yên din ku cîhan bi dîrok û şaristaniyê da naskirin, bibin yek û li hember timayên dewleta Tirk bisekinin ku dixwaze li herêmê bibe dagirkereke nû û berhemên van gelên bidize.

Celal Zenatî destnîşan kir ku gelên herêmê ji ber mudaxeleyên derve gelek êş kişandiye û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Dem hatiye ku gelên herêmê dîroka xwe bi xwe binîvisînin. Divê li hember planên dewleta Tirk û partiya wî bibin yek.”

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.