Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

​​​​​​​Xalid Berkel: Rêveberiya Xweser riya rizgarkirina gelên Sûriyê ji krîzê ye

11/05/2022
in ROJEV
A A
​​​​​​​Xalid Berkel: Rêveberiya Xweser riya rizgarkirina gelên Sûriyê ji krîzê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Xalid Berkel da xuyakirin ku Rêveberiya Xweser riya rizgarkirina gelên Sûriyê ji krîzê ye û got, rejima Şamê bi zihniyeta xwe ya inkarkirin û dûrxistinê nikare ti çareseriyan bîne.

Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi projeya Rêveberiya Xweser ber bi avakirina sûriyeke demokratîk ve diçe ku hemû pêkhate tê de di nava aramî û ewlehiyê de bijîn. Lê hikumeta Şamê hîn jî bi zihniyeta xwe ya çewisandin û înkarkirina pêkhateyan ve girêdayî ye, diyalogên navxweyî û hemû çareseriyên aştiyane red dike.

Têkildarî mijarê, hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berkel ji ajansa me re diyar kir ku rejîma Şama hîna bi zihniyeta înkar û dûrxistinê ve girêdayî ye û çareseriyekê ji krîzê re qebûl nake ku gelê Sûriyê yê ku berdêl dide, rizgar bike.

Xalid Berkel bal kişand ser projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rûniştandin, projeya rizgarkirina gelê Sûriyê ji aloziyê ye, ji ber ku bi vê projeyê gelên herêmê dikarin di aramî û ewlehiyê de bijîn. Ev proje berovajî çareseriya teng e ku rejîma Sûriyê ji pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û ji bo gelê Sûriyê bi giştî re pêşkêş kiriye. Em hêvîdar in ku rejîm Sûriyê nêrîna xwe li ser pêkhateyên li vir û projeya Rêveberiya Xweser biguherîne, ji ber ku zihniyeta wê tu fêdeyê li sûriyan nake.”

Berkel anî ziman ku projeya Rêveberiya Xweser, serkeftina xwe îsbat kir û îsbat kir ku ew çareseriya herî guncav ji aloziyê y û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ev proje qebûl kirine.

‘BI DIYALOGÊ EM DIKARIN BIGIHÊJIN ÇARESERIYÊ ‘

Xalid Berkel bang li rejîma Şamê kir ku li gelê Sûriyê guhdar bike û got: “Diyaloga sûrî-sûrî girîng in, girêdana di navbera beşên civakê de xurt dike, ji ber di serhişkiya rejîmê û girêdana wê bi yek zihniyetê de gûrkirina aloziyê dibîne.”

Xalid Berkel destnîşan kir ku kiryarên rejîma Sûriyê yên wekî dorpêça li ser deriyên sînor ên bi herêmên Rêveberiya Xweser re xizmeta Sûriyê nake û li dijî têgehan hemwelatîbûn û hemû nirxên exlaqî û mirovî ye û got, rejîma Sûriyê dê bi siyaseta xwe wekî berê dê têk biçe.

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Rêveberiya Sivîl a Reqayê Xalid Berkel da zanîn ku welatiyên li herêmên Rêveberiya Xweser berê peyama xwe ji rejîma Sûriyê re ragihandin ku di hemû aliyan de bi taybet aborî û jinûve avakirinê baweriya xwe bi Rêveberiya Xweser anîne.

ANHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.