Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Divê wijdana cîhanê qirkirineke nû li Şingalê qebûl neke`

08/05/2022
in ROJEV
A A
`Divê wijdana cîhanê qirkirineke nû li Şingalê qebûl neke`
Share on FacebookShare on Twitter

Serbest Etê/Qamişlo

Endama Baroya Yekîtiya Jina Êzîdî got, Rêveberiya Xweser ya demokaratîk ya Şingalê Hêviya gelên Iraqê ye. Ji ber wê bi orgenîzekirina dewleta tirkî ya dagîrker û pêkanîna hevkarên wê qirkirna Êzîdiyan didominin. Lê divê wijdana cîhanê qirkirineke nû ya Êzîdiyan qebûl neke.

Piştî peyama 9`ê Cotmeha 2020`an ya Tirkiye, Hikumeta Iraqê û PDK`ê imze kirîn, êrşên ezmanî yên dewleta tirkî ya dagîrker û hewldan û êrişên artêşa Iraqê, li hemberî Xweseriya Demokratîk Ya Şingalê bênavber didomin. Herî dawî artîşa Iraqê 2`yê Gulanê bi tank, top û çekên giran êrişî hêzên Êzîdxanê yên navçeya Sinûnê ya Şingalê kir û malên walatiyan topbaran kirin. Di encamê de şervanekî YPŞ`ê şehîd bû û sê walatî jî birîndar bûn.

Têkildarî êrişên ser Rêveberiya Xweser ya Şingalê û hêzên Êzîdxanê, endama Baroya Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Helebê Ranya Cefer ji rojnameya me re axivî.

`Bi saya şervanên Êzîdxanê herêm ji çeteyên DAIŞ’ê hat parastin`

Ranya bîr xist ku piştî hewldana qirkirinê û fermana 3`yê Tebaxa 2014`an ya bi destê DAIŞ`ê, şervanên Êzîdxanê û gerîlayên PKK`ê ew herêm ji destê van çeteyan paqij kirin û ev nirxandin kir: “Bi saya berdêl û têkoşîna wan jî Rêverberiya Xweser ya Demokartîk Ya Şingalê ava bû. Ev xweserî ji civaka Êzîdî, gelê Kurd û tevayiya gelên Iraqê yên azadîxwaz re bû hêviyeke mezin. Lê desthilatên dîktator yên li Enqere, Hewlêr û Bexda ji vîna azad ya gelan ditirsin. Li ser vî bingehî peyman û êrişên hevbeş yên dewleta tirkî ya dagîrker, hikumeta Kazimî û PDK`ê, li ser Xweseriya Şingalê bênaveber didomin.”

`Plan dagîrkirina Kurdistanê û xaka Ereban e`

Endama Baroya Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Helebê herwisa bal kişand ser rola dewleta tirkî ya dagîrker di plan û êrişên ser Xweseriya Demokartîk ya Şingalê de û axaftina xwe wiha domand: “Tirkiye bi amanca ku xewna Osmanî û Mîsaqa Milî di sedesala 21’ê de vegerîne, êrişan organize dike û her du hevkarên xwe Hikumeta Iarq û PDK`ê erkdar dike. Hewl didin ku Şingalê ji Iraqê û başûrê Kurdistanê ve qut bikin, herwisa Şingal ji Rojava bi riya lêkirina dîwar qut bikin. Ji ber wê ol û civaka Êzîdî ya ku mîrata Kurdan parastiye, dikin amanc. Bi peymana 9`ê Cotmehê dixwazin koka gelê Kurd di riya civaka Êzîdî de biqelînin. Ji ber wê dewleta tirkî ya dagîrker êrişî başûr û qadên gerîla dike û PDK` jî hevkariya wê dike. Heman demê hikumeta Iraqê bi destekdayîn û bi propagandaya PDK`ê êrişî xweseriya Şingalê dike. Armanc dîsa dagîrkirin û qirkirina gelê Şingalê ye. Lê vê carê ev xeter e, wê di erdnîgariya Şingalê tinê de sînordar nemîne, di planên Tirkiyêde dagîkirina Başûr û Iraqê tevê heye. Ji aliyekî din ve jî, dixwazin Rojava dorpêç bikin û Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê lewaz bikin.”

` Îro Şingal be, sibe wê tevayiya Iraqê be`

Endama Baroya Yekîtiya Jinên Êzîdî ya Helebê Ranya Cefer teqez kir ku wê ev êriş vîna civaka Êzîdî û gelên azadîxwaz nikaribin bişkînin û axaftina xwe bi vê peyamê qedand: “Wek Êzîdiyên Rojava, banga me ji gelê Kurd, Ereb, Xiristiyan û tevayiya gelên Iraqê re ew e ku, li hemberî êriş, siyaset û komployên qirkirinê, xwedîhelwest bin. Divê dayîk û jinên Başûr û Iraqê, zarokên xwe tevlî êrişkaran nekin. Lewra mixabin, em di sedsala 21’ê de ne û hê Kurd hevkariya dagîrkeran dikin. Dewleta tirkî, Hikumeta Iraqê û PDK dixwazin fitne û dekûdolaban di nava gelan de biafirînin. Li ser vî bingehî ji aliyekî din ve êrişên reşkirina civaka Êzîdî li nava civak û gelan didome. Bi siyaseta reşkirinê, rojane fermanan li ser civaka Êzîdî pêk tînin. Divê Saziyên Mafên mirovan û cîhan tev berxwedana mafdar ya Êzîdxanê, rewa bibînin û li hemberî plan û êrişan, wijdana mirovayiyê bilive û qirkirineke nû qebûl neke. Jixwe ku îro Şingal be, sibe wê tevayiya Iraqê be.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.