Rojnameya Ronahî

Konsept mezin e armanc jî yek e

Idrîs Henan

Ji her kesî pirtir, civaka me ya Êzîdî wek ferd û kom, hîmê sêyemîn yê hebûnê ji dest dabû. Tenê li ser her du hîmên din ên “xwexwedîkirin û xwezêdekirinê” û bi lêhatineke dîrokî wisa zîndî mabûn! Jixwe ew lingê “xweparastinê” ji berî 74 fermanan vir ve hatibû birrîn. Bi gotineke din; civaka me ya Êzîdî ne tenê mirovatî, rûbirûyî cureyeke êrişên ku zindewariya wê eleqedar dike mabû. Weke zindewarekî jî nedihat hesibandin. Ji ber wê bi hemû cureyên inkar û fermanên qirker re rûbirû dima û bi êrişên li pey hev, keviyên hebûna wê, weke çi zindewarekî dîtir be, li ber kirtîne bû.

Di çarçoveya giştî ya qirkirina gelê Kurd de, pêkhateya êzîdî weke hebûn û bawerî, rastî hemleyên dîrokî yên qirkirin û inkarê hatiye. Eger hewce neke mirov bi dehan fermanên berê bijmêre, tekez hewce heye fermana herî dawî bi bîra mirovan were. Ango fermana piralî ya 2014’an ku bi destê “hikûmetên Bexda, Hewlêr û DAIŞ” pêk hatiye û bi koordîneya NATO û Tirkiyê bi rê ve çûye. Wê çaxê jî, di eksena şerê topyakûn ê li dijî hebûna gelê Kurd de, hebûna civaka me ya êzîdî weke hedefa destpêkê hate destgirtin. Dixwestin; bi şikandina xeta yekem a resentiya civaka Kurdan, axê dagir bikin û nirxan talan bikin. Ji wê bêtir; armanca wan kokqelandin bû. Ji ber vê jî çiqas êriş hebin, di pênaseyên wan ên teng û fireh de tunekirin sernavê sereke bû.

Bi kiryarên tunekirina fîzîkî, êrişî reh û kokên civakê dikin. Jê û pê ve, xwezayê diqelînin û her tişta ku behsa resentiyê dike hildiqetînin. Ji ber vê jî; îroj li Efrînê û Serê Kaniyê texrîbatên herî mezin pêk tên. Darên sedan salan ku kêlikên hezarê salan hembêz dikin, dibirrin û ji hestiyên bav û kalan tol hil didin. Ji ber bê çandiya xwe, bi kîn û nefretek mezin bi ser de tên û ji holê radikin. Tişta ku îro li Şengalê diqewime û yê berê qewimiye jî, heman zihniyet û hişmendiya talankar a Bass-Toranî ye.

Bi ruhekî neteweperest û nijadperest kîn û ajoyên xwe têr dikin û bi hovîtiyeke bê mînak êriş dikin. Ji lew re jî; jinên me doh li Şengalê û îroj li Efrînê li bazarên koletiyê tên firotin û kirîn. Ji ber wê jî darên me yên “Mirazan” tên birrîn û qutkirin. Pîroziyên me tên binpêkirin û tadeyên herî xirab, li wan herêman, tên kirin.

Îroj konsept mezin bûye lê armanc yek e. Çendîn navê lîstikvanan hatibin guhertin, lê hemû jî derçûyên heman dibistana qirker in. Xwedî bernameyên taybet û wek hev in. Li beramberî kirîz û aloziya zihnî, siyasî û aborî ya dagirkeran, kaoseke hişmendî ya xeta xwefiroş a hundirîn jî heye. Ji ber wê sedemê; hêza wê nîne li derveyî çarçoveya dagirkeran bijî û di pêşbirka xwefirotinê de, ji her kesê wêdetir bi ser dikeve. Di heman demê de, ji neyaran pirtir neyartiyê dike û jê zêdetir dijminatiya esl û cinsê xwe dike.

Ya ku li Herêmên Parastina Medya, Şengal, Serê Kaniyê, Girê Spî û Efrînê serperştiya hemleyên inkar û qirkirinê dike, ew xeta han e. Fena serê mar in, eger ne ji xulamtiya wan bûya, dijminê me nediwêre ber bi me ve jî binêre. Yên li Şingalê êriş dikin, ji hikûmeta Iraqê wêdetir, hewldarên fermana 75’an in.