Rojnameya Ronahî

‘Yekîtiya jinên azadîxwaz binketina dagîrkeriyê ye’

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) êrişên deweleta tirkî ya dagîrker şermezar kirin û banga xurtkirina têkoşîna azdiyê kirin.  

Bi armanca qirkirina gelên azadîxwaz û têkbirina projeya biratiya gelan, dewleta tirkî ya dagirker êrişên xwe yên ser Herêmên Parastinê yên Medya û bakur û rojhilatî  Sûriyê didomîne. Di nava bêdengiya cîhanê de dagîriya tirkî di van êrîşan de çekên kîmyayî bi kar tîne û sûcên li dijî mirovayiyê dike. Ji bo berjewendiyên xwe tevayiya dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan çavên xwe girtine. Li hemberî van êrîşan şervanên azadiyê li çiyayên Kurdistanê derbên giran li dagîrkeran didin û tavayiya gelên azadîxwaz jî ji şervanan re bûne pişt.

Şervanên Yekîneyên Parastina Jinê ( YPJ ) êrişên dewleta tirkî ya dagîrker şermezar kirin û ev êriş wekî sûcên li dijî mirovayiyê bi nav kirin. Herwiha bang tevayî jinên azadîxwaz kirin ku asta têkoşînê bilind bikin û li himber qirkirinê bêdeng nemînin. Herwiha diyar kirin ku bêdengî tê wateya qebûlkirina êrîşên dewleta tirkî ya dagirker re.

Şervana YPJ’ê ya bi navê Jînda Reqa êrişên dagirkeriya tirkî û çeteyên wê li dijî herêmên Parastinê Yên Medya û bakur û rojhilatê Sûriyê şermezar kir û herwiha diyar kir ku armanca êrişên dagirkiran qirkirina gelên herêmê ye.

Jinda Reqa axiftina xwe wiha domand: “Dewleta tirkî ya dagîrker hovîtiya xwe ya li dijî gelên herêmê dewam dike. Armanca van êrişan qirkirina gelên resen yên herêmê ye. Tevî ku êrişên dewleta tirkî hemû  zagonên navneteweyî û pîvanên mafên mirovan binpê dike jî, lê hemû saziyên pêwendîdar yên Neteweyên Yekbûyî li hemberî kiryarên dagirkeriyê xwe bêdeng dikin.”

‘Pêvista tevahî jin li hember planên dagîrkirina Kurdistanê şiyar bin’

Jînda Reqa bang li jinên azadîxwaz  kir ku yekrêziya xwe bihêztir bikin da planên dagirkeran vala werin derxistin û  axaftina xwe wiha qedand: “Pêwîste jin li hemberî planên dagîrkeriya tirkî hişyar be, tenê projeya biratiya gelan wê karibe dagirkeran têk bibe. Yekîtya gelên herêmê wê serkeftinê misoger bike. Eger dagîrkerî biser bikeve, wê jinên herêmê ji her kesî zêdetir rastî zordariyê bên.”

Şervana Ereb ya bi navê Leyla Reqa êrişên dagîrkeriya tirkî wekî dewamiya planên hêzên  desthilatar yên ku dixwazin gelên herêmê kole bikin dît û wiha dewamî da axaftina xwe:  “Dewleta tirkî ya dagîrker bi armanca firekirina projeya xwe ya dagîrkirinê û bi alîkariya hêzên rojavayî , asta êrişên xwe yên li dijî qadên gerîlayan û bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dike. Bi van êrişan dixwaze xwena Impratoriya Osmanî zindî bike. Tevaya hêzên desthilatdar dibin yek û  ji bo şikandina gelên azadîxwaz tevdigerin. Yekîtiya jinên azadîxwaz dikare van planan vala derxe û dagîrkeran bişkîne.”

‘Li hember qirkirinê divê jin tevlî nava refên berxwedanê bibin’

Leyla diyar kir  ku ji ber têkçûna dagîrkeriya tirkî li çiyayên Kurdistanê wê dest bi karanîna çekên kîmyawî kiriye û wiha got: “Di rojên dawî de, dewleta tirkî êrişên xwe li ser herêmê zêde kiriye. Ji ber têkçûna wan li Herêmên Prastinê yên Gel (MEDYA ), ew bi awayekî hovane êrişî her derê dikin. ji ber ku wan xwe li hemberî berxwedana gerîlayan negirt, careke din dest bi karanîna çekên kîmyayî kir. Bi saya fikir û ramanên Rêber Apo û berxwedaniya dîrokî ya şervanên azadiyê, wê Siyasetên dagîrkeriya tirkî li her çar perçeyên Kurdistanên têk biçe.”

Leyla Reqa di dawiya axaftina xwe de ji jinên herêmê xwest ku helwesta xwe nîşan bidin û tevlî nava refên berxwedanê binin. Herwiha bang li tevaya jinên azdîxwaz yên cîhan kir ku piştgiriya yekîneyên Parstina Jinê ( YPJ ) û YJA Star’ê bikin û yekîtiya jina azad li ser asta cîhanê pêk bînin.