Serbest Etê/Qamişlo
Mam Hidayet got, dewleta tirkî ya dagîrker dijmina gelê Kurd e. Dixwaze seranserê Kurdistanê dagîr bike û Kurdan qir bike. PKK jî têkoşîna azadiya gelê Kurd dike. Ji ber wê divê em piştgiriya PKK`ê bikin û li hemberî dagîkeriyê serî rakin.
Li hemberî êrişên dewleta tirkî ya dagîker yên ser Herêmên Parastinê yên Medya, pêşmergeyê kevin yê başûrê Kurdistanê Mam Hidayet Mihemed Emîn helwesta xwe nîşan da û ji me re axivî.
`Ji bo azadiya gelê Kurd me li Başûr û Rojhilat pêşmergetî kir`
Mam Hidayet da zanîn ku ji ber dagîrkerî, zilm û zordariya rêjima BEES`ê ya Iraqê rabûne ser piyan, çek rakirine û bûne pêşmergeyên gelê xwe û axiftina xwe wiha domand: “Têkoşîna me ne ji bo Başûr tenê bû. Armanca me azadî, aramiya gelê Kurd û rizgarkirina Kurdistanê bû. Azadî û aramiya gelê me jî bi roxandina vî dijminê xwînrêj pêkan bû. Ji ber wê jî tenê riya şerê biçek hebû, me jî ew hilbijart. Li ser bingehê yek çarenûs, em bi hawara têkoşîna Kurd ya Rojhilat ve çûn û me li hemberî rejima dagîrker ya Îranê jî xebat kir.”
`Dewleta tirkî bi çavê dijmin li tevayiya gelê Kurd dinêre`
Mam Hidayet herwisa li ser êrişên dagîkeriya tirkî, bertekên xwe nîşan dan û wiha axivî: “Dewleta tirkî ya dagîrker her tim û bi awayekî eşkere teqez dike ku dijmina gelê Kurd e. Divê em jî bi yek çavî û yek helwestê li vê dewletê binêrin, ew dewleteke dijmin, dagîrker û qirkera gelê Kurd e. Herwisa ez helwesta şermoke û lewaz ya partiyên siyasî yên başûrê Kurdistanê şermezar dikim. Jixwe helwesta wan, ciyê nerazîbûna gelê Kurd e. Lê ji vê kambaxtir ew e ku Partiyê Demokrat ya Kurdistanê (PDK) eşkere rênasî û hevkariyê ji dagîkerên tirk re di êrişên wê de dike. Başûrê Kurdistanê û deskeftiyên wê pêşkêşî dijmin dike, da ku êrişî PKK’ê bike. Ji bo qirkirina gelê xwe dixebite, ev ciyê şermezarî û mixabiniyê ye. Çima PDK dema ku xortên welat rabûn ser piyan, daketin xwepêşandanan û dawa azadiya xwe kirin, berê tifingên xwe dan singa wan û bi tevayiya hêza xwe êrişî wan kir? Lê dema dagîrker bi tank, top û balafirên xwe êrişî zarokên gelê Kurd dike, rê ji dagîrkeran re vedike!.”
`Li hemberî dagîrkeran serî rakin`
Mam Hidayet herwisa bal kişand ser têkoşîna PKK`ê û got, têkoşîn û armanca PKK’ê armanca me ya ber’ bi salan e ku me li hemberî dijminê gelê kurd çek rakir. Ew jî li hemberî dagîrkerî û faşîzmê dixebite.
Pêşmergeyê kevin Hidayet Mihemed Emîn bi vê peyamê axaftina xwe bi dawî kir: “Pêwîst e ku gelê Kurd li seranserê Kurdistanê, piştgiriya vê têkoşîna azadiya gelê Kurd bike. Di vê pêvajoya giran ya li Kurdistanê de divê tevayiya gelê Kurd, dakeve qadan û helwesta xwe ya li dijî dagîrkeriyê reva bike. Lewra ev ne pêvajoyeke normal e, îro xeter mezintir bûye. Mesele hebûn û tinebûna gelê Kurd e. Pêvajoyeke ku dijmin dixwaze welat tevî dagîr bike. Jixwe me sala 2017`an Kerkûk û gelek bajarên Kurdistanê ji dest dan. Li Rojava jî Efrîn û bajarên din dagîr bûn. Çend salên din dibe ku xaka me tevî dagîr bikin. Erdê Kurdistanê pîroz e. Ev dem dema serîrakirinê ye, pêwîst e gelê Kurd serî rake.”