Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Dagîrkeriya li ser Kurdistanê tecrîda li ser Rêber Apo ye’

08/05/2022
in ROJEV
A A
‘Dagîrkeriya li ser Kurdistanê tecrîda li ser Rêber Apo ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

​​​​​​​Welatiyên bakur û rojhilatê Sûriyê gotin, dewleta Tirkan ya dagîrker û hêzên komploger, ti caran naxwazin gel azad bibe. Ji ber wê tecrîdeke girankirî li ser Rêber Apo dimeşînin û bi dîlgirtina Rêber Ocalan qirkirina Kurdan dikin armanc.

Tirkiye bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêber Apo pêk tîne. Rojbiroj tecrîdê girantir dike û êrişên xwe li ser gelê Kurd zêdetir dike. Gelê Kurd jî dibêje, ‘êrişên ku niha tên kirin jî tev dewamkirina Komploya Navnetewî ye’. Ev 24 sal in Rêber Abdullah Ocalan li zindana Îmralî di binê tecrîdeke giran de ye. Dewleta tirkî û hêzên komploger yên pê re alîkar xwestin bi vê komployê gelê Kurd tine bikin û felsefeya rêberê gelê kurd Abdulah Ocelan ji gel qut bikin. Di fikrê wan de wisa bû ku wê bi girtina Rêber Apo, fikir û têkoşîna azadiyê bifetisînin. Lê Rêber Apo bi fikir û felsefeya xwe herwiha bi têkoşîna xwe gelê azadixwaz xurttir kir. Herwiha gelê kurd ev 24 salin li dijî bê hiquqa li ser Rêber Apo li tevayiya cîhanê têdikoşin û bang li gelên cîhanê dikin ku bêdeng nemînin.

Ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan, herwiha şermezarkirina kiryarên Tirkiyê yên ku dewamkirina komployê dikin, welatiyan nêrînên xwe ji me re anîn ser ziman.

` Tecrîda li ser Rêber Apo tirsa dilê dagîrkeran e`

Welatiyê bi navê Selah Dîn Helbo da zanîn ku Rêber Apo rêberê mirovayiyê ye, ji ber wê heta  sax bin wê li hember tecrîda dij mirovahiyê têbikoşin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tecrîda ku li ser rêbertî tê kirin bi armnca tinekirina projeya Neteweya Demokratîk e ya ku bi fikirê Rêber Ocelan hatiye avakirin. Fikirê Rêbertî fikrekî demokrat û pêşketî ye. Ji ber wê dewleta Tirkiyê ya faşîst û hevkarên wê, ji fikrê Rêbertî ditirsin û roj bi roj tecrîdê giran dikin. Lê ew çiqas tecrîdê bimeşînin, emê jî fikrê rêbertî yê ku di mejiyê me de hatiye çandin xurttir bikin. Yekem Partiya Karkerê Kurdistanê  (PKK) ku bi rêberiya Serok Apo hat avakirin, bi milyonan mirov tevlî bûn û li ser fikrê rêbertî berxwedan û têkoşîn kirin. Çimkî ev fikir çareseriyek ji bo mirovayiyê ye.”

‘Dagîrkeriya li ser Kurdistanê tecrîda li ser Rêber Apo ye’

Selah Helbo got, Dagîrkeriya ku li ser Kurdistanê tê kirin, tecrîda li ser Rêbertî ye û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Êrişên ku li ser herêmên Parastina Mediya, Şingal û Rojavayê kurdistanê tên kirin, tev girêdayî tecrîda li ser rêbertî ne. Tirkiye dixwaze destkeftiyên gelê Kurd têk bibe, herwiha projeya Neteweya Demokratîk û biratiya gelan bêbandor bike. Yê ev proje danî Rêbertî bû. Ji bo wê jî têkiliyên gel û rêbertiyê qut kiriye.”

Selah Dîn Helbo di dawiyê de bang li gelê kurd yên her çar parçên kurdistanê kir ku her roj derkevin qadan û banga azadiya Rêber Apo bikin. Herwiha got, azadiya serok Apo azadiya tevayiya gelê kurdistanê ye. Çimkî ne bi azadiya Rêbertî be, ne mumkine ku em azad bibin.

`Pêwîste bang û têkoşîna ji bo azadiya Rêbertî bê navber were kirin`

Welatiyê bi navê Mûsa Elî jî behsa pêngava dem dema azadiyê ye kir û wiha got: “Dema em dibêjin ‘Dem Dema Azadiyê ye’ tê wateya ku pêwîste em rêberê xwe azad bibînin û ji nava çar dîwaran xilas bikin. Demek dirêj di ser pêngava ‘azadiya rêbertî’ re derbas dibe. Ne ji niha ve, ji roja ku hêzên komploger Rêbertî girtin û komplo pêk anîn, me dest bi ‘pêngava azadiyê’ kiriye. Lê pêwîste bang û têkoşîna ji bo azadiya bê navber were kirin.”

Mûsa Elî di dawiyê de got, wek gelê bakur û rojhiêatê Sûriyê divê em di milê fikir û felsefeya demokratîk de xwe pêş bixin û helwesta xwe di milê siyasî, leşkerî û civakî de bidin nîşandan. Herwiha pêngava azadiyê ya ku me hê bi ser nexistiye, çimkî me rêberê xwe azad nekiriye, divê em bi ser bixin. Wê demê wê rêberê me jî azad bibe û wê jiyana me jî ronî bibe. Çimkî azadiya me azadiya rêberê me ye, heta em rêberê xwe azad nebînin, em xwe azad nabînin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.