Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hêzên Ewlekariya Hundir herdem û li her deverê parêzvanên gelê xwe ne

29/04/2022
in ROJEV
A A
Hêzên Ewlekariya Hundir herdem û li her deverê parêzvanên gelê xwe ne
Share on FacebookShare on Twitter

Darîn Silê/Qamişlo

Ji bo parastina civakê û ewlekariya herêmê, Hêzên Ewlekariya Hundir `Asayiş` 24 saetan di nava kar û xebatê de ne. Niha jî li ser erkê xwe, rojiya xwe digirin û ji bo cejnê amadekariyê dikin.

Destpêka aloziya Sûriyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê ji ber ku hêzên parastinê tinebûn, gelek pirsgirêkên civakî li herêmê derdiketin. Wê demê ji bo pêşîgirtina li pirsgirêkan û çareserkirina wan, herwiha parastina ewlekariyê gelê herêmê Hêzên Ewlekariya Hundir Asayiş hat avakirin. Tevayiya pêkhateyên herêmê (Kurd, Ereb, Suryan) cihê xwe di nava hê hêzê de digirin û bi hev re parestina civakê dikin. Herdem û li her deverê endamên Asayişê parastinê dikin û tevlî rewşên awarte jî dibin. Herwiha li dijî êrişên dagîrkeriya tirkî yên bi armanca tinekirina ewleyiya li herêmê, radiwestin.

Derbarê rola Asayişê di parastina herêmê de, herwiha rewşa kar heyva Remazanê û haziriyên cejnê, endamên Asayişa bajarê Qamişlo bi me re axivîn û cejna gelê misilman pîroz kirin. Herwiha bang li welatiyan kirin ku di rojên cejnê de ji bo ewlekariya xwe li gorî qanûnên ji bo ewlekariya cejnê tên girtin tev bigerin.

`Parastina herêmê ji me tê xwestin`

Endamê asayişê Seîd Seyîd Ehmed da zanîn ku ji bo parastina ewleyiya herêmê rojane dewriyên wan li hundir û derveyî bajêr hene û axaftina xwe wiha domand: “Armanca Hêzên Ewlekariya Hundir ya sereke, parastina gelê herêmê ye. Ji bo wê hêzên me bi şev û roj çavdêriya bajêr dikin. Dema bûyerek çêdibe yan pirsgirêkek derdikeve, em di cih de diçin kontrol dikin. Çimkî ev erkê me ye û parastina herêmê ji me tê xwestin.”

`Em û gelê xwe bi hev re dikarin herêmeke ewle ava bikin’

Seîd got, her sal di heyva rojiyê de em hevalên misilman rojiya xwe jî digirin û parastinê jî dikin. Şev û roj em dixebitin û ranawestin. Di saeta fitarê de jî, em û hevalên xwe li nuqteyê bi hev re fitara xwe dikin.”

Seîd Seyîd Ehmed di dawiyê de got, emê parêzvanê gel û xaka xwe bin. Herwiha heta dilopa  xwîna xwe ya dawî, emê parastina nirx û destkeftiyên xwe bikin. Lê parastina me tenê têrê nake, pêwîst e civak jî her tim bi me re alîkar be, da ku em û civak bi hev re herêmeke ewle ava bikin.

‘Emê cejna xwe bi parastina gelê xwe pîroz bikin’

Endama asyişa jinê ya bajarê Qamişlo Semer Nasan jî, behsa haziriyên parastinê yên ji bo rojên cejnê kir û wiha pê da çû: “Di rojên cejnê de wê dewriyeyên me zêdetir bibin, da ku bajar baş were kontrolkirin. Wê kolanên nava bajêr jî bên girtin û çûnhatina erebeyan (seyare) kêm bibe. Herwiha Hêzên me yên Asayişê jî ji sibeha cejnê ve wê dest bi dewriyeyên nava bajêr bikin. Em pir kêfxweş in, dema em parastina gelê xwe dikin. Bi taybetî di rojên cejnê de em cejna xwe bi parastina gelê xwe pîroz dikin.”

Semer Nasan di dawiyê de got, ji bo em cejneke di nava ewleyî û aramiyê de derbas bikin pêwîst e gelê me li gorî rêgez û pîvanên ji wan tê xwestin tev bigere. Herwiha got, bi hêvî me ku di demeke nêz de şerê heyî û êrişên dagîrkeriya tirkî yên ku li ser îradeya gelê me tên kirin werin biqedin û em bikarin bajarên xwe ewletir bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.