Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

`Emê bi hêza berxwedanê û rizgarkirina bajarên xwe Cejna Remezanê bi coş pîroz bikin.`

29/04/2022
in ROJEV
A A
`Emê bi hêza berxwedanê û rizgarkirina bajarên xwe Cejna Remezanê bi coş pîroz bikin.`
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî-Eyn Îsa

Bi pêmana Cejna Remezanê, koçberên bajarê Girê Spî hêviya wan ew e ku îsal cejna xwe li mal, gund û warên xwe pîroz bikin. Koçberê bi navê Casim El-Îbrahîm got, piştî dagîrkirina bajarê me ji aliyê dewleta tirkî ya dagîrker ve, xweşiya cejnê jî nemaye.

Dewleta tirkî ya dagîrker bi êrişên xwe yên hovane yên ser bakur û rojhilatê Sûriyê 9’ê Cotmeha 2019’an bajarê Girî Spî dagîr kir. Nêzî sed hezar kes neçarî koçberiyê bûn. Ji bo xwedîderketina li koçberan 22`yê Mijdarê bi pêşengiya Meclisa Kantona Girê Spî û aliyên pêwendîdarên Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, kampa Girê Spî hat avakirin.

Bi armanca guhertina demografiya herêmê, dewleta tirk ya dagîrker û çeteyên wê yên bajarê Girê Spî dagîrkirin. Bi boneya Cejna Remezanê koçberên kampa Girê Spî hêvî dikin ku vegerin cih û warên xwe. Li ser mijarê rojnameya me nêrîna koçberên kampê girt.

`Em in xwediyên vê xakê û cejna herî mezin jî wê rizgarkirina bajarên me ji dagîrkeran be`

Koçber Casim El-Îbrahîm wiha got: “Niha em derbasî sala çaran ya dagîrkirina dewleta tirkî ya faşist û çeteyên wê dibin. Hêviya me ew e ku em bi îrade û berxwedana xwe di demeke nêz de, bajarên xwe ji dagîrkeriya dewleta tirkş rizgar bikin. Ji bo wê em dibêjin kêfxweşî û cejna herî mezin wê roja rizgarkirna cih û warên me be.”

Casim wiha axaftina xwe domand: “Rizgarkirina bajarên me mîna Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî dikeve ser milê me tevan. Lewra ev xaka me û ji mafê me ye ku em bi azadî û bi rûmet lê bijîn. Bila cîhan tev vê yekê bizanibin, bi taybetî dewleta tirk û çeteyên wê. Bi saya berxwedana şervanan û yekbûna gel bi şervanê xwe re emê teqez vegerin bajarê xwe. Lewra yê xwediyê xakê emin.”

`Bêdengiya dewletan kûrkirina kirîzê ye`

Ji aliyekî din koçbera bi navê Maha Alwîs bêdengiya navneteweyî û bêhelwestiya civaka navdewletî derbarê çareserkirina pirsgirêka kirîza Sûriyê ya ji sala 2011’an ve, şermezar kir, û ev yek weke hevkariyek li dijî daxwazên gelê Sûriyê ji bo azadiyê destnîşan kir.

Maha Alwîs wiha got: “Cejna Remezanê ya ku dê di nava çend rojan de were, ji ber koçberiyê kêfxweşiya wê di dilê me de kêm me. Lewra dagîrkirina bajarê me ji aliyê dewleta tirk û çeteyên wê, me ji merov û dostên me dûr kir. Tevî ku em di koçberiyê de gelek zehmetiya dikşînin, lê armanca dijmin pêk nayê û em vîna xwe naşkînin. Bi saya berxwedana şervanan û hêza QSD emê bi kêfxweşî, di demeke nêz de cejnên xwe li bajarê xwe pîroz bikin.”

Meha Alwîs di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya hevgirtin û hevkariya di navbera hemû pêkhateyan de; bilindkirina têkoşîn û berxwedanê heta serkeftinê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.