Rojnameya Ronahî

Hevseroka DBP`ê: Dewleta tirkî li hemberî pergala Neteweya Demokatîk, di pêvajoya xetimînê de ye

Serbest Etê/Qamişlo

Hevseroka DBP`ê Salîha Aydenîz da zanîn ku AKP-MHP bi tecrîda girankirî ya li Îmralî, êrişên siyasî û dagîrkirina Rojava û başûrê Kurdistanê, dixwazin xwe li ser lingan bigirin û got, dewleta tirkî li Rojhilata Navî bûye amûra şer û qirkirina gelan. Lê li hemberî pergala Neteweya Demokatîk ya birêz Ocalan, di pêvajoya xetimînê de ye.

Hevseroka Partiya Herêmên Demokartîk (DBP) Salîha Aydenîz li ser polîtîkayên dewleta tirkî ya dagîker, tecrîda li Îmralî ya li hemberî Rêber Apo û êrişên ser Herêmên Parastinê yên Medya û Rojava ji rojnameya me re axivî.

`Li hemberî berxwedana demokartîk sîstema kapîtalîst xetimiye`

Salîha Aydenîz diyar kir ku ji ber sîstema Kapîtalîst, li seranserê cîhanê krîz û kaos hene. Lewra ev sîstem ji gel û civakan re nikare bibe bersiv û bi xurtkirina desthiltdariya xwe sîstema xwe diparêze û axaftina xwe wiha domand: “Li hemberî berxwedan û têkoşîna demokartîk ya gelan, sîstema kapîstalîst xetimiye. Ji ber wê şerê cîhanê yê sisiyan didomîne û herî dawî ku şerê di navbera Ukrayna û Rûsya de diqewime, teqez dike ku wê ev şer berfirhetir û eşkeretir bibe. Piştî 30 salî, şerê wan ji erdnîgariya Rojhilata Navî, ber bi erdnîgariyeke din ve diçe û digihîje Ewropa. Jixwe şerê wan bi armanca jinûvesazkirina hegemonya û desthilatê û parvekirina berjewendiyan tê kirin.”

‘AKP-MHP bi tecrîda girankirî ya li Îmralî, êrişên siyasî û dagîrkeriyê, xwe li ser lingan digirin`

Hevseroka DBP`ê herwiha da zanîn ku dewleta tirkî ya qirkir û dagîrker li Rojhilata Navî serkêşiya vê sîstema kapîtalîst dike. Lewra li Rojhilata Navî rola wê ya sereke dijwarkirina şeran û tepisandina gelen e û axaftina xwe wiha domand: “Jixwe rejima AKP-MHP`ê li ser komplo, şer û êrişên qirkirinê xwe li ser lingan digire. Lewra li hemberî pergala Neteweya Demokatîk ya birêz Ocalan, di pêvajoya xetimînê de ye. Pergala Demokatîk çareseriya van krîzan e û ji gelan re bûye hêvî û mînak. Ji ber wê dixwaze bi polîtîkayên şer vê pergalê biperçiqîne. Navenda van polîtîkayan tecrîda girankirî ya li Îmralî ya li hemberî birêz Ocalan e. Ew plan û projeyên vê dewletê bi Komploya 15 Sibatê dest pê bû, lê bi ser neket. Ji ber wê heta niha bi tecrîd, êrişên siyasî û leşkerî didomin.”

`AKP-MHP êrişî destkeftiyên gelan dikin û di her qadê dikin qada kuştin û qirkirinê`

Aydeniz bal kişand ser êrişên dewleta tirkî ya dagîrker yên ser başûr û rojavayê Kurdistanê û ev şîrove kir: “Îro li Rojava li ser bingehê Neteweya Demokratîk, xweseriya gelan ava bûye. AKP-MHP ku bi polîtîkayên sedsalî yên avakirina dewleta tirkî, li ser dijayetî û qirkirina gelê Kurd û gelên herêmê tev digerin, niha vî şerî dijwartir dikin. AKP-MH bi dagîrkirina herêmê dixwazin xewnên xwe yên Osmanî vegerînin û Mîsaqa Milî ava bikin. Dixwazin vê jî bi qirkirina gelên têkoşer û xwedîhebûn pêk tînin. Îro AKP-MHP li bakurê Kurdistanê, li hemberî civak û qada siyasî konsepta êrişan pêk tînin. Li girtîgehan siyaseteke hovane û qirêj dikin. Li rojava û başûrê Kurdistanê jî êrişên qirkirin û dagîrkeriyê û sûcên şer dikin. Ev jî ji bo nehiştina Kurdên azad e. Ji ber wê, êrişkar bi êrişên piralî dixwazin destkeftî û hebûna gelê Kurd tine bikin. Ev jî eşkere dike ku sîstema faşîst, qirker û dagîrker, çi ji destê wê tê dike. Her derê dike qada kuştin, êriş û qirkirinê.”

`Li hemberî faşîzm û xiyanetê bihelwest bin`

Hevseroka giştî ya Partiya Herêmên Demokartîk (DBP) Salîha Aydenîz teqez kir ku bi têkoşîna 50 salî ya azadiyê, hêza gelê Kurd ya civakî, siyasî û leşkerî rojbiroj mezintir dibe. Lewra ji bo azadî û wekheviyê û rêveberiya demokratîk bi sedan berdêl hatîn dayîn û destkeftiyên mezin li Rojava hatine misogerkirin û axaftina xwe wiha qedand: “Dewleta tirkî ya dagîrker bi armanca tinekirina van destkeftiyan, êriş dike. Lê nikarî bigihîje vê armacê. Ji ber wê bi hevkarî û xiyaneta PDK`ê dixwaze projeyên xwe pêk bîne. Êdî ji gelê Kurd re eşkere bûye ku piştî civîna serkêşên PDK`ê bi Erdogan re, li Rojava, Şingal û herî dawî êrişên 17`ê Nîsanê li hemberî Başûr dest pê kirin. Îro PDK bi xiyaneta dike bi dagîrkeran re di nava qirkirina gelê Kurd de xwedîroleke sereke ye. Gelê Kurd li rojava, bakur, rojhilat û başûrê Kurdistanê rastiya PDK`ê dibîne. PDK li şûna ku li ser Kurdistanî bihizire, li ser berjewendiyên malbatî dihizire. Li ser vî bingehî em bang li gelê Kurd bi taybetî li Başûr dikin ku li hemberî dagîrkeran û PDK`ê xwedîhelwest bin. Emê jî heta dawiyê li hemberî êrişan û helwesta PDKê xwedîbertek bin.”