Argêş Vîyan/Qamişlo
Parlementerên DEM Partî Gulcan Yigit Kaçmaz û Serhed Eren ku di şandeya hatiye Rojavayê Kurdistanê de cih digirin, bilêv kirin ku konferansa yekrêziya Kurdî dê bingeha yekîtiya hemû Kurdan re bibe mînak û wiha gotin: “Konferansa yekîtiya kurdî li Rojava dê bibe, bingeha kongra netewî ya Kurdistanê”
Şandeya Partiya DEM’ê ku ji Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir, Endamê Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Wekheviya Gelan û Demokratîk (DEM) Serhat Eren, parlamenterên DEM’ê Salîha Aydenîz, Gulcan Kaçmaz û Mehmet Kamaç pêk tê, 24’ê Nîsanê 2025’an de gihiştin Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Şande wê tevlî konferansa yekîtiya kurdî ku îro li Qamişlo tê lidarxistin, bibe.
Di derbarê hatina şandeya DEM Partiyê û tevlîbûna wê ya di Konferensa yekrêzîya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê, parlementerên DEM Partî û endamên şandeyê Gulcan Yigit Kaçmaz û Serhed Eren ji rojnameya me re axivîn.
‘Hatina me ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê avakirina pira yêkitiyê ye’
Gulcan Kaçmaz diyar kir ku hatina wan ya Rojavayê Kurdistanê şikandina sînoran e û wiha got: “Destpekê me silavên gelê Bakurê Kurdistanê ji bona gelê berxwedêr û têkoşer yên Rojavayê Kurdistanê, anî. Em ji bona şahidiyê van kêliyên dîrokî yên yekrêzî û hevgirtina Kurdên Rojava bikin, em hatin, herwiha em ji bona şoreşa Rojavayê Kurdistanê û modela Rêveberiya Xweser bibînin, me ev serdan kir. Bi rastî jî em pir bi kelecan ji aliyê endamên Rêveberiya Xweser û gelê Rojavayê Kurdistanê hatin pêşwazîkirin. Em jî pir keyfxweşin ku tên axa berxwedêr û tekoşer ya Arîn û Gelhatan. Her beşek vê xakê çîrokekî wê heye, bi xwînê hatiye avdan. Ev berxwedana keç û xortên Kurdan û gelên din yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye mînak ji hemû cîhanê re. Em pir xweş hatin pêşwazîkirin û ev kelecan bû bingeh ku sînor ne astengin ku mirov bibê yek û ji hev du hez bike. Me li gel wê jî çend rêze hevdîtinên li gel endam û nûnerên Rêeveberiya Xweser yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîn. Ev dem kêliyên dîrokî ne bû hemû beşên Kurdistanê û ev demekê dirêje ku ji bona Rojavayê Kurdistanê hatin çûyin hatibûn qedexe kirin. Ew jî aliyekê de saya têkoşîna salan bû.”
‘Ev konferans dê ji bona yêkreziya Bakurê Kurdistanê jî bibe bingehekê xurt’
Gulcan ji bona hatina Rojavayê Kurdistanê kêfxweşiya xwe anî liser ziman û wiha axaftina xwe domand: “Piştî 27’ê Sibata 2025’an banga Rêber Abdullah Ocalan ya “Aşitî û Civaka Demokratîk” li Rojavayê Kurdistanê jî pêvajoyekê mezin hat destpêkirin. Dema ku Rêber Apo ev bangawazî kir, me destpêkê nekarî em bên nêrînên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bigirin. Hevalên me yên di nava Şandeya Imralîyê de jî cihdigirin bi rastî jî pir dixwastin derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin, lê ji ber astengî û ewlehiyê nekarîn bên wan jî slavên xwe yên taybet gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şandin. Lê wê carî saya têkoşîn û berxwedana gelê her çar parçê Kurdistanê û di heman demê de berxwedaniya Rêber Apo ya 27 salin li girava Imraliyê dimeşe, em îro hatin xaka Rojavayê Kurdistanê. Tevlîbûna konferansa yekrêziya Kurdî ji bona me jî ezmûneke pir giran û bûha ye. Ji ber ku beriya 100 salan dagirker û desthiladaran Kurdistan kirin 4 parçe û di navbera xwe de dabeş kirin. Ev 100 salin jî netew dewletên ku wan 4 beşên Kurdistanê zext û zordarî li ser gelê me dimeşînin. Lê hemberî dagirkeran Kurdan her berxwedanî daye meşandin û têkoşîya ye. Ji ber wê Rêber Apo dibêje “Sedsalên pêşiya me pewiste êdî bibe, sedsala Kurdan.” Em jî pêwiste weke siyasetmedar û pêşengên civakê yên kurd ev cudahiya di navbera xwe de holê rakin û her çar beşan de bibin xwediyê yek rih û yek armanc ê. Ji ber wê sedemê konferansa ku sibê tê lidarxistin pir girîng û dîrokî ye. Pêşengiya wê yêkitiyê Rojavayê Kurdistanê dike merhelekê cüda û ji ber wê ye Bakur û Rojhilatê Suriyê cihekê we yê taybet û cuda heye. Piştî evqas alozî û gengeşîyan Rojava şahidiyekî dîrokî dik e. Li ser wê bingehê jio bona yêkrêzî û yekitiya Kurdan em ê biçin her dere Kurdistanê. Di wê çarçoveyê da jî ger derfet ava bibin em ê weke desteyekê hevpar derbasî Rojhilatê Kurdistanê jî bibin. Bakurê Kurdistanê jî em ê konferansekê bi wî awayi lidarbixin. Konferansa Rojavayê Kurdistanê kaniya yekbuyina Kurdan e. Ji ber wê bangawaziya me ji bona kesayet û pêşengên Kurdistanî ew e ku; partiya me çi be, fikra me çi be bila ew be, lê pêwîste em weke sîyasetmedarên Kurd ji bona yek Kurdistan xebat bikin.”
‘Ev konferansa yekrêzî yê, bi saya têkoşîna 27 salan ya li Îmraliyê ye’
Gulcan Kaçmaz giringiya Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan di pêvajoya de bibîrxist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ev nêzî 4 sal bûn li gel Rêberê gelan Rêber Abdullah Ocalan bi ti awahî hevdîtin ne dihatin kirin. Lê piştî axaftina serokê Partiya Netewperest ya Tevger (MHP) Dewlet Bahçelî û hevdîtinên li gel DEM partîyê pêvajo veguharande serdemekê nû. Dema ku Rêber Apo li gel biraziya xwe û parlementerê DEM Partî yê Rihayê Omer Ocalan re jî hevdîtin klr û got “Pêwiste ev pirsgrêk bi avayekî demokratik bê çareserkirin.” Beriya niha sala 1993’an de dîsa Rêber Apo ev tişt digotin. Berxwedana Rêber Apo ya girava Imralîyê di odeya 10 metre de bi rastî jî têkoşînekê bêhempa bû. Ger ev hevdîtin destpêkiribin û em qala yêkrêziyê dikin, ev saya berxwedana Rêberê gelan Rêber Apo û têkoşîna gelê her çar parçeyên Kurdistanê ye. Me di encamê li wan serlêdanan de gelek cîvîn çêkirin, ji bona em ev pêvajoyê baş bidin fêmkirin. Ji ber ku Rêber Apo, bi wê bangê listîkên netew dewletên hegemon hemû xerab û serûbinê hevkir. Pêwiste paradigma Netewên Demokratîk em bikin modelekê cîhanî û ji ber wê ye Rêber Apo Rêberê Netewî ye. Ji bona azadiya fizîkî ya Rêber Apo pêk bê, em weke siyasetmedarê Bakurê Kurdistanê em ê he dawiyê xebatên xwe bimeşînin.”
‘Konferansa yêkrezî dê bibe modela yekbûyîna hemû Kurdên cîhanê’
Endamê şandeya DEM Partîyê, parlementerê Amedê Serhed Eren jî anî li ser ziman ku hatina wan ya Rojava, hêviya rakirina sînorên her çar parça ne û wiha axaftina xwe domand: “Piştî banga 27’ê Sibatê tevahiya Kurdistanê bi banga Rêber Apo kete merheleyekê nû. Rêber Apo ji bona çareseriya pirsgirêka Kurd paradigmayekê nû xiste pêşiya me. Me gelek partî û rêxistinên Tirkiyê ji dervî Iyî Partî hemû aliyan re hevdîtin kir. CHP jî pêşniyar kir ku raste rast di nav wê pêvajoyê de cih bigire û piştgiriya xwe dan xuyakirin. Rêber Abdullah Ocalan li ser xala ku bi hemû gelan û derdoran re peywendî bê danîn de li ser sekinî bû. Daxwaz kiribû ku peywendiyên li Başûrê Kurdistanê û derdorên wê re bên xurtkirin. Li ser bingeha pêşniyar û nêrînên Rêber Apo 3 şandeyên me yên DEM Partî yê dîrokên cüda de derbasî Başûrê Kurdistanê bûn. Em ev 3 roj bûn li Başûrê Kurdistanê bûn, me gelek partî û dezgehên siyasî û rewşenbîrên heremê li ser pêvajoyê hevdîtin pêk anî. Mijara hevdîtinên me li ser banga Rêber Apo ya “Banga aşitî û civaka demokratik” bûn. Li ser wê bingehê em derbasî Rojavayê Kurdistanê jî bûn. Em ê piştî li wir gor derfetan derbasî Rojhilatê Kurdistanê jî bibin. Ev piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê ambargoyekê mezin li ser heremê hebû, hatin çûyin hatibû qedexekirin. Em jî wê kêfxweşî û şanaziyê jiyan dikin ku rojekê wiha dîrokî ya yekitiya Kurdî de, derbasî li wir bûn. Rojavayê Kurdistanê war û keleha berxwedanê ye. Cihê pêxistina meşaleya azadi yê ye. Ji bona hemû cîhanê Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîşaneya têkoşînê ye. Her çar parçeyên Kurdistanê pêşeroja wan bi hevra girêdayi ye. Sedsala 21’emîn de jî ti netew dewletên ku Kur dli wir jiyan dikin demokrasi ava nekirin e û mafê gelê Kurd nedan e wan. Sedsala ku em tê de jiyan dikin da xuyakirin ku pêwist e demidest mafê kurdan bê dayin û bibin xwedî statû. Piştî şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi saya têkoşîna Kurdan cîhanê hemû gelên bindest naskirin. Ger ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibe xwedî statû, dê bandore xwe Rojhilata Navîn tevahî bike. Em ê tevlî konferansa yekrêzîya Kurd ya netewî bibin, ev dê bib e bingeha avakirina Kurdistanekê xweser û demokratîk. Xebatên yêkitiya Kurdan ya li Rojavayê Kurdistanê, bib e bingeha lidarxistina kongreya netewî ya tevahî kurdistaniyan.”