Navenda Nûçeyan/Qamişlo
Di axaftin û nameyên ku di Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de hatine xwendin de tekezî li girîngiya yekrêziya gelê kurd hat kirin û wiha hate gotin: “Yekitî dê mafên gelê Kurd misoger bike.”
Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bi tevlîbûna zêdetirî 400 kesan ji Rojava, Bakur û Bakurê Kurdistanê, kesayetên ji deverên cuda yên Sûriyeyê li Parka Azadî ya li bajarê Qamişloyê dewam dike.
Di konferansê de Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî axivî û wiha got: “Me ji bo parastina gelê xwe û parastina herêmê di şeran de zêdetirî 13 hezar şehîd dane. Em şîfayê ji tevahî birîndaran re dixwazin û vê konferansê diyarî tevahî şehîdên azadiyê dikin.”
Mazlûm Ebdî spasiya KNK , Mesûd Barzanî kir ku piştgirî dane konferansê û got, “Ev konferans encama kedeke mezin, civîn û dan û standinên mezin a hêzên Kurdistanî ye.”
Mazlûm Ebdî anî ziman ku Yekitiya Kurdan tê wateya yekitiya Sûriyeyê ye û wiha got: “Yekitiya Kurdan ji bo tevahî Sûriyeyê hêzeke piştevaniyê ye. Pêdiviya Sûriye bi destûreke nû heye ku tevahî gelê Sûriyeyê hembêz bike û Sûriyeke demokratîk a nenavendî ava bike.”
Nameya Mesûd Berzanî
Di konferansê de berpirsê dosyaya Sûriyeyê yê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Dr. Hemîd Derbendî peyama Mesûd Barzanî xwend.
Di peyamê de lidarxistina konferansê hat pîrozkirin û wek gaveke girîng ber bi yekitiya Kurdan a li Sûriyeyê ve hate nirxandin.
Mesûd Barzanî spasiya Mezlûm Ebdî kir ku roleke sereke di vê yekê de lîstiye û hêvî kir ku konferans hêviyên gelê Kurd bi cih bîne.
Di peyamê de hate gotin, bûyerên ku li herêmê rû didin bû sedem ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û wiha hat domandin: “Em piştgiriyê didin çareseriyên aştiyane û dîplomasî. Em hêvî dikin ku gelê Kurd ji bo mafê xwe têkoşînê bike û di destûrê de mafên Kurdan werin mîsogerkirin û gelê Kurd tevahî mafên xwe yên rewa bi dest bixe.”
Nameya KCK’ê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê ji bo Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî ya Rojavayê Kurdistanê peyamek nivîskî şand.
Peyam wiha ye:
Di seride em bi navê Rêber APO û tevahî gerîlayên azadiya Kurdistanê hemû delegeyen konferasnê bi dilgermî silav dikin û bawerin ku wê bi keda we ev gava dîrokî bi ser bikeve. Şoreşa Rojava ku 19’ê Tirmeha 2012’an li dijî rejima Baas, DAIŞ, dewleta Tirk û çeteyên wê, di encama şehadeta bi 10 hezaran şehîd ü birinadaran, bi pêşengiya YPG, YPJ û û QSD’ê bi ser ket.
Em hemû kedkarên vê şoreşê silav dikin û şehdên xwe bi minetdarî bibîr tînin, ji bo hemû birîndaran di xebatên wan de serkeftinê dixwazin. Bê guman ev şores û qezenc berhema keda Rêber APO ye. Gelê ku bi rêbertiya xwe ve girêdayî ye ev destkeftî ava kirin. Em bawerin ku wê bi feraseta şoreşa azadiya jinê, civak û netewa demoqratîk, ekolojîk wê ev şoreş bê parastin û pêş bikeve.
Rêber APO, ji bo ku Kurd ji qirkirinê rizgar bibin, bibin xwedî nasname, bê navber jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas kir û 25 sale di zindanê de li ber xwe dide. Îro jî bi banga ku kiriye û inîsiyatîfa ku pêş xistiye re, dixwaze di vê pêvajoya dîrokî ku careke din metirsiyên mezin hene de, Kurd bibin hêzeke bibandor; ji bo wê jî banga yekîtiya netewî kir. Gelê me jî li çar perçeyên Kurdistanê xwedî li vê bangê derket. Lewma em gelê xwe yê Rojava û tevahî rêxistinan ji ber vê helwesta wan a bi rûmet pîroz û silav dikin.
Erka yekemîn a konferansa helwesta netewî ew e ku pergala Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ku bi keda şehîdan û şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hatiye avakirin û li Rojhilata Navîn bûye hêviya demokrasiyê biparêz e. Ev jî, ji bo hemû Kurdan cihê rûmet û şanaziyê ye ku hêz daye hemû gelên herêmê. Em bawerin ku ev netê bo Suriyeyê, wê ji bo tevahiya Rojhilata Navîn bibe hêza mezin a pêşketina demokrasiyê ku em bi salane hewl didin pêş bikin û xebata yekîtiya netewî dimeşînin. Ji ber ku bêyî yekîtiyê parastina destkeftiyên çar parçeyên Kurdistanê ne pêkan e. Dema ku yekîtî nebe, hêzên dagirker vê yekê dijî Kurdan bikar tînin. Em Konferansa Helwesta Netewî ya Rojavayê Kurdistanêji bo yekîtî û kongreya netewî gelekî girîng û wekî gave dîrokî dibînin. Em bawerin ku yekîtî û helwesta dê ji vê konferansê derkeve, wê di demokratîk kirina Suriyeyê, parastina destkeftiyên Kurdan de rolek sereke bilîze û ev ked wê bigihîje serkeftinê.
Em hêvî dikin ku ev konferans bibe bingehek ku di pêşerojê de hemû partiyên Kurdan di kongreyeke netewî de bên cem hev. Li ser vê bingehê ev careke din konferansê silav dikin, wê têkoşîn heta serkeftina mayînde bidome. Wekî Rêber Apo jî gotiye, dem dema azadiya Kurdan e.
Li ser navê KNK`ê Zeyneb Mûradî lidarxistina konferansê pîroz kir û tekez kir ku Rojavayê Kurdistanê di berxwedana Kobanê de bûye yek û îro jî “Ji bo yekkirina Kurdan careke din Kurd li hev kom kirin.”
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (BDP) Keskîn Bayindir jî got: “Em hewl didin ku banga birêz Abdullah Ocalan bigihînin hemû cîhanê. Me heta niha bi hemû partî û hêzên kurdistanî re gelek hevdîtin pêk anîn û bi rêya şandeya Îmraliyê me karî peyam û helwestên hêz û aliyên kurdistanî ji birêz Abdullah Ocalan re ragihînin.”
Bayindir wiha dewam kir: “Bingeha banga Rêbertî azadî û aştî ye, beriya wê jî divê em ji bo yekitiya Kurdan bixebitin. Li ser esasê vê konferansê Kurd dê li ser axa xwe ya dîrokî bigihêjin armanc û mafên xwe.”
Keskîn Bayindir peyama piştevaniya gelê Bakurê Kurdistanê gihand û tekez kir ku Bakurê Kurdistanê piştgiriya bêsînor dide gelê Kurd ê li Rojava.