Monday, July 13, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Rewşa siyasî

27/04/2022
in ROJEV
A A
Bi ronîkirina tarîtiyê wê tekoşîna azadiyê bi ser bikeve
Share on FacebookShare on Twitter

Rûstem Başûr

Weke ku tê zanîn, em di pêvajoyeke pir girîng û hesas re derbas dibin. Berî her tiştî pîwîstî heye ku em, pêvajoya heyî baş analîz bikin bi heman awayî derxin hêza zanebûnê. Ji ber ku serdemeke di asta gerdûnî de kirîz, kaus dide destnîşankirin ku modernîteya kapîtalîst ya bi asîmlesiyonê bawer dike, mîna levîathanekî li ser rûyê erde dixwaze civaka me ji xwezaya xwe bide dûrxistin. Lewma çi yekî ku ji Kurdatiyê bawer dike, deriyên xwe ji azadiyê û demokratiyê re vekiribe hewl tê dayîn ku wî ji holê rakin.

Ev 22 sal in Rêber APO li beramberî sîstema kapîtalîst tekoşîneke bêhempa dide meşandin. Ya rast têkoşîneke bêtirî 50’î ye li dijî vê pergala kapîtalîst dide. Lewma hem hêzên serdest û hem dewleta Tirkan rê nadin bi Rêber Apo re hevdîtin pêk were. Ji ber ku dizanin eger hevdîtin çêbe, bandora Rêber Apo wê li  Rojhilata Navî û giştî Kurdistanê ji bo çareseriya netewa demokratîk bileztir bibe bersiv. Ji bo wê fikirên Serokatî li pêşiya berjewendiyên xwe asteg dibînin ku nahêlin hevdîtin pêk were. Rêber APO dabû diyarkirin: “Dewlet rê nade yek gotinên min derkeve derveyî giravê.” Yanî mirov dikare texmîn bike ku şerê herî dijwar li gireva Îmraliyê tê meşandin. Lewam dewleta tirkî nahêle parlementer hevdîtin bi rêbertî re bikin. Tê zanîn ku di demên berê de jî xwestin bi hin hêncetan û derew nehêlin hevdîtin çêbe.

Li ser vî esasî dewleta Tirkan ya dagirker bi tecrîd û êrîşa li dijî Rêber Apo re, hê gelek êrîşên eskerî dane destpêkirin. Her roj êrîşî gele Kurd û xwezaya wê dike. Lê dîsa jî bi van  êrîşên xwe  nikare li hemberî gelê Kurd û Tevgera wê ya Azadiyê bi ser bikeve. Dema ku nikare bi serkeve weke wehşên har û hor êrîş dike. Bi van êrîşên xwe yên hovber dixwaze li Kurdistanê carek din siyaseta qirkirinê bi her şêwazî bide zindî kirin. Ji bo vê jî pîwîstiya xwe bi hin hêzên hegemon yên wekî Elmanya, Rûsya dibîne ku xwe li ser piyan bigire û heya di nava çend salê li pêşiya me de, ji bo tinekirine gelê Kurdan dixwaze bibe xwedî mîsyoneke sereke. Ji xwe di asteke gelek payeberz de, bi awayekî diyarker vê rola qirêj dilîze û hewil dide ji her demî zêdetir xwe li ser gelê kurdistan û Rojhilata Navî bike dîktator.

Ji bo wê sedemê ye ku êrîşên xwe zêde kirine, lê di esas de hesabê Erdogan û dewleta Tirkan ew e ku li Rojhilata Navî xeyalên Osmaniyan ji nû ve bide dîzaynkirin. Wer xeyal dikin ku mîna sedsala 20’mîn wê heman xwesteka xwe bi qirkirina gelan re pêk bînin. Îro ya ku li Kurdistanê dikin jî ev e. Lê li gorî rastiya heyî ne gelê Kurd û ne jî gelên herêmê wekî berêye ku stûyê xwe li ber dagirkeriya faşîst xwar bike. Kesên ku Tirkiyê îro bi rêve dibin êdî ew rûpoşa rûyê wan ketiye xwarê, her tiştên wan eşkere bûye û di asta navnetewî de rezîl bûne. Siyaseta ku didin meşandin jî êdî baweriya gelê cîhanê pê nemaye.

Dewleta Tirkan êdî hatiye asta şkestinê ku lewma ewqas êrîşî parastinên qadên medya û Başûrê Kurdistanê dike. Bi taybetî ji bo ku xwe li ser piyan bigire, bi desteka hêzên noker ên mîna PDK’ê, li dijî Tevgera Azadiyê dixwaze Başûrê Kurdistan careke din dagîr bike. Lewma rojane êrîşên xwe li ser herêmê zêde dike û bi destê nokeran dixwaze armanca xwe bi ser bixe. Ger mirov li dîrokê bi rengekî rast binêre îxaneta ku bi Enkîdoyan re destpêdike, heya roja me ya îro di şexsê Barzaniyan de mirov bi hêsan dikare bibine. Serkêşiya vê xiyaneta dîrokî, bi rihetî mirov dikare bêje PDK dikişîne. Ji ber ku tê dîtin Barzanî bi hemû hêzên xwe ên şerê taybet, bi Tirkiyê re li dijî destkeftiyên gele Kurd di nava her cure hevkariyê de ye. Bi vê ve jî namîne; heta ew gelê me yê ku ji ber şerê li Sûriyê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, wan ciwanên Kurd bi taybetî li beramberî Tevgera Azadiyê perwerde dike da ku pê bide şerkirin. Bi demê re hate dîtin ku di bin navê Pêşmergên Roj de û di bin siya PDK’ê de, li herêmen ku hezên girîla lê hene xwe bi cî dikin û bi awayekî bêbex û veşartî şer dikin. Mîna xiyaneta salên 1992 û heya 1997’an dixwaze heman awayê xwe têxe bin cengê dewleta dagirker. Ya din jî, jixwe armanca Berzanî ew e ku li Başûr Kurdistanê nakokiyekî bixe li nava gelê Kurd û gelen herêmê. Lê belê êdî gelê herêmê vê xiyaneta wan û dîktatoriya Barzaniyan qebûl neke, heta li dijî wê di kêysa ewilî de wê rûxîne erdê. Lewra êdî eşkereye ku ti helwestên wan li beramberî dagirkerên axa Kurdistanê nemaye. Tam berovajîyê wê xwe radestî neyarê gelê Kurd kirine. Ji bo destkeftî û berjewendiyên gelê Kurd êdî bûne xeteriyeke herî metirsîdar.

Bi heman awayî di van demên dawî de, saziyeke lêkolînê ya li DYE’yê ragihand ku serweteke mezin a PDK’ê li Emerîkayê heye. Tê zanîn ku bi milyaran dolar serweta PDK’ê li Tirkiyê û Ewrûpayê jî heye. Heta li her cîhî tê gotin, ji van reqeman gelekî zêdetir, biriye derveyî welat. Beşeke mezin a dahatên petrolê yên li Başûrê Kurdistanê, ev malbat bi kar tîne. Jixwe, di serî de Hewlêr, xelkê Başûr dibîne ku PDK xwedî erd û binesaziyên gelekî girîng e. Weke koma lêkolînê ya Emerîkî destnîşan kiriye, malbata Barzanî beşeke girîng a serweta xwe ji ser xizmên xwe, di dest xwe de digire. ji bona wê, ewe ku li ser xwîna gelê başûr dide jiyan kirin û ji her demekî zêdetir sîstema îstxilalê bi pêş de dibe. diyare ku PDK’e qîmetên ser erd û bin erd yên gel desteser kiriya û dixe xizmeta dewlata tirk de.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.