Rojnameya Ronahî

Armanca êrîşên ser Tevgera Azadiyê têkbirina îradeya azadîxwazan e

Mihemed Xanim/Qamişlo

Mihsin Ewedelah: Ji her mirovê xwedîexlaq tê xwestin ku piştgiriya PKK`ê bike, lewra ew ji bo tevayiya mirovayiyê berxwedanê dike.

Siyaset û fikirê dewleta tirkî ya niha ji hişmendiya împeratoriya Osmaniyan ya kevin ne cuda ye, armanca wan yek e û rêbaze yekane ji bo pêkanîna wan armancan li gorî wan, qirkirina gelê Kurd û tinekirina dîrok û çanda wî ye. Dewleta tirkî bi hevkariya PDK’ê şeva 17’ê Nîsanê bi hewayî û bejayî êrişî herêma Amêdiyê, Şêladizê, çiyayê Kurejaro yê Şiladizê, Metîna, Zap û navçeya Bala yên başûrê Kurdistanê kir. Heta niha jî êrîş berdewam in û van êrîşan jiyana tevayiya gelê başûrê Kurdistanê xistiye metirsiyê.

Derheqê van êrişan nivîskar û çalakvanê misrî Mihsin Ewedelah bi me re axivî û ev nirxandin kir: “Êrişa niha li ser başûrê Kurdistanê, ne bi destê Tirkiyê tenê tê kirin, destê hêzên din jî tê de heye. Hin hêz bêdeng in, ev bêdengî mîna destekdayîna Tirkiyê ye. Hin hêzên din rasterast destekê didin Tirkiyê da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê were tesfiyekirin. Nedîtina çareseriyeke navneteweyî ji aloziya li Sûriyê û Iraqê re jî delîl vê ne. Ji ber wê hewl didin aloziyê kûrtir bikin û hê zêdetir komkujiyan pêk bînin. Dewleta tirkî ji tevayiya mijarên me bi bîr xistîn, hêzê digire.”

Ewedelah diyar kir ku beşdarbûna PDK’ê ya êrişên Tirkiyê de li ser tevayiya Kurdistanê xeter e û wiha dewamî da axaftina xwe: “Gelê Başûr naşibihe PDK’ê, ew xwedîrûmet e, qebûl nake ku dewleta tirkî destkeftiyên wê têk bibe. Berjewendiyên PDKê li gel Erdogan in, her du xwedîplanên aborî ne û bazirganiyê bi doz û xwîna gelê Kurd dikin. Divê gelê Kurd vê yekê baş bizane. Hevkariya PDKê bi dagîrkeran re wê pirsgirêkê kurdî kûrtir bike. Divê em bizanin ku ev hevkarî destkeftiyên başûrê Kurdistanê dixe xeteriyê. Dewleta tirkî dê tevahî xaka Başûrê Kurdistanê dagir bike. Êrişên dagîrkeriya tirkî li ser Îraq û tevaya dewletên Ereb xeter e, ji ber wê ev cara yekê ye ku hewlestên Erebî û Îraqî der barê êrişên dewleta tirkî ya dagîrker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê derdikevin pêş.”

Bêyî PKK ê pirsgirêkên hereêmê çareser nabe

Ewedelah destnîşan kir ku armanca êrişên ser tevgera azadiyê, têkbirina vîna gelên azadîxwaz e û axaftina xwe wiha domand: “Partiya Karkerên Kurdisan PKK, yek ji  tevgerên azadiyê yên herî girîng di Rojhilata Navî û cîhanê de ye, ew tevgereke berxwedanê ye ku ji bo parastina gelê Kurd ji hovîtiya dewleta tirkî, derketiye holê. Dixwazin bi van êrişên îradeya bi milyonan mirovî bişkînin. PKK ji bo tevayiya gelên azadîxwaz berdêlan dide û projeyeke nû li ser esasê nirxên mirovayiyê pêşkêş dike. Tevî bêdengiya civaka navneteweyî jî divê li hemberî van êrişan, gelên azdîxwaz bêdeng nemînin.”

Ewedalah bal kişand ser rola hêzên navnetewyeyî ya di van êrişan de û wiha got: “Dewletên kapîtalîst ji bo ku berjewendiyên xwe pêk bînin û dilê dewleta tirkî xweş bikin, hin ji wan destekê didin dagîrkeriya tirkî û hin jî çavên xwe digirin. Civaka navneteweyiyî ji mêj ve ji binpêkirina mafên gelê Kurd yên siyasî, civakî û çandî çavê xwe digire. Gelê Kurd tevî ku 40 sal in li çareseriyeke demokratîk û aştiyane digere mexdûr dibe. Gelê Kurd di bazarên dîplomatîk yên li gel dewleta tîrkî ya faşîst de ,her tim ji bo berjewendiyên siyasî, berjewendiyên aborî û jeostratîjîk bûye qurban.”

PKK ji bo gelên azadîxwaz têdikoşe

Nivîskar û çalakvanê siyasî yê misrî Mihsin ji gelên azadîxwaz xwest ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin û axaftina xwe wiha qedand: “Bila her kes baş bizane ku, eger tevgera azadiyê tesfiye bibe wê tevayiya herêmê têk biçe. Lewra rmancên dagîrkeriya tirkî ne tevgera azadiyê tenê ye. Ji her mirovê xwedîexlaq tê xwestin ku piştgiriya tevgera azadiyê bike.”